Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
mêr çi dixwazin - tirşik
mêr çi dixwazin
(36) (4) (1)
di mijarê de bigere

2. 1-jin

2-jîyan

3-azadî.



21.11.2015 22:49 | mijdar

3. mêr çi dixwazin/80726

dixwazin jinek bînin û wê bi dara reşbikin..

1. mêr dixwazin serê wan rihet be

2. jiyanek pak

3. jinek pak

4.10 heb zarûk

..



21.11.2015 23:37 | shorbevan

5. pır tîşta dixwazîn



21.11.2015 23:51 | péxember

6. saxiya canê we! *



22.11.2015 02:06 | xwelî li ser

8. (bnr: mêr) *



22.11.2015 18:36 | biruya hayao miyazaki

9. pirsa ku bersiva wê bi kurtî "pêdiviyên xwe" ye.

mêr piranî pêdiviyên xwe yên fîzîkî û biyolojîk dixwazim. dema ev hebin jî an berê xwe didin afirandinê an jî berê xwe didin hevkuştinê.



di pirtûka the art of loving (tirkî, sevme sanatı) ya erich fromm de fikrek wisa hebû (min niha lê nêrî lê nekarî van hevokan bibînim û gelek sal li ser xwendina min derbas bûne);



"mêr ji bo ku xwe pêk bînin(yanî xwe bigihînin armanca xwe an jî kapasîteya xwe) li ber xwe didin û bi gelek riyan têdikoşin. lê jin bi saya anîna zarokan bi awayek hêsantir dikarin xwe bigihînin vê armanca xwe û xwe pêk bînin"



hevok wisa tê bîra min û bi qasê tê bîra min di vê pirtûkê de bû. li gorî vê referansê, ji bo mêran gelek û cûrbecûr tişt (li gorî riya xwe ya pêkanîna-xwe) pêwist in lê ji bo jinan mêrek li gorî dilê xwe bes e.



ev ne fikr û felsefeya min e lê nêrînek cûda ye û hêjayî nîqaşê ye.



22.11.2015 20:52 ~20:53 | simurg56

10. (bnr: ez jî nizanim derdê me çî ye) *



28.04.2016 17:06 | bûtîmar

11. mêr çi dixwazin/80726



28.04.2016 18:49 | mijdar

13. mafê xwe dixwazin *



28.04.2016 19:09 | shorbevan

15. komek mêr hene dixwazin zêde bin,
komek mêr hene dixwazin "nemir" bin.



16.01.2018 11:45 | kurdokercewsî

16. li gorî pirtûka gundikê dono, ji bo mêran jin û pere hebin bes e.



21.04.2018 21:46 | gulêê

17. dixwazin bizanin ku jin çi dixwazin!
(bnr: jin çi dixwazin)



27.07.2018 21:13 | xwelî li ser

18. Tenê ya dilê xwe dixwazin. Wekî din tu tişt li ber serê wan nare çimkî.



28.07.2018 01:30 | biaqila malê

19. Yên din nizam lê weke mêrek kurd ez dixwazim bi keçekê kurdî baş dizanera û bikaribe zarokê xwe bi kurdî mezin bikera bizewicim.

Li ser twitterê bi navê "federal Gundi" hesabek heye , ew her tim tvîta dişîne û dibêje ez keçek wiha wiha dixwazim.

Ez jî îro gotina federal gundî dikim*



30.03.2019 16:59 | brzn

20. Divê êdî mêr tiştekî nexwazin.jixwe xwesteka mêran gelek e.



30.03.2019 17:51 | hesinkar

21. rast dibê jî lê em çiqas jî bêjin em tiştekî naxwazin vir e.Ez tenê zimanê kurdî dixwazim *)



30.03.2019 17:53 | brzn

22. Ji çebûna wê de heta niha Mêrxasî dixwazê.



30.03.2019 22:34 | madîya

23. 1-pere
2-aramî
3-Ger ev ê li jor hebin, yên mayî jî pê re tên



26.10.2020 00:42 ~00:42 | merwano

24. Gelek tiştan dixwazin. Ya rast nabe ku mirov hemû mêra wekî yek kesek bifikire û xwestekên hemuyan yek bibîne. Bawerim ji xwe yê mijare vekiriye jî xwestiye her mêrek xwesteka xwe bibêje. Lê li gor peyamên heya niha hatine nivîsîn, gelemperî jin û pera dixwazin.

Lê em werin ser xwestekên min, gelek tişt di serê min de hene lê ez jî nizanim gelo kîjanê ji yê din bêhtir dixwazim. Lê ger wek mecbûrî wan bixime rêzekê, berê her tiştî dixwazim weke kurdekî li welatê xwe bijîm. Paşê di kar û qariyera xwe de serkeftî bim. Dawiyê jinek şîrhelal û zimanxweş bibînim û jiyanek aram pêre derbas bikim. Paşê bo netewa xwe xizmetekê bikim. Çi ji aliyê aborî, çi ji aliyê ziman û çi ji aliyê çandî ferq nake.



26.10.2020 13:11 | tîrêj zana 21

25. mêr dixwazin warin hezkirin



26.10.2020 16:40 | doesntmatter

26. 1. kutan
2. nihandin
3. kirin
4. seks



29.09.2021 13:25 | xabûrî

27. Pere divê. Jixwe pere deryê her tiştê vedike ne hewcê çîroka ye



21.05.2022 14:33 | evcebarê pirê

28. Em dixwazin axên kurdistanê yên parçekirî, bibin yek û azad bibin.



11.03.2023 20:12 | horhorik

29. Eger ev mêrê ku behsa mijarê ye, mêrekî bi tendurist be bi jinê re têkilîya cinsî dixwaze. Bi min di binê hemû gotin û kiryarên me de daxwaza cinsî/ lîbîdo heye. Em ji ber wê dixwazin bibin xwedî mal û milk, xwedî hêz, xwedî statû, dibin kesên romantîk, dixwazin bibin qeşeng, zana û bi aqil û hwd. Mirov dikare van mînakan zêde bike. Lê wekî ku min got em hemû tiştî ji bo hevşabûnê dikin, xwedinên min û serpêhatiyên min vê nîşanî min didin.** Herwiha jin jî yê herî herî baş dixwazin.( Di hemû mijaran de.)



13.03.2023 19:49 | bayê xerbî

30. mijara ku paş peyama mijdarê hanê diviyabû ew bihata girtin û danîna muzeyekê.
mêr çi dixwazin/80726



14.03.2023 16:25 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêrê ku wextê niyanê di hewzê de fetisiye
» çi qender

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî