Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
katalonya - tirşik
katalonya
(4) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. herêma xweser a bakurê rojhilatê îspanyayê ye. beriya 10 rojan parlementoya wê biryar da heta sala 2017'an serxwebûnê da û heta hingî wê amadebaşiyên serxwebûnê bên kirin.



duh li parlementoya katalonyayê parlementerê cup'ê (ku partiyeke dixwaze katalonyayek serbixwe û sosyalîst ava bike û deh kursiyên wê hene) josep garganté ala ypj ê bilind kiriye:



Here lînkê



17.11.2015 07:45 | xendekî

2. herêma xweser a îspanyayê ye.
roja 01.10.2017 ji bo serxwebûnê diçe referandûmê.



25.09.2017 18:46 | cinorek

3. bîska din min li euronewsê xwend: li spanyayê katalanên cudaxwaz ber bi serxwebûnê dimeşin.Here lînkê

çend hefte berê bi hevalekî xwe ya katalan re em qala rewşa katalanan li spanyayê peyivîn. ya rast ew e ku di destpêka sohbetê de min digot, ji xwe aliyê siyasetê ve gelek mafên wan hene: parlemantoya wan, al û sirûda wan, perwedehî û teşkîlata polîsan ên wan hene, evana çi de'wa li spanyayê dikin... di dawiya sohbetê de ez qenih kirim, belê ew tenê kurdên xwedî hinek mafan in, hew.

pirsgirêka wan a sereke ev e ku hikûmeta navendî butçeyeke kêm ji katalonyayê re dişîne lê ji turîzm û endustrî û çandiya vê herêmê bêrîkên xwe tije dike. min jê re pirsî, heke butçeyeke baş bide we, dîsa jî tu cudaxwaz yî? li vir vê peyva cudaxwazî bi wateyeke notr bi kar anîbûm, lê ew ez rast kirim, got, ez ne cudaxwaz im, kêfa min ji spanyolan jî tê lê mesele azadîxwazî ye û dîrok rê me daye ku madrid kengî hêzdar be, wê çaxê dengên me qût dike, çiqas li ser qanûnê mafên me bê parastin jî.

heqê wê tune ye gelo? min dîroka wan nexwend..

lê dewam kir: ma azadbûn jê ne çêtir e.
min got, teheyûla min nikare bersiveke bide te. rast e. mixabin.

euronews? erê durû ne, dêweke bêdiran e.

di vê navberê de: hûn dizanî bûn ku andorra dewleteke katalan e? heval sax be, êdî ez jî dizanim. *



11.09.2018 18:39 ~18:53 | biruya hayao miyazaki

4. meclîsa katalonyayê rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî nas kiriye. aqûbet li serê dewletên din ên dinyayê.

çavkanî: Here lînkê



20.10.2021 19:41 | xelîl

5. her bijî ji katalonya re. wan rojavayê kurdistanê weke 'kurdistan' nas kirine.

ya ecêb ewe ku rêweberiya rojava hê jî xwe weke qûzê sûriyeyê binav dike.



21.10.2021 12:17 | elaziz izzetpasa camii

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» katalonya

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî