Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rîçala bacanê reş
peyamên çepikkirî

81722. cûreyeke rîçalê ye. ji aliyê gelek deveran û gelek kesan ve nayê zanîn. heta weke ku ez dizanim li îdirê tenê tê çêkirin. ger hebe sibe, nîvro û şev yanê her dem dikarim bixwim. di tê de tehma fêkiyên tropîkal ên amazonê, tehma baharatên tûj yêm başûrê amerîkayê û tehma xwarinên mistîk ên rojhilata dûr heye*



08.06.2013 00:32 | simurg56

81846. xwarina ku xwezî min bikariba bi avayekî ji nivîskarên tirşikê re bişanda, cem min 3 merkane rîçalên ku dayika min ji min re çêkiribû hebû, lê mixabin xelas bûn. wekî din, ji ber ku kêm tê çêkirin, dîtina wê jî zor e. yanê nayê firotin, encax her kes ji xwe re çê dike.



çêkirina wê: dayika min, li bexçeya malê li ser kuçik çê dike. di sêrî şevekê pêşde qalikê bacanên reş tê spî kirin. heya sibê di nav avê de tê rawestin. sibetirê bi çetelan ve qulqulkî dikin ku şerbetê baş bikşîne. paşê li ser kuçik, di nav beroşê de, di nav ava bi şekir (şerbet) de tê kelandin. dema ku tê kelandin çend perçe lîmon jî tê avêtin. ji ber ku bacnên reş belav nebe biharatekê tev dikin lê navê wê nayê bîra min. paşê bi şerbetê ve tev, dixin merkaneyan. noşî can be...



08.06.2013 00:32 | simurg56

84484. rîçala ku êdî divê bi avayekî hebûna wê û xweşbûna tehma wê îspat bikim e.



08.06.2013 00:32 | simurg56

85798. Dema ez zarokikî biçûk û neqenc bûm, diya min carekê rîçala bacanên reş çêkir.

Ez ji we re bêjim bêka çawa çêkir:

Pêşî Bacanên can û xweş neqand . Peyre di beroşeke mezin û qemirandî li ser agirê dar û qirşikên pembû ne kêmî sê-çar saetan biraşt . Dûvre tiştne din, tiştne din û tişne din kir . Ya taliyê çar-pênc qetremîzkê (şûşên camê) rîçala bacanên reş jê derketin. Ma çiqa xweş û şêrîn bû, ida nayê gotin. Em ketine serde û me di pêleke kûrt de xilas kir. Ji bo ku çêkirina wê zor bû û xwe li ber me negirt zu xilas bû, diya min jî hew çêkir. *



Car ew car e , çavên min li wê rîçala bacanên reş *



27.10.2013 15:55 | simurg56