Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rîçala bacanê reş - tirşik
rîçala bacanê reş
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cûreyeke rîçalê ye. ji aliyê gelek deveran û gelek kesan ve nayê zanîn. heta weke ku ez dizanim li îdirê tenê tê çêkirin. ger hebe sibe, nîvro û şev yanê her dem dikarim bixwim. di tê de tehma fêkiyên tropîkal ên amazonê, tehma baharatên tûj yêm başûrê amerîkayê û tehma xwarinên mistîk ên rojhilata dûr heye*



10.12.2015 13:31 | nazim tolhildan

2. rîçaleka wisa ne bawerim hebe eger hebe jî ne heyfa wî şekirî ku balîcana dike rîçal.



11.12.2015 12:32 | shorbevan

3. rêçala willeh û billeh dilê min çuyê. min pir mereq kir, ka em dikarin ji kû derê peyda bikin?



11.12.2015 21:59 | azadixwaz

4.

Ez jî mereq dikim rîçalên balcanê çawa dikin..rîçalên hirmî, sêv, mişmiş, erûg, geraz, fişne..hwd hinek dizanim çawa dikin jî lê ya balcanê çawa dikin qet nedîtiye û nebibîstiye jî ..jiber vê pir mereq dikim…



11.12.2015 23:36 | havka

5. Ji ber ku min heta niha rîçala qaşilê şebeşan jî xwariye ez ew qas şaş nemam, lê îtîraf dikim ez ku hingî zehf hejê dikim bacanê reş dikim nav hemû xwarinan de (meqarme, savar, birinc, mücver, tirşik, börek, qelînek, tirşî, hwd) ema ceribandina rîçalê nehat fikara min. kê xwaribe û ji destê kê xwaribe bila bipirse, ji me re eşkere bike ka çawa tê çêkirin.. Kevçî vê rîçalê nexwê wê xemê bixwe..



12.12.2015 06:11 | kevçiyê dil

6. xwarina ku xwezî min bikariba bi avayekî ji nivîskarên tirşikê re bişanda, cem min 3 merkane rîçalên ku dayika min ji min re çêkiribû hebû, lê mixabin xelas bûn. wekî din, ji ber ku kêm tê çêkirin, dîtina wê jî zor e. yanê nayê firotin, encax her kes ji xwe re çê dike.



çêkirina wê: dayika min, li bexçeya malê li ser kuçik çê dike. di sêrî şevekê pêşde qalikê bacanên reş tê spî kirin. heya sibê di nav avê de tê rawestin. sibetirê bi çetelan ve qulqulkî dikin ku şerbetê baş bikşîne. paşê li ser kuçik, di nav beroşê de, di nav ava bi şekir (şerbet) de tê kelandin. dema ku tê kelandin çend perçe lîmon jî tê avêtin. ji ber ku bacnên reş belav nebe biharatekê tev dikin lê navê wê nayê bîra min. paşê bi şerbetê ve tev, dixin merkaneyan. noşî can be...



12.12.2015 10:40 | nazim tolhildan

7. nabê bawo herãl êdêtâ erep în hêr tîşt rîçãl dîkîn qê dîbê



12.12.2015 20:19 | qers

8. rîçala wekî ya kundira nabe




9. xwarina ku êdî bû şert di civîna bê ya tirşikê de di menûyê de hebe.



13.12.2015 21:27 | simurg56

10. Riçala ku min tû car ne dîtî û ne bihîstî dibe ku reçala nîgaşî be.



14.12.2015 00:36 | ycup

11. rîçala ku êdî divê bi avayekî hebûna wê û xweşbûna tehma wê îspat bikim e.



05.02.2016 10:44 | nazim tolhildan

12. Dema ez zarokikî biçûk û neqenc bûm, diya min carekê rîçala bacanên reş çêkir.

Ez ji we re bêjim bêka çawa çêkir:

Pêşî Bacanên can û xweş neqand . Peyre di beroşeke mezin û qemirandî li ser agirê dar û qirşikên pembû ne kêmî sê-çar saetan biraşt . Dûvre tiştne din, tiştne din û tişne din kir . Ya taliyê çar-pênc qetremîzkê (şûşên camê) rîçala bacanên reş jê derketin. Ma çiqa xweş û şêrîn bû, ida nayê gotin. Em ketine serde û me di pêleke kûrt de xilas kir. Ji bo ku çêkirina wê zor bû û xwe li ber me negirt zu xilas bû, diya min jî hew çêkir. *



Car ew car e , çavên min li wê rîçala bacanên reş *



24.03.2016 20:32 ~20:37 | gumgumok

13. rîçala jiber balîcan nêvzî titûnêye dema ew şekir li hevdû dikebe dibe kanserojen(kansêr jê çêdibe) ji tendûristîyêre nebaşe divê bilez navê wê jî bê hindakirin *



25.03.2016 00:40 | shorbevan

14. Here lînkê



29.09.2016 11:56 | nazim tolhildan

15. rîçala (bnr: îdir) ye, bi rastî jî gelekî xweş e. Erê di sêrî de meriv dibê yaw ma ji bacanan riçal dibe, lê dibe, bi rastî dibe *



18.01.2019 17:38 | jifêzagorda

16. êca bacanê reş û rîçal ? wele bavo xweş govend e. *

(bnr: what the hell)



03.01.2020 08:59 | xelîl

17. (bnr: tirşikvan ev eciband) *



08.05.2021 22:58 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rîçala bacanên reş
» bacanê kutayî
» reşşik bi te keto

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî