Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; wexta zerya min nîşan kirin
peyamên çepikkirî

81906. Stranek pirr xweş e, ya Aram tîgraniye

Gotin: Kurdekî Ermenistanê ye

Meqam: Gelêrî



Wexta Zerya min nîşan kirin

Devê birîna min vekirin

Birîn tije xwê dikirin

Derman çare pê nedikirin



(Koro)

Wexta Zerya min nîşan kirin

Devê birîna min vekirin

Birîn tije xwê dikirin

Derman çare pê nedikirin



Derdê dila wê çawa be

Dil kafire re pê nabe

Eşiqa dila betal nabe

Gelo halê me çawa be



Çi zinarek teqeteq e

Min gul çinî te kir baqe

Kê dîtiye kê bînaye

Qîz ser kuran bû aşiqe



Çi kanîke wê qicqicî

Cotê kewa lê xaricî

Xwezla min li wî xortî biya

Ew bi dilê xwe zewicî



Derdê dila kes nebîne

Gere mirova dilzêrîne

Dil ku ketê çare nabe

Başqa dila nahebîne

Starnê guhdark ser vê lînkê(lînk:

)



26.10.2013 04:07 | zero