Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
reddit.com - tirşik
reddit.com
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malperek gelek serkeftî ye.

li gorî gelek kesan "malpera destpêkê ya înternetê" ye.

tê de di derbarê her tiştî de subreddit hene ku rêveberiya wan aîdê endamên wê komê ne.

ew vîdyo, wêne û tiştên din yên ku hûn li ser facebookê fîlan dibînin, piranî ji vê malperê belav dibin mesela.



ev demek dirêj bû min subreddita /r/SyrianCivilWar(Here lînkê) dişopand, li wir di derbarê şerê sûrî de her dem agahiyên herî dawîn peyda dibûn.



lê îro dewleta faşîst vê malperê jî qedexe kiriye.



13.11.2015 22:52 ~22:53 | simurg56

2. Subreddita r/kurdistan jî piçek baş e lê zêde kes naşopînin lewma şîroveyên​ der barê nûçe an jî tiştên ku hatine parvekirin ne zêde ne.
Here lînkê



08.07.2017 17:26 | sloujouc

3. kurdî jêderk Here lînkê



28.12.2017 19:00 | kurdokercewsî

4. keyepelo înternetî yo ke sîteyanê girdan ra yew o. tede hema ez vajî her çî esto. fîlm û rêzfîlman ra bitepişe heta şerê cîhanî, çîyê kahanî, feza, zanistî ûsn.

tedeyîya nê keyepelî bi zafane bi îngilizkî yeno weşanayene. seba wendekar û karîyerperest û zanisthezan xîzmetêko bifeyde yo, bi saya nê keyepelî merdim hem eşkeno îngilizkîya xo aver bero, hem jî babeta ke pêra mijûl beno derheqê aye de agahîyanê başan bivîno. meqaleyê resmî, kovara ke sey otorîte yenê qubûlkerdiş ra, sîteyanê zanistî ra gelek lînk yeno parakerdene û derheqê babete de minaqeşe û şêwirêka başe derbas beno. coka merdim eşkeno hem derheqê babete de agahîyê xo bizêdno hem zî fikir û ramananê bînan waneno, bi saya wendişê fikirane cîya-cîyayan merdim reng reng pencerayan ra ewnîyeno babete ra. na rewşe zî hişmendîya merdimî zêdnena.

la belê tayê subreddit(bin-reddit) estê ke bi ziwanê a kome yeno nuştene. ferz û mîsal r/france de bi ziwanê franskî tedeyîya kome debena, r/spain de bi spanyolkî filan û bêvan.

ez zî 1 serre ra zêdetir na sîte teqîp kena, gelek weş bi mi şina. her roj nêzdîyê 1-2 saete ez uca ra nuşteyan, meqaleyan wanena. helbet îngilizkîya mi zî her ke şina baştir bena, coka axir ez rastê nê keyepelî ameya.



01.01.2018 17:03 | endazyar

5. Min go gelo di redditê de behsa tirsik.netê kirine yan na? Min Lê nihêrî endazerê me yê pezkûvî 2 sal berê behs kiriye Here lînkê



18.01.2018 20:30 | mîr

6. Malpereke medyaya civakî ye. Sepana wê jî heye.
Subreddit-ên kurd li wir de:
(bnr: r/kurdistan) Here lînkê
(bnr: r/kurdish) Here lînkê
(bnr: r/rojava) Here lînkê
(bnr: r/freekurdistan) Here lînkê
(bnr: r/qmg) Here lînkê
(bnr: r/qozelqort) Here lînkê



05.12.2019 01:20 ~16:18 | serfiraz hêvî

7. Malpereke gelek girîng e , divê Kurd girîngîyê bidinê û naveroka li wir jî bişopînin.

https://www.instagram.com/p/B6544gQD_tV/

sernivîsekî li ser redditê da nû hînbûm ku ev keç kurd e.



01.02.2020 16:49 | brzn

8. malpera go van rojan bi chromê ra nikarim têkevim e. xuyayê divê ez ji binî va chromê jê bibim.



12.12.2020 22:15 | hueyn

9. bê daxistina sepanê gelek rûpel navebe. îmana min ji malperên ku bi zorê sepana xwe didin daxistin diçe.



30.12.2020 18:00 | hueyn

10. joey for reddit rind e: Here lînkê

wek alternatîvek slide for reddit jî baş e: Here lînkê



31.12.2020 15:07 | ezcan

11. malpera ku bi zora darê sepana xwe dide daxistin. wexta mirov tiştekî dixwîne piştî deqqeyekî hîşyarî derdixe û nahêle em jê derkevin.



03.06.2021 01:27 | hueyn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» reddit.com

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî