Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
101 biwêj 101 çîrok - tirşik
101 Biwêj 101 Çîrok | 2015
Nivîskar: Mehmet Oncu | kurdî | ziman | 187 rûpel

Biwêjên ku bi çend peyvan, bi qalibên diyar û bi şibandineke kubar vegotina komên peyvan e, di heman demê de, hêza gel a afirandina gotinan e. Biwêj, ...
101 biwêj 101 çîrok
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûka mehmet oncu ye

vê salê ji weşanxaneya avestayê derçû.

têde 101 biwêj û çîroka wan biwêjan hene

pirtûkeke zirav e û xweş e hêjayî xwendinê ye



09.11.2015 11:20 | ferhenga şikestî

2. (bnr: 101)



09.11.2015 12:25 | brusk56

3. li malpera pirtukakurdi.comê heye. berî çend hefteyan 9,10₺ bû. niha bûye 10.22₺.

yek biwêj ji 101 biwêjan, (bnr: tê sotin nayê gotin)



20.04.2018 21:19 ~21:29 | mirovekirind

4. Pirtûkeke ku 101 biwêj bi 101 çîrokan re hatin ravekirin e. Mehmet Oncu xebateke pir xweş amade kiriye. Ji ber ku ez hîn fêrî kurdî dibim, vê pirtûkê pir xweş bû. Ez gelek peyv û biwêjan ji vê pirtûkê hîn bûme. Çend biwêjên ku min pir hez kir wisa ye:
Hirç, cinawirekî mezin e. Ev biwêj tê wateya "Tu nizanî derdê min çi ye, ez bitenê ya xwe dizanim."
Tir kete ber tirê genim rukê bênderê. Ez û te wek hev in, qet deynê min ji te nema
Te rê li xwe kiriye xelk mayê. Bila te xwe biparêze, nekeve taya kesên din
Bû mixtarê Biracikê. Wî xwe rizgarkir û gihîşt derê ku ew diçe
Qut û bir, ket û mir. Ew biwêj ji bo kurtkirina tiştekî tên bikaranîn. Ger kesekî/ê çîroka xwe ya dirêj vedibêje, tu dikarî vê biwêjê bi kar binî, yanê ne hewce ye ku ew qas dirêj bibe.
Li ser sebrekê û du pifikane. Tu dikarî vê biwêjê bi kar bînî ji bo rewşên ku divê dilfireh bibe



13.12.2019 21:47 | serfiraz hêvî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» 101 romanên kurdî
» biwêjên di nav peyvê tê gotin
» 101 romanên kurdî
» çîrok

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje ziman zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî