Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 7 peyam
    de were lê - tirşik
    de were lê
    (1) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. navê straneke xweş ya xelîl xemgîn e..














    2015.11.14-17:08 | ferhenga şikestî

    2. Bi navê konseya berhevkirina gotinên stranan ji bo sepana gotinên strananê ez gotinên vê stranê pêşkeşî we dikim. Xwendinxweş:*





    Rewşenbîrê Kurd ê nemir, Nurî Dersimî wiha dibêje :



    "Min jî li ser vê rêya dijwar

    Gelek kire qîr û hawar

    Da jibo we jî rojeki

    Dinya bibe gulbihar"



    De were lê ayy derdê...

    Xemê, derdê, mereqê, elemê...

    Birîn a kûre,

    Ji destpêka emrê mida te xistîye nava dilêmine lê...

    Jana giran e heba leglegê,

    Ji destpêka emrê mida te xistîye nava perdên dilêmine lê...



    Konê pêçayî daye ser milê mine

    Berê min daye reya bêdawîye

    Çerxa felekê min digerîne

    Nema tîne dawîya emrê mine lê...



    Ha de bêje, lê de bejê, wê de bêje!

    Wê çawa here ji bîra mine lê...

    Wê çawa here ji bîra min lekê xwînê li rûyê zinaranda!

    Di şikeft û berqefat a hê jîne hestîyê bav û kalê mine lê...



    Wey jana girane birîna kûre..

    Te kirî mafê jîna mine,

    Li her şevê mêvanê xewna mine lê...



    Birîna xedare: Şûna derba atûna qurşîne lê...

    Xwîna diherikînê, mîna pêlên Ferat'ê gergîbîr e,

    Mîna çemê Minzûr'ê belekê berfê helîyane ji serê çiyayên Dersim'êda...



    Destê xwe didin ser vê birînê

    Nikarin bigrin vê lehiya xwînê lê...



    Lê tirsa min ji wê tirsê:

    Bimirim nebînim xule xula vê Çemê Minzûr'ê diherkînê,

    Û dixemlînê erdê Kurda lê dibê evîne lê...



    Lê tirsa mine:

    Nebînim eba min dest mida digerim li şikefta, berqefta,

    Dicîvinim navde hestîyê bav û kalê xwe,

    Wada bixwe me mezelê şehîdbûnê wayy...



    Ji tere rakim vê eşq û evînê lê...

    Xemê, derdê, kulê lê lê..



    2015.11.14-20:14 | mergehez

    3. strana carna ji nava serê xwe dikim qêrîn hewar û ev rêzik û gotinên wê yên xweş yên min tenê wan hînkirîye di stirim.



    Konê pêçayî daye ser milê mine

    Berê min daye rîya bêdawîyê

    Çerxa felekê min digerîne

    Nema tîne dawîya emrê mine lê...



    Ha de bêje, lê de bejê, wê de bêje!

    Wê çawa here ji bîra mine lê...



    2015.11.14-22:07 | shorbevan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîskarên kurd yên bi tirkî dinivisin [1]
    ji berê de rewş wisa ye mixabin. di serdema klasîk de jî niviskarên wi...
    serayê [1]
    tê gotin ku seraya keça mamed axa qet ne xweşik bû û ji ber vê tu mêr ...
    tu bêtir hej diya xwe dikî an bavê xwe [3]
    pirsa ku keça min ya 2.5 salî jê re bersivek gelek xweş dîtiye;
    ...
    hinara dawî ya dinyayê [1]
    ev sehneya di hinara dawî ya dinyayê de kir ku ezê careke din (vbnr: t...
    şahînê bekirê soreklî [1]
    çîroka marquez ya tenahiya sedsalî çi bi min dabe hîskirin, ev çîroka ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » were lê
    » lesoto

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrn kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî