Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
gone girl - tirşik
gone girl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. filmek gelek serkeftî ye. bi rastî piştî mirov fîlm temaşe kir ji jinan ditirse.

senaryoya fîlmê gelekî baş bû. min qet hêvî nedikir. lîstikvaniya ben affleck û rosamund pike jî gelek baş bû.

lê hinek klîşe hene ku yaw qey mecbur e di her fîlman de hebe.

mesela ew dedektîf, destê wan de qedeha qehwê tune be nikarin bişixûlin qey ?



12.11.2015 23:34 | brusk56

2. filma ji ber reklama brusk56 ez niha dadixim. înşileh ezê rojekê temaşe bikim û şîroveyên xwe jî binivîsim.

vê navberêde ji ubuntuyê kar kirin, daxistin gelekî rehettir e. qet hewce nema ku torrent daxim, rasterast bi bernameya transmission bi xwe dest bi daxistinê kir, wey xwedêyo çi rehet e! bijî ubuntu!



13.11.2015 00:00 | azadixwaz


4. heta nîvê fîlmê zêde ne balkêş bû lê her ku nêzikî dawiyê bû, senaryoyê zêdetir bala min kişand.

serkeftî ye, lê di wexteke xwe ya sakîn de temaşe bikin û bila serê we vala be.

fîlmên wisa ger mirov lê konstantre nebe, tam nadin.



hevalên temaşekirî qet nebe bila di beşa sînemayê de pûanê jî bidinê. jixwe li wir heye.



13.11.2015 17:53 ~17:54 | simurg56

5. (bnr: wow)

filma ji xwe beriya niha min mizginiya pêşerojêde temaşekirina xwe dabu*.

min gava din guhdarî kir. ji aliyê senaryoyêve perfect(nuwaze) ye. ez hê jidin bandora senaryoyêde me. weke piraniya filman ji ber pir baş bun û tevlîhevbuna senaryoyê, hinekî sar e; weke ku di nav betonên new yorkêde gerînê.


ezê behsa kitekitên senaryoyê nekim, ji xwe pir baş hatiye lêkirin.lê sahneyeke wê demeke dirêj ji mejiyê min dernekeve: wextê serlehenga jin(amy) û barneyê how i met your mother hevşadibin amya psîkopat bi kêrekê stuyê barneyê reben jê dike. tekane tişta di serê minde mayî kem: qet behsa têkiliya amy û collings(barneyê how i met your mother) a berê nayê kirin, divê ev amya psîkopat ne bi rehetî ji vî zilamî dûr ketibe, lê çi bubu gelo?



10.12.2015 00:03 | azadixwaz

6. spoiler

di nava fîlmê de li derekê amy gotinek wisa bikartîne ;

dibêje weke te ez nedîtim û ji ber vê te ez kuştim. nexwe aha ez xwe dikujim û xwe wenda dikim. yanê te van tiştan anî serê xwe

spoiler



(bnr: allah muhafaza) *



10.12.2015 12:24 ~12:24 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» gone girl
» girls of the sun

Kategoriyên mijarê:: sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî