Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
te îroj ji bo kurdî çi kir - tirşik
te îroj ji bo kurdî çi kir
(27) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min 12 entry nivîsandin

li ser faceyê şeş heb postên kurdî nivîsandin

di binî postan de bi qasî 50 heb şîroveyên kurdî kirin

şeş heb helbestên kurdî li ser youtubê sed car li ser hêv guhdarî kirin

hemî entryên evê rojê hatinê nivîsin xwendin

çend helbestên rênas jiyan xwendin

çend helbestên arjen arî xwendin

di özgür gün tv'yê de rêzefîlma malînoyê temaşe kire

li ser instagramê helbesteke parve kire

piştî ku ji tirşikê derkevim jî ezê kitêbekê bixwînim..*



10.11.2015 23:30 | ferhenga şikestî

2. * min çend peyam nivîsandin lê tibabek heye.

* ji bo danasîna tirşikê min qûna xwe dirand.

* min ji whatsappê hinek peyamên bi kurdî şandin ji desgirtiya xwe re. çi xebatek e lo ! *



11.11.2015 00:01 | brusk56

3. Min kawa nemir dît lê ez neçûm cem wî. Heta weke ez wî nas nakim tevgeriyam. Wî carinan weke ew min nas dike li min dinerî lê min pas nedida wî * bila camêr nebêje jiyana min a taybet nemaye *

Li bende mi wî di şêwirekê de bibînim *





11.11.2015 01:04 | berxweda

4. Min li tlc tv temaşe kir ji bo ku dijûnan li kurdan nekim.

Min bi nexweşeke ji surî re îngilîzî xeber da ji bo kurdî neherimînim.

Min bi hevaleke tirk re tirkî xeber da ji bo kurdî bi reydareke akpê re rubiru nemîne.



11.11.2015 15:03 | azadixwaz

5. Min Îro ji bo kurdî hinekÎ din kirmanckiya xwe li pêş xist ta ku ez neçar nemînim bi zimanekî dî bi kirmancan re biaxivim. lê hîn kirmanckiya me kêm e



11.11.2015 15:13 | dijber

6. min çi nekir.



11.11.2015 15:29 | vêca çiyeeee

7. Bi kurdî keniyam. Ma ne bes ee?



11.11.2015 15:36 | endazyar

8. min têra xwe û kurda xema xwar.



11.11.2015 16:36 | shorbevan

9. li gel hevalên xwe min behdînî (bnr: glossary) çêkir.



me go bimre ardû, bijî dardû.



12.11.2015 03:39 | wiha wilo wisa

10. hevokeke ku versiyona "te îro ji bo xwedê çi kir" a bona zimanê kurdî ye. ji ber ku zimanê kurdî ji daxwaza xwedê ve hatiye afirandin; ger tu ji bo kurdî tiştekî bikî, di heman demê de ji bo xwedê jî dikî. (bnr: mantiq)

gelo kurdên me yên super misilman hay ji vê yeke hene...



13.11.2015 12:20 | nazim tolhildan

11. bi kurdî raketim *



13.11.2015 12:47 | brusk56

12. an îro xwedê anjî kurdî ji bû min çikir.



13.11.2015 14:26 | shorbevan

13. -straneke kahtali derbasî nivîsê kir. û di youtube û tirşik û facebookê de parve kir.



13.11.2015 15:38 ~15:40 | xendekî

14. Li ser kurdî fikirîm û bi kurdî fikirîm. wilo hema...



14.11.2015 10:15 | karxezal

15. Ez îro 2 caran ketime tirşikê û mijarên davî xwend.



17.01.2017 17:55 | cinorek

16. Rastnivîs:
1-(bnr: te îro ji bo kurdî çi kir?)
2-Ez îro 2 caran ketime tirșikê û min mijarên dawî xwendin.

Peyam: îro min ji bo kurdî peyama tirşikvanê hêja cinorek sererast kir *



17.01.2017 19:37 ~19:41 | gumgumok

17. (bnr: te îro ji bo tirşikê çi kir)



01.08.2018 21:01 | xwelî li ser

18. Min keçmama xwe fêrî kurdî kir *



01.08.2018 22:01 | xelîl

19. Li Ukraynayê nêzî 20 kesan hînî Kurmancî dikim.



02.08.2018 09:53 | gulêê

20. min bo pirtûkxaneya min ya biçûk ya li malê du pirtûkên nû kirîye. pirtûk roj bi roj peyda dibin, hejmarên wan zêde dibe. ne bes e?

ez ji tirşikê ra sernavek nû jî vekim, ew dê îcar kêfa kerê bike: (bnr: pirtûkxaneya min a kurdî)



02.08.2018 13:15 ~2019.11.21 17:19 | mirovekirind

21. Hema bû nîv saet ez jî êdî endamekî Tirşikê me. Ev peyam ji peyama min a yekemin e. Slav ji we hemû peyamnerên kurd re*



09.08.2018 01:24 | kaniya bayiya

22. sernamek pirr baş e û li ber vî sernameyê ez gelek xemgîn bûm.

Ka em çi dikin?



31.03.2019 22:19 | brzn

23. Min çend peyam li ser tirşikê nivîsîn. Lê ne bi temamî ji bo kurdî, ji bo xwe jî.



01.04.2019 11:56 | henûn

24. Ez ketim tirsik.net'ê. Min çend hevokên kurdî nivîsî.(Wey xwedê ji min razî be, ez çawa newestiya me ?)



20.11.2019 23:05 ~23:14 | hesinkar

25. doh min ji bo hînkirina zimanê Kurdî du heb vîdeo kişandin *
ji bo nêrînê,

Here lînkê

û hey hûn e bikevin bibin abone jî *



21.11.2019 14:04 | gulêê

26. li ser google translatê min gelek gotin wergerandin Kurdî, dilê min rehet e, oxx



06.12.2019 19:03 | gulêê

27. Min jî mîmekê Here lînkê çêkir, ne pêkenok e lê belê bi kurdî ye
(bnr: yetmez ama evet)



06.12.2019 19:07 | serfiraz hêvî

28. ez û apê izedîn ku qelqelîyî ye, em bi hev ra kurdî axifîyan. Apê îzedîn behsa piçûkatîya xwe behsa zor û zehmetên berê dikir, piştre behsa leşkerî û tade û zilmîya wan romîyan dikir. sohbeta me pir xweş bû. Me behsa dengbêjî dikir. Cara yekem bû li civatê de piçek jî be min stran digot, bûme dengbêj ;) apê îzedîn piştre şîret li me kir û got “hevdu sevmîş bikin” ji bo kurdî tiştek e yan nîne nizanim lê ji bo Kurdî îro kurdî diaxifiyam.



06.12.2019 22:39 ~22:39 | kajav

29. serê sibe dayik ê ke kurd re kurdî axifîm. kare wê cî anî û .hûne naha bejin evê ji bo kurdî tistekê ku tu dinivisî.belê tiştikê. ev dayik a nexwşxanê da bi tena serê xwe hevîya ameliyata xwe bu. tirkî ya wê min fêmkir ku kurd e. gava ku tistek ê pirsîyarkira fedî dikir. min jî xwest ku carek be jî bila zimanê zikmakî xizmetê bistîne



07.12.2019 00:21 | golikvan

30. Min yekî xwendekar elimande alfabeya kurdî

Weke îbh gotî, ez jî dibêjim: Yê xêrxwazê we ew e kû birayekî xwe hînî kurmancî dike *



07.12.2019 00:21 | gumgumok

31. Demek dirêje ku hevalê min tirkmancî dipeyivî mînak "min kazanmîş kir" an " ağriya wê derbas bû" ango "qahwaltîyê bikin" û min tim mîna henekan bi ken digot ne wiha divê tu bi vê awayê bê. wê rojê min nêrî di nav hevokê de peyva "binaşe" bi kar anî, li çavê min nêrî û got "de hadê min got çi?". Min li ferhengê jî mêze kir lê tiştek nedît. Jê şûnde rave kir ku wateya wê "binesazî" ye. Gelek xweşa min çû ev rewş. Belê ev min kir*



07.12.2019 01:30 | rizgarm

32. Li ber çavê Kurdên bi Tirkî dinivîsin, tîpên bi şewqe min nivîsandin ser kaxezekê û heya ji min hat, min ew tîpen bi şewqe alastin. (bnr: alastin)



26.12.2019 20:51 ~20:51 | mansûr

33. Min dît hevalekî colemêrgî bi keça xwe re zimanê tirkî diaxife. Min serê wî xwar şîret li ser wan barand. Piştre maf da min û biryara xwe da, keça wê heta mezin be wê tenê kurdî biaxife. Îro min dîsa jê pirsî? Got: min ji jina xwe re jî gotiye jixwe mezin be fêrî tirkî dibe bila nebe pêşî fêrî zimanê xwe bibe. Min jî wî pîroz kir. (Di serî de min rewşa zarokên Amedê jê re gotibû)



27.12.2019 13:18 | kajav

34. Min gotarek xwand û peyvên tê da derbas dibin ên ku min nedizanî min tevlî gencîneya xwe ya peyvan kirin. Bawerim min xizmeteka baş kir.



27.12.2019 16:18 | dijberîst

35. Min filmek kurdî bi navê " Kilama dayika min" temaşe kir. Min bêşek rêzefilma bi navê "mala minê" temaşe kir. Min rojnameya "xwebûn" stend û pîçekî jî xwend. Min kovara "zirîng" hejmara duyemîn xwend. Û ma tenê ev xwelîserê, min pirtûka Selîm berekat bi wergera kurdî stend. Weylaaa ma hew xwakê lê ez çi bikim *



27.12.2019 18:29 | rizgarm

36. 1- hevalekî min ji min pirsî ka gelo dema keça min çû dibistanê, ji ber nezanîna zimanê tirkî rastî problemek hat an na. min jî dilê wî rihet kir û got tu problem çênebû. di ser de jî min got dema keça min tam hînî xwendinê bû, ez ê wê hînî xwendina kurdî jî bikim. gelek şaşwaz bû, got hê ez nikarim baş bixwînim...

2- min hinek peyvên îngîlîzî li ferhenga tirşikê zêde kir.



27.12.2019 20:25 ~20:25 | simurg56

37. Li ser tirşik.net bi Kurdî ya xwe a Torîyan li ser (bnr: xanîyên axî) nivîsand *



28.12.2019 03:21 ~03:21 | merwano

38. 1.Bi birazîk û xwarzêkên xwe re bi kurmancî şitexilîm û min ji wan re zarok tv vekir û me pevre temaşe kir.



28.12.2019 12:04 | gumgumok

39. do êvarî li mecîdîyegund min got merheba xalo ka simîdek, got tu j' kurî.
şivêndî li ser pira metrobusa malênşîrîn qartonek bala min kêşand; 12 cot gore 10 lîra, rasta etarok sekinîm. etar bi hevalê xwe re kurdî diaxivî, min deynekir heta wî min dît got "buyur abê", min go "evne hemî kurtin an yên dirêj hene" got "yên dirêj jî hene, vaye". min got "bila piranî reş bin", me hevre çehvî xwe li goreyan gerand û veyra dît, got "ha ji birê min re". me spasîya hev kir.
îro li taksîm min tirkî pisyarek ji telefonfiroşek kir ku heye an na, got heye. zelamê li kêleka wî bi kurdî berdewama vegotina xwe kir, behsa rûmeta şexsî dikir ji hêla aborî ve. min fehmkir ji mêrdînîyên taxa serêzevî ye. min ji dikandar kurdî pirskir ev çendê ye, got hindê ye...

dibêjin li vî bajarî nêzîkî 5 milyon kurd hene, lê ji derve bi hev re tirkî diaxivin. ez bi xwe bi kurdan re heta ku ji min tê tirkî na axivim, gelek caran bi kesên nizanim ji çi milete jî despêkê kurdî diaxivim.



27.02.2020 16:55 | hespêsor

40. Min helbesteke sergey yesenîn wergerand Kurdî û li ser bloga xwe parve kir *

Here lînkê



10.04.2020 19:36 ~2020.04.11 02:06 | gulêê

41. Ji bo kurdî deyndarim, ez çi bikim jî deynê xwe nikarim bidim.



10.04.2020 19:44 | dilreş

42. 2 rûpel nivîs li kurdî wergerand. Hêj min li ser tirşikê parve nekiriye.



10.04.2020 20:01 | tîrêj zana 21

43. çend peyvên ku varyanta wan heye ji ferhenga m. chyet derxist.



10.04.2020 20:04 | roberz

44. (bnr: lînk heval)
Lînka nivîskara jor ya @gulêê
Here lînkê



10.04.2020 20:33 ~20:33 | de facto hozan

45. ji ber qarantînayê ye, min got ka ji bo kurdî tiştek çê bikim û min du fîlmên anîmasyon wergerandin ser kurdî ku ya ewil a hayao miyazaki bû [dil]) û niha yê sêyem jî ber qedandinê ye. hîsa têrbûnê xweş e wele.

(bnr: orgazm)



10.04.2020 23:18 | biruya hayao miyazaki

46. wille min ti tiştî nekir , bibûre kurdî ya min vênavê karê min jî hene.



10.04.2020 23:56 | shwinsherm

47. Ez iro ji bo kurdi xwe tirsik.net e tomar kirim.



11.04.2020 02:26 | bedevlet

48. min dûrikek ji diya xwe berhev kir. wê yek bo min got, min nivîsî. paşê min jî ji pirtûkê du heb jê re xwend. gelekî kêfa wê hat. kêfa min gelekî hat. her wiha dema em li ser telefonê diaxivîn, min peyvek kêmnas jî ji nav peyvên wê hilçinî.
aha, min karên sakî kir bo kurmancî. kuro ka hê ça kim?



11.04.2020 03:18 | hêvî

49. Min mijaran têkilhev kiriye.*

Ji bo kurdî îro: te îro ji bo tirşikê çi kir?/119859

Ji bo tirşikê jî min hinek peyaman nivîsandin.*



11.04.2020 03:25 | xelîl

50. Min îro stranekê kurdî fêrî yekê koreyî kir. Bi rastî xweş jî xwend. Jixwe min hêdî hêdî wan hînê kurdî dikir lê ne ewqas zahf. Gelemperî gotinên ku di nav xelqê de zahf tên bikaranîn felan.
Ji zêdetir min îroj sê çar helbestên biyanî wergerand kurdî. di Tirşikê de jî min baş nivîsand. Û Li ser malpereke din min û hevalê xwe çalakiyek ava kir ji bo xwendina kurdî. Gelek kes jî tevlî bûn. Îroj baş bû baş. *



03.10.2020 21:56 | yûsiv

51. Ez li firoşegeheke solan bi du xebatkarên jin re bi Kurmancî axivîm. Yek ji wan kasîyer bû, bi Tirkî xêrhatina min kir lê min bi kurmancî lê vegerand. Baş bû herdu jî kurmanc derketin. Her wiha mişteriyên li dûv min dîtin kasîyer kurmanc e, ew jî pê re bi Kurmancî axivîn.

Belkî hûn bibêjin ev tiştekî ji rêzê ye lêbelê li gorî min ne ji rêzê ye. Lewra wexta min li solan dinerî çend mişteriyên kêleka min di navbera xwe de bi Kurmancî diaxivîn lê belê bi wê karkera kurmanc re bi Tirkî diaxivîn.



02.02.2021 22:13 ~22:14 | xabûrî

52. Mamosteyê xwe re nîv kurmancî nîv soranî peyam şand
Nîşe : bû sê roj hê bersîv nedaye



02.02.2021 23:57 | edd

53. bi malbata xwe re kurdi axivìm



03.02.2021 02:17 | kurêbavêxwe

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» îroj tiştekî ku hêjayê qeydkirinê be tune
» kurdî zimanekî helbestî ye
» çilk
» kirînên ji înternetê

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî