Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qejmeriyên gramerî - tirşik
qejmeriyên gramerî
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştekî berbiçav e ku li tirşikê tê dîtin. vê peyva "qejmerî" ne ji dilfesadî ye. ez dikarîbûm crazy-ya îngilîzî dêvla wê bikarbianiyam an jî dînîtî. lê êdî ev furya ji rêzê derket û bû qejmerî. ji gramerê haybûn êdî ket asta manyakiyek. kesên ku ji çar peyvên wan ên 3 hema li ser gramer in, êdî dilê min dixelîne. lê car din jî ez wan fêm dikim.



tirşikvanan di jiyana xwe ya rojane de tirkî jî bikartînin. bi texmîna min tirkî ji kurdî bêhtir tê bikaranîn, ji ber ku perwerdeyên wan tirkî ye û kurdiya wan ne qasî ravekirin û sêwirandina hest û ramanên ku bi tirkî tê vegotin, baş e. dema kurdî dinivîsînin dixwazin mîna tirkiyên xwe kurdî jî bêkamasî binexşînin. dinexşînin an nikarin binexşin aliyekê, lê motivasyonên wan hema li ser gramer e û jiber vê jî hema bala xwe didinê vê mijarê. heta kengî vê qejmerî bidomîne nizanim lê êdî vê ji gramerê haybûn û balkişandina li ser çewtiyên gramerî NE Jİ BO ALÎKARÎ XWESTİN û alîkarbûnê ne.



nekin.

mekin.

biperrînin.



(bnr: 7 çewtiyên gramerî yên vê peyamê)



19.11.2015 23:02 ~23:10 | biruya hayao miyazaki

2. sernivîsa ku serhildanek e li hember heval akademîkan. %100 beşdar dibim van fikran. ji ber van kesan êdî xel ditirse bi kurdî biaxive an jî binivîse. yanê dema kesek bi kurdî axivî an jî bi kurdî tiştek nivîsand, mesele di cî de dizivire ser rêziman û peyvên cûda ên hereman.

divê em hinekî xeletiyên xwe qebûl bikin. axaftinekî baş, zanina peyvên cûda jî giring e. ew kesê ku bi kurdiya xwe dikare hemû fikrên xwe bi hesanî bîne ziman, ji kesê tenê gramerek baş dizane gelek çêtir e.



li ser twitterê tembûrxwaz heye. qet li gramerê felan nanêre şûna peyvê nizane, peyvek tirkî bikartîne yanê tirkmancî diaxive. lê bi kurdî henekan dike û dide kenandin. ger em bi vî zimanî tenê, gramer û meseleyên cidî weke siyasetê biaxivin, em nikarin vî zimanî bi xelkê bidî axaftin. divê hin kes derkeve bikute rêziman û bi kurdiyek e xerab henekan bike. wê demê wê ev ziman bibe alternatîfek..



20.11.2015 00:41 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qejmeriyên gramerî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî