Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    31 mijar û 58 peyam
    peyamên pîrozkirina cejna remezanê - tirşik
    peyamên pîrozkirina cejna remezanê
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. îro destpê kirin dîsa.

    peyamên ku gelek caran hêviya aştiya rojhilata navîn dihewîne, ne.

    ji salên berê tişta ku cûda bûye ew e ku êdî bi whatsappê jî têne û loma hê dirêjtir in.



    "Cejna Remezan a pîroz di serî de hemu gelên rojhilata navin û a misilmanan piştre jî hemu cihanê pîroz be. Rehmeta Remezanê li asimanen cihanê tîrêjen aşitiyê belav bike û misilman û ne misilman hemû cihan mezinbuna Xwedê bihese"



    "Ji ser axa birîndar

    Ji nav dilên evîndar

    Ji xemla Cûdî û Gebar

    Ji nava berfa Sîpan

    Ji bêhna gulên çîyan

    Ji her çar perçê Kurdistan

    Cejna we ye, Remezanê pîroz be."



    2013.08.08-11:39 | simurg56

    2. hîda we bimbarek be jî dibêjin..

    hîda şekîrê bimbarek be..



    2014.07.27-01:18 | havka

    3. (bnr: îda we pîroz û bimbarek be)



    2014.07.27-12:13 | xendekî

    4. (bnr: ya te jî)



    2014.07.27-16:31 | simurg56

    5. peyamên ku berê ji min re gelek dihata şandin. lê hingî min bersiv neda û ji wan re peyamên pîrozbahiyê neşandin, hindik bûn.

    ka em binêrin wê îsal çawa be. yên ecêb bên ez ê li vir binivîsim ..



    2014.07.27-21:44 | brusk56

    6. "em hêvî dikin û dixwazin ku xwedê teala rehma xwe bi ser me de bibarîne û ji bo xatirê vê roja pîroz aşitî û aramiyê ava bike."



    2014.08.01-14:17 | simurg56

    7. di nav peyamên ji min re hatî de, ya herî baş ;

    "Bi heviya ku ev cejn bi xwe re aşti, azadi u serxwebune bine cejna we ji dil u can piroz dikim"



    2014.08.01-16:21 | brusk56

    8. Karekî boş û beredayî ye. Ku derfet hebe rûbirû hevdîtin. Derfet tune be, çend kelîme be jî bi telefonê axaftin. Meriv misoger peyamekê bişîne, mesaj şexsî be ne bi gelemperî be guncavltir e.



    2014.08.02-03:42 | seydayê_peyvan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    amedspor [1]
    tîma ku 4 maçên dawî ên li mala xwe de lîst, bi piştgiriya aligiran, h...
    peyvên xwedî nivîseke karîzmatîk [1]
    Xelat, xebat û welat *...
    peyvên xwedî nivîseke karîzmatîk [1]
    (bnr: xwê) yekî tirk xwe bikujê jî nikare vê peyvê bixwîne. Ev qarîz...
    quzhesin [2]
    peyva ku cara yekem min di pirtûka helîm yûsiv ya bi navê (vbn...
    rudaw.net [2]
    di malpera xwe ya kurmancÎ de sernivîsek wisa avêtine : "li Tir...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » peyamên ku tirşikvan ji wan hez dikin û dixwazin bên nivîsîn
    » pîrozkirina îşgala stenbolê
    » cejna pesah
    » remezanên berê

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî