Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 1 peyam
    melayê cizîrî - tirşik
    melayê cizîrî
    (4) (1) ecêb (0) (17)
    di mijarê de bigere

    1. Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî ehmedê xanî û feqiyê teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.



    2013.08.06-05:44 | endazer

    2. nivîskarê kurd û cizîrî abdusamet yiğit yê xweyê pirtûka bi navê melayê cizîrî ya ku di tîrmeha sala 2013an de li berlÎnê ji aliyê weşanxaneya hanê ve çap bûye û belav bûye de derheqê jiyan û jînenîgariya melayê cizîrî de wiha dibêje:

    ''Melayê Cizîrî, zanistvanekî kurd yê ku di 1570 û wan de hatiye dinê. Weke ku têt gotin ji, di sala 1642 wan de çûya ser dilovaniya xwe. Meleyî Cizîrî, ku mirov bhsa wî bike, divêt ku mirov hinekî mazin bahsa wî bikê. Ji ber ku ew ji mirovekî ku mazin bû. Bi hizre xwe re di dema xwe de gelek kifşkirinên mazin dana çêkirin.

    Bi hizir û ramana xwe re ji mazin bû.Dema xwe baş û qanc fahm kiribû û têgihiştibû. Dema ku bahsa wî têt kirin, têt gotin ku wî pir nivîsandiye.Lê ji wan pirtûkên ku wî nivîsandina zêde ne hatina dema me.Gelek hê ji winda ne. Hizre meleyê Cizirî pir mazina û pir bi kifşa. Ji ber vê yekê ji, pêşî em ji hizre wî dest pê bikin û bahsa wî û jiyana wî bikin. Wî bi hizre xwe re gelek kifşkirinên mazin dana çêkirin. Wî bi hizre xwe re demek da vekirin. Di sadsala 15. wan de, hizir bi nêzîkatiyeke bi pergal bidest pêşketinê dikê. Ew ji di vê yekê de, li Kurdistanê pêşavaniyeke mazin ji xalkê re dikê. Ji ber vê yekê, çend ew û hizre wî werê fahmkirin û têgihiştin, avçend ji wê rastiyê wî û pêşketinên ku wî bi hzire xwe re pêşengitî ji wan re kiriye wê bêne dîtin. Bi vê yekê re, ew wê mazin werê fahmkirin. Divêt ku ji ew baş û qanc werê fahm kirin.Ku ew hata fahm kirin hingî Wê baş û qanc werê fahm kirin.

    Meleyê Cizirî, di dema xwe de bi hzire xwe re, temenê demekê diafirêne. Temenê hizrê hemdem û nûjen bi wî re li kurdistanê di dema wî de mazin tê afirandin. Ew bi hizre xwe re pêşavaniye vê yekê dikê. Pişt wî re, çend zanistvan werin, bandûra wî, li ser wan xwe dide xuyakirin.

    Di wê demê de, Li Anadolu hinek pêşketin hene.Lê pêşketinên ku dibin ji, pêşavaniya wan herêmê mezopotamya dikê. Bi zêdeyî ji, naqabine Diclê û firat, di vê pêşavaniyê mazin bidest kirinê dikê. Di wê demê de, Wek Semerkantê, Baxdayê û Şamê, Cizîra Botan ji navendeke ku mazina. Li hewbûneke mazin li wir dibê.Ne tenê mirovên musulman yên fileh ji û Êzîdî ji li wir dicivin. Wêderê ji xwe re weke navendeke dibînin. Bi vê yekê re, mirov divêt ku bêje ku Cizîre bota, navendeke ku mazina.Bi vê navenditiye xwe re di serê mirovan de û di nav xalkê de û di pêşketinan de cih û war digirê. Bi vê yekê re, divêt ku mirov navê wê ji bi rêz hildê û bêne ser ziman.

    Meleyê cizîrî, li Cizire bota dimene. Li wir têt nav kirin. Meleyê Cizirî li wir mazin dibê. Ew bixwe, bi malbatî ji ji wir e. Ji dore wî re. Ne ji deştê lê ji torê ya. Ji ber vê yekê ji, ew zû bi pêşdikeve. Malbate wî bi ahlitiye xwe ve ji digihe malbatiye mîr. Nêzîkî hevdû ne. Ya rasti ku mirov bêje, malbate wî ji bi navê heya û mazina û mîrîtiyeke wan ji heya. Bi vê yekê re mazina. Divêt ku mirov wî mazina bêne ser ziman. Malbate wî, ji ber rewş û waxtê wan xweşa, êdî ji bo xwandin û pêşketinê ji meleyê Cizirî re ji, gelek derfet derdikevine hole. Ew ji wan derfan, mazin bikar têne û û xwe bi pêş dixê. Piştî ku zaroktiye xwe li malê li gunde Hasetê Dibuhurêne, êdî ku tê dema ciwaniya xwe ji, êdî bi pêşavaniya bavê xwe re û xwedi derketine mîre bota re, tê Cizîre botan û li wir bidest xwandina xwe dikê. Li wir ew xwandineke mazin dikê. Di nav ilm (hizir) de diçê. Kur dibe. Û mazina dibe. Bi vê yekê re di demeke kin de bi hişmediye xwe, derdikeve pêş di nav xalkê de. Ji ber ku di xwandinê de jîr û bifahma, êdî zû bi pêş dikeve.

    Meleyê Cizirî, bi wê zû pêşketine xwe re, di demeke kin de xwe digihinê asteke mazina, di zanebûnê de. Bi vê yekê re, ku ew ji digihê wê qinyatê ku di hizir de mazin bûye, êdî dike ku xwe bigihinê zanistên dema xwe û bi wan re bide û bistêne. Ji ber vê yekê ji, êdî ew biryara xwe dide ku ji Cizîre bota derkeve û herê herêmên din yên Kurditanê. Di wê demê de, herêmên ku navê wan hen, Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xizan, Idir, Heskîf û hwd. Ev der, tenê derne ji wan derên ku navê wan hene. Ew ji dixweze ku xwe bigihinê wanderan.

    Di mala xwe de, meleyê Cizirî birayê mazina. Ji ber vê yekê ji, piştî ku bavê wî diçê ser dilovaniya xwe êdî divêt ku ew werê dewsa wî. Lê ew vê yekê erê neke û birayê xwe yê ku ji xwe biçûktir didêne dewsa xwe û ji wir diçê. Êdî ew te wan herêmên Kuridstanê yên ku navê wan hene û di wan de zanist wan ji hene. Piştî ku ji Cizirê bota derdikeve, êdî tê û li gelek deverên kurdistanê dimene û wanderên ku lê dimene de ji, li wanderan, di nav civatên wan de dimene û diaxivê û xwe dide naskirin. PIştî ku diçê gelek deveran, êdî tê û xwe digihinê Heskîfê.

    Li wir wir ji li cem Şêx Hisên dimene. Demeke dirêj ji li cem wî dimene. Li wir meleyê Cizirî xwe digihinê asteke mazian. Piştre ku demekê li wir dimen, êdî piştre tê Amede, Li amede di wê demê de mele Taha heya. Mele Taha, bi zanebûn û alimtiye xwe re mirovekî ku pir mazina û bizane ya. Meleyê Cizirî tê cem wî û li cem wî ji weke demekê dimene. Li wir ji xwe bi pêş dixe. Pir dixwene. Pir aşqî xwandina. Piştî ku demekê li wir dimenê piştre, êdî ku ew di zanebûne xwe de û di ilmê xwe de hê ji mazin dibe, êdî mele Taha qiyantê pê têne ku ew mirovekî ku alime, êdî wî dişene gundekî bi navê Sirba ku li wir seydetiyê bike û fêran bide faqayan. Ew ji ku mele Taha jê re vê yekê dibêje û dixweze, êdî ew ji bidilekî xweş dibêje erê û piştre rê digirê û diçê wir û li wir demeke dirêj dimene û seydetiyê dikê.

    Piştre ku demekê li wir dimene, êdî piştre careke di tê Amede û li wir hinekî di ji li Civate mele Taha dimene û dirûnihê û piştre careke dî rêya xwe digirê û tê cem Şêx Hisên Heskîfê. Piştî ku tê wîr êdî li wir ji, wê carê ji demekê dimen. Piştre ku demeke dimen, piştre rêya xwe digirê û tê Cizîre bota. Piştre ku carek dî tê Cizîre bota êdî li wir bidest seydetiyê dikê. Meleyê Cizîrî, li herême botana hema bêja hemûkî digerihê û wanderan dibinê. Bi mirovên herêmê yên zanist re hemûnkan re dirûnihê û li wan dihisenê û xwe li wan dide hisandin. Bi vê yekê qadr û qiymetê wî hê maztir dibe.

    Meleyê Cizîrî, piştî ku vegerihê ji, careke dî derdikeve geran û li herêman digerihê. Lê êdî ne weke berê derdikeve geran. Êdî ew demên xwe bêhtir li Cizîre bota bi fêrdayina faqayên xwe re dibuhurêne. Di wê demê de ji di nivîsene. Biqasî ku em zanin. Wî li ser gelek mijarên hizrî nivîsên mazin nivîsandina. Gelek ji wan nivîsên wî ne gahana roja ma. Lê gelek ji wan ji, yên ku gahana roja ma bidev gahana roja me. Haya dawiya umrê xwe li cizîre bota dimene. Li wir li Medresa Sor ji, demeke mazin seydetiyê dikê. Gelek faqa jê fêran digirin. Gelek faqayên wî ji, dibine zanistvanên mazina, piştre. Piştre heya ku digihê dilovaniya xwe li wir dimen. Piştre ku digihê dilovaniya xwe, wî ji wî cihê ku wî lê fêr didana faqayan û şîret li mirovan dikirin, na vaqatênin. Mezele wî li wî medrese sor têt çêkirin û ew li wir têt bicihkirin.

    Hê ji, haya iro mezele wî li wire û haya iro ji dimene''



    2013.08.06-05:50 | endazer

    3. helbestek ji dîwana mellê ku tê de wesfê botan û kurdistanê jî tê dayîn ligel selwayê..



    ''Pir ji dîna te xerîb im xanim

    Ji te ser ta bi qedem heyran im

    Her bi can teşnelebî lehlan im

    Dil di benda giriha zilfan im

    Yûsifî cirhekeşî hicran im

    Niqteyî daîreyî rindan im

    Lew şebî daîre sergerdan im

    Badenûşî qedehî hirman im

    Bedel ateş ji ceger biryan im

    Lew perîşan im û pir êşan im

    Aşiqî nazik û mehbûban im

    Tu mebîn bêser û bêsaman im

    Gulî baxê iremî Bihtan im

    Şebçiraxî şebî Kurdistan im

    Çi tebîet beşer û insan im

    Lilehil hemd çi alîşan im

    Di riya yar li rêza san im

    Lew di iqlîmî sixen xaqan im

    Sibehî îd e û ez pê zanim

    Ko bi kêra te seher qurban im

    Xweş birîndarekî bêderman im

    Carekê şefeq e rûhim can im

    Ji Xwedê re veke benda beriye.

    Dînbirê hurmisalê zeriyê

    Nazikê nîşkerê sirperiyê.''



    2013.08.06-05:52 | endazer

    4.










    2013.08.07-23:14 | kelha bayê

    5. belkû ji selwaya xwe re gotibe lê divê kurd hemû baş guhê xwe bidin van herdu ristên wî:

    ''Tal'ê ku bête firset muhlet li nik herame

    Min umrê Nohî nîne saqî were bilez xweş''



    2013.08.17-00:42 | endazer

    6. wekî jan dost jî dibêje dîwana kurmancî bi melayê cizîrî dest pê dike. lew, di destê me de dîwaneke wekî ya wî rêkûpêk tune. belkî bên dîtin lê roja îro mela destpêka edebiyata klasîk a kurmancî ye. herwiha serkeftîtirîn hostayê 'erûzê ye.



    "Îro ji derba xencerê Lazim bi êşan î Mela

    Teşbîhê zulfa dilberê Zanim perîşan î Mela



    Zanim perîşan î ji dil Bêhed bi êşan î ji dil

    Teşbîhê biryan î ji dil billah ne insan î Mela"



    2013.08.20-19:32 | terkexem

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.20-19:32 | terkexem

    8. şîîrê ey hetê qelîteyê edebîyatî ra gelek berz ê. qiyasê hafizê şîrazî yê farisan bîyo. o bixo yew şîîra xo de vano:



    “ger lu’luê mensûr ji nezmê tu dixwazî

    guhde şê’ra Melê te’b Şîrazî çi hacet”



    yanî vano; eger ti wazenî durr û incîyê nesrî mîyanê nezmî de bivînî, goş bide şîîranê melayî, îhtîyacîya to bi hafizê şîrazî çin a.



    2013.09.12-03:15 | kurdane

    9. strana zubeyîr salîh ya bi navê sebahul-xeyr helbesta melêyê





















    2013.11.04-19:18 | diljan

    10. di edebiyata kurdî de du sembol heye melayê cizîrî û ehmedê xanî

    fîlozofê evînê melayê ci̇zîr



    ''dîlberê îro seher, avête cergê min du dox, yek li sîngê yek li dil da, lew ji min tên ax û ox'' Melayê Cizîrî



    eşq û evîna xwe ya mecazî di sîh salê xwe de dest bi helbestan dike û ne tenê di nava kurdan de, li cîhanê dibe helbestkarekî bijartî..



    2013.12.24-14:50 | xasê

    11. ji dîwana wî çend bend bi navê 'dil ji min bir' ji hêla koma muzîkê hîvronî ve hatiye bestekirin. straneke qenç jê çêbûye..



    2013.12.24-16:23 | mîrêhekarya

    12. li gor hin baweriyan yÊn ku li ser hev çil rojan mela bixwine yÊ di agirÊ evÎnÊ de bişewite.



    dilberÊ Îro seher avÊte cergÊ min du dox

    yek li sÎne yek li dil da lew ji min tên ax Û ox



    2013.12.25-11:39 | xelîlêzer

    13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.04-21:23 | rasteqîn

    14. heçkû ji bo xwe nivîsandiye. wirov nikare ji nav helbestên wî derkeve. ji bo wê ez demekî beşdarî civatên dîwana melayê cizîrî dibûm li wir dihate fêhmkirin lê bi tena serê xwe min dîsa tuştek fêhm dedikir. ji ber ku çar zimanan nizanim û gellek kesên din jî çar zimanan nizanin. şûnde jî dibêjin çima kes nivîskarên kurd naxwîne û ew nivîskar di dîrokê de wenda dibin



    2014.05.15-12:47 | renas

    15. ''Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin,

    Sed wekî Şahê Xurasanê di ferwarê te bî.

    Ê ji emrê tey mukerrem serkêşî kit şubhê şem',

    Ber serê tîxê te û meqtulê mukarê te bî.''



    2014.05.31-21:12 | endazer

    16. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.28-04:30 | jovan bervaj

    17. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.31-16:30 | jovan bervaj

    18. yek ji kanonên edebiyata kurdmancî ye.



    2015.03.19-00:37 [guhertin:2015.03.19 00:38]| seydayê_peyvan

    19. Sureta tîn ayet 4.(bnr)



    Ismê te ye mektûbî di dîwanê qidem da

    Herfek qelemê 'ilmê bi teqwîmê reqem da.



    2015.05.27-00:07 | nezan

    20. melayê ez di derbarê wîda pir tiştek nizanim lê dibe ji cizîrêbe * henek li dera hanê ez di gumanadame ku helbestên melayê cizîrî yên wî nekiribin jî bi dehan kesê wekî wî helbestê wan tirka ereba farsa hinda kirine û vergerandine jixwere kirine mal.



    2015.05.27-09:08 [guhertin:2016.04.01 02:11]| shorbevan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [4]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    arinlabs [1]
    şirîkatiya ku li ser bingeha big datayê hatiye avakirin û navê...
    tirsik.net [2]
    Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hev...
    pismam.com [3]
    malperek din yê şorbeya kurdî û tirkî ye. malperên wisa dilê kurdên...
    serê şevê çîrokek [2]
    Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » melayê bateyî
    » cizîrîyê bi stranbêja ingilîz re stran gotî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî