Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
wateya xewnan - tirşik
wateya xewnan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hevalno bu çend şev li ser hev ez xewnên pirr xerab dibînim. ka ji kerema xwe hûn ji aliyê wateya xewnan de çi zanin li vir binivîsin. (çend roje rewşa min qet nebaş e).



26.11.2015 01:26 | mahîr amed

2. wateya xewnan kes nizane û nikare wateya wî ya rast bibêje/bike. xewn tiştek ecêbe niha ezê bibêjim ez ji wateya xewna bawernakim gumana min jêre tune lê belê pirî cara min xewn dîtîye paşê şîyarbûme min tiştê di xewnêde di jiyana rastî de jî dîtîye.. lê dibe ku mijarên meriv pir li serê difikire ew ji meriv re dibin xewn ji ber vî awhayî tiştên xweş bikin û bifikirin.. ger bi kabûsa xewnên şeva li we biherimin şevek bê xew bimînin.. ewê wextê weyî ku xewna bibînin nemîne, yanî ranezên û hew.



26.11.2015 01:43 | shorbevan

3. ez kîngê li ser xewnên xwe bifikirim têdigihîjim ku nava rojê çi hatibe serêmin û ez çi fikirîbim ewan hatine xwena min .û dîsa jî zana yê vî tiştî mamoste freud e . ez lînka pirtûka wî datînime li vir edî xwandin ji te re maye .Here lînkê



26.11.2015 04:23 | xeteraqirêj

4. tu wateya xewnan tune ye, laşê meriv radizê lê mejî bixwe qet ranazê.

tê gotin ku mirov di salê de nêzikê 5000 heb xewn dibîne û xewna herî dirêj 16 saniye ye, xewn bi pirranî nayê hêşê mêriv bi tenê xewna dawî ya şevê pirr kêm caran têt bîra mêriv..



26.11.2015 18:00 ~18:00 | ferhenga şikestî

6. Ji xeynî xewnên fantastîk û surrealîst, meriv berê razanê çi biponije û pê de bikeve xewê, kêm zêde xewna xwe de jî heman tiştî dibîne.

Divê meriv zêde ma'ne nede xewnan.

Dema ez piçûk bûm min casper, maske, pokemon û dragon di xewna xwe de didîtin, dema bi kurdî re mijûl dibûm min nivîskarên kurdî dîtin, aniha jî carcaran polês û daîşiyan di xewna xwe de dibînim. Loma min dev ji şopandina rojevê berda..



11.07.2016 22:24 | ferhenga şikestî

7. şivêndî bextiyar elî di sûretê zelamek 40 salî de mehvanê mala min bû. li derî neda, yekser min wî di salonê de didît. dibe ku sedemê vê ev be: min ji mêj ve pirtûka wî kirî bû, her li mala min a li gund bû. êvara perwaneyê dixwênim van rojan, gelek bi keyfa min e roman. Lewma min mereqa jiyana wî kir bû, gelo çi dike niha... vicê bextiyar elî li mala min a li stembol ser wê masa zer rûniştî bû. Bi sebeb ku pirtûkên kurdî zêde nayên firotin nivîskarên kurd hişê min de xwidan îmajek hejar in. bextiyar elî şorbeyek vedixwar ser masê. Min dipirsî tu birçî ji te re xwarin çêkim, nizanim çi got lê min dest bi çêkirna xwarinê dikir.



27.03.2020 15:27 | hespêsor

8. hinin xewn hene ne yên şîrovekirinê ne, wekî tiştên ku berî xewnê hatine çêkirin, dîtin an bihîstin hwd (bandora fîlman, pirtûkan an jî bûyerên mezin ên di demekê berê de hatine qewimîn). yên ku tên şîrovekirin, xewnên ku piranî têkiliyên wan bi bûyerên rojane tune ne.

car caran geh bo ya xwe geh bo ya dayika xwe, serî li şîroveyên xewnan ên înternetê didim. lê gelek caran bo heman têgihê him şîroveya neyînî û him jî ya erênî didin. bi vê jî tu xêra xwendinê namîne. mîsal bîska din min li maneya gayên zer ên qiloçmezin neriya. geh dibêje ya xêrê ye, geh dibêje wê bûyerên ne xweş biqewime. ka min çi jê fêm kir.*

li înternetê şîrovekarên derîslamê jî hene. lê ez bi xwe yên îslamî çêtir dibînim, herçiqas duserî bin jî.



19.03.2022 11:28 ~11:29 | biruya hayao miyazaki

9. di vê Here lînkêê de li gorî gugilandinê nexşeya xewnan ya welatan derxistine. li Tirkiyê herî zêde mar derketiye.



19.03.2022 20:31 | endazer

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» wateya xewnan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi yendin zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî