Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bahdînî - tirşik
bahdînî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew kesên li (bnr: herêma bahdînan) dijîn.



09.11.2014 01:53 | vêca çiyeeee

2. (bnr: badînan)



09.11.2014 02:05 | vêca çiyeeee

3. mixabin qey tiştek li ser nehatiye nivîsîn ango min peyda nekir.



07.12.2015 05:13 | wiha wilo wisa

4. (bnr: bawerkirina ji lêgerînê)



binêre van mijaran:

(bnr: badînan)

(bnr: bahdînî)

(bnr: behdînan)

(bnr: herêma bahdînan)



07.12.2015 17:36 | xendekî

5. jêrzarava an devokeka kurmancîye, dibe cureyek govend û dilanê ya herema badînan be baş ne bawerim..

û badînanî, behdînî an behdînanî jî tê gotin. jêrzaravayek kurmancî ye, bi taybetî li Badînan tê peyivîn. Jê re kurmanciya Başûrê Kurdistanê jî tê gotin.





çavkanî: piçekî bêqîmet jiber wîkîpediyayê hatîye girtin.



07.12.2015 17:42 | shorbevan

6. hin kes di civaka wergerê ya google-ê de gotiye bira wergera badînî jî destpê bike, ji xeyrî kurmancî. serxweş in herhal.



13.02.2018 15:58 | biruya hayao miyazaki

7. devoka ku gelek di bin tesîra soraniyê de maye. li bakurê kurdistanê zimanê tirkî li ser kurdî çawa be ev jî wisa ye lê hinekî nermtir e. diviya hikûmeta herêma Kurdistanê qeşe bi her du zaravayan jî bidaya. îja nizanim qey wan karên girîngtir hene. hêvîdar im ev rewş wisa nedome çimkî dê taybetmendiyên kurmanciyê li wir wenda bibe. badînî dê ber bi soranîbûnê ve biçe.

çend cûdahî hene di navbera kurmanciya me û badîniyê de.
- qertafa kesê sêyem ê yekjimar -it, -ît, -itin, -îtin e. lê ev tenê ji bo lêkeran e. bo nimûne ew diçit, ew diparêzit, ew dikujit; lê ew dîn e, ew rind e, ew çivîk e.
- qertafa kesê yekem ê pirjimar -în e. ev ji bo navdêran jî wisa ye. bo nimûne em azad în, em dibêjîn, em radikevîn, em mirov în.
- ê û wê-ya qertafa dema bê li dîv (li ba) wan dê ye.
- ji bo dema bê lêker qertafa bi- nagire. bo nimûne 'xanî dê kevît' (xanî ê bikeve), 'rûbar dê miçiqit' (rûbar ê bimiçiqe).
-gelek peyvên mê li ba wan nêr in. nizanim ev divê wek taybetmendiyekê bê jimartin yan çewtî? bo nimûne 'demê ez hatim tu çûbûy' dem bi asayî mê ye lê li ba wan bûye nêr, wekî vê gelek peyv hene.
- di kurmanciya yekgirtî de rayeka kirinê k ye lê di badîniyê de ke ye. bo nimûne ez vedikem, tu çi dikey, ew çi diket, em çi dikeyn.
- lêkera hatinê berevajî me rast ditewînin. bo nimûne ez dihêm, tu dihêy, ew dihêt, em dihêyn.
- anîn-a me li ba wan înan e. bo nimûne 'min îna' (min anî), 'te bi kar îna' (te bi kar anî).
- yek li ba wan êk e.
- qertafa pirjimariyê -ên li ba wan -êt e. bo nimûne hevalêt min, mirovêt hêja.
niha yên hatin hişê min ev in eger hinekî din vedozim ez ê tev lê bikim.

herwiha ramana badîniyekî li ser mijara alfabeya kurdî: helbet latînî baştir e û dirusttir e, herdem geşbîn im ku rojek dê hêt elfbêya latînî dê bîte stander bo zimanê kurdî.



26.03.2021 20:42 ~2021.03.29 21:12 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bahdînî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî