Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 81 peyam
bîranînên sunetiyê - tirşik
bîranînên sunetiyê
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bîranînên ku mirov dibê xwezî qet neyê bîra mirov, bîr bikî û di tariya dîrokê de wenda bibe. lê mixabin nayên ji bîr kirin.



13.11.2015 12:08 | nazim tolhildan

2. jiyana min da rojên herî meyûs bûn.
zehv bîranînên min ên tahl çêbûn di wan rojan da.
Yek ji wan:
şiroveyên bijîşk û berdestiyên wî bûn *
digo "kurmanc parabolîk in" *

Yek jî etek (fistan) bû! Me fistanê xwîşkên xwe li xwe kirin. Wê rojê ez fikirím mi go ez qîz bûma min ê teqez etekên/fistanên fireh li xwe bikira.
Zehv rehet bû *

yeke din jî tirsî derketina dezmêja piçûk bû.
me newêribû av vexwara û em tîna qeliyabûn.

evqas bes..



22.03.2017 00:43 | bûtîmar

3. tenê li cem mirovên ku dereng sunet bûne, peyda dibin.
ez bixwe, dema hê 5 rojî fîlan im, hatime sunetkirin. piştî sunetê, xwîna min nesekiniye. dema diya min pê derxistiye ku binê min hemû bûye xwîn, hema bêje xwîn di laşê min de nemaye û ji mirinê filitîme.
piştî ku ketim fakulteya tibê, min sedema wê zanî ku çima divê zarok di nava heftiya ewil de neyên sunetkirin; (bnr: hemorrhagic disease of the newborn)



22.03.2017 20:11 ~20:18 | simurg56

4. bîranînek xemgîne.



22.03.2017 23:37 | kanî27

5. piskewîtên ulkerê li ser masê, em sê bira 9, 7, 5 salî li erdê di ser doşeka gulnexşî dirêjkirî. li ser me kirasên sipî, kêfa min ji vê spîbûnê te. lê nizanîbûna paşerojê hisekî ketinekî domdar di serê min de. metika min a rehmetî dikeve odê. hew. bîranîn ev e.



04.01.2018 22:34 | biruya hayao miyazaki

6. karê mirtiba/98922



04.01.2018 22:39 ~22:39 | mîr

7. bîranînên ku têne bîra min, ez hê jî diêşêm.. *

jinikekî gotibû kurê xwe da "aha binêre abê qe digirî!?"

haha *



04.01.2018 23:22 ~23:23 | bûtîmar

8. tenê li cem zarokên ku piştî 5 saliya xwe fîlan hatine sunetkirin, peyda dibe. ez dema hê 5-6 rojî me, hatime sunetkirin. lê bisekinin, dîsa jî serbihuriyek min heye;
ji ber ku di 7 rojên ewil de di roviyên zarokan de flora hê çênebûye û loma kêmasiya çêkirina vîtamîna kyê heye, lazim e di van 7 rojan de sunet neyê çêkirin. lê ez bûme.
piştî demekê, dema diya mi hatî ser min, dîtiye ku ez di nav xwînê de me. min gelek xwîn wenda kiriye û ji mirinê filitîme. welhasil hindik maye bibim şehîdê sunetê.
tişta ecêbtir: gundiyeke me (li mêrsînê), haya wî jê çêbûye û hema yekcar kemberê xwe ji şalê xwe derxistiye û bi devê kêrekê, hundirê wê qewartiye. ew toz û telîza jê derketî, daniye ser birînê û xwînê sekinandiye. dibêjin kemberên wê demê nizanim ji çi dihatin çêkirin.. çiqas rast e nizanim tabî.



04.01.2018 23:30 | simurg56

9. Ez biçûk bûm. Weke xewnekê tê bîra min. Xaniyê me kerpîçî bû. Safane çîtikî bûn. şêxik li cem min bû. Li dora min çend mirov hebûn . Hinek jin, hinek mêr. Li min dimeyzandin. Min bîra sinetkirinê jî nedibir.

Serê min tewandî bû, şêxik li dawa min dinêrî, min jî li dawa xwe dinêrî. Min meraq dikir û gelo wê çi bike ji min *

Yekî bi tiliya xwe qurçika safane nîşan da û got:
Meyzê meyzê , wa mişkek e !

Min bawer nekir û nenêrî.

Dido yên dî jî li anîşkê nêrîn û eynî gotin:
Meyzê meyzê, wa mişkek e.

(Erê yabo, ma mişk li banî çi dikin) *

Dîse min bawer nekir. Lê vê carê bi psîkolojiya kerî (sürü psikolojisi) min serê xwe rakir meyzand. Û hew tê bîra min. Lê ji hingî ve parçeyek ji min kêm e *



04.01.2018 23:36 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên seyr ên nivîskarên tirşikê yên derheqê meha remezanê de

Kategoriyên mijarê:: cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî