Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 29 peyam
li cizîr û silopiyê amadekariyên şer - tirşik
li cizîr û silopiyê amadekariyên şer
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Amadekariyên dewleta tirk ya dagirkerin kû tê de planên qetliyamek nû dikin.





Rêveberiya Perwerdeya Navçeyên Silopî û Cizîrê peyamek ji mamosteyan re şand û tê de ragihand, ji bo seminerên perwerdeya navxweyî, ji 14ê Berfanbarê ve dê li dibistanê perwerde were rawestandin. Di peyamê de, her wiha, hatiye amaje kirin ku mamoste ji derve hatine dikarin herin malên xwe.



14.12.2015 00:15 ~00:17 | ycup

2. şerê divê pkk bilez stratejî bi guherîne cîhê hewceyî pê hebe bira terorîstîyê jî bike.. bira hişyarî bide hemû leşker û serleşkera bibêje kurdîstanê terk bikin an hunê têda herin.. bira li hemû qereqolan bixin.. wekî din bi tîmên taybet ev pirsgirêk çareser nake û pkk wê xwe bi qedîne rê ji dewletêre xistîyê herderî xerakirin..



14.12.2015 20:19 | shorbevan

3. Heta ku siyaseta kurda ji destê partiyên wekî hdp'ê û tevgerên wekî ydg-h'ê dernekeve mixabin ev tiştana wê ji jiyana me kêm nebe. Ez dû dewletê, pkk,hdp,zav û zêçên ydg-h, quzulkurt... yanî gişa suçdar dikim. Heqê kesî tune va zilma li gelê kurd bike.



14.12.2015 21:27 | arya jîyanda

4. a ku ketiye meriyetê. planeke pir-alî hatiye destpê kirin. aliyeke planê jî ew e ku kurd ji rêxistinê bên dûr xistin e. rast e kurd ji van buyeran gelek xisar dibînin ez jî ji vê yekê aciz dibim lê tu carî jî nikarim kêmtir ji dewletê aciz bibim. serê her tiştî dewlet e û sedemê her tiştî jî dewlet e. êdî xuya dibe ku ev buye şereke aşkere û berbilav, şerê man û nemanê. ku wisa be, nû şerê xelasbunê destpê dike.



14.12.2015 23:16 | azadixwaz

5. Ji aliyê dewletê ve tên kirin.



Bila haya her kesî pê hebe ku mesela ne xendek ne jî çalakên ydg-h û hew e. mesela self-determînîzma kurdan e. niha li rojavayê kurd gelek serkeftî qezenç kirin û aliyê başûrê jî xwe bo serxwebûnê amade dike. dewleta tirk jî bi rastî naxwaze kurd tiştek qezenç bike, niha amanca alikarbûna dewletê bo başûr nehêlina yekbûna kurda ya. (Gava daîşê erîşî başûrê dikir tirkîya destek neda başûrê, ez bawer im ew wext sîyasetvanên başûr jî fehm kiribû nîyeta wan ).



Lê mixabin xelkê me vî rastîyeke mezinî pir fehm nekiriye. lê ez bawer im dê tiştinê baş bibin. bi êşên giran.





15.12.2015 20:16 | endazyar

6. a ku doh zarokek û îro jî buye sedema mirina zarokeke din. mirin xweştir ji vî halî!



15.12.2015 20:48 | azadixwaz

7. ji bo dewletê lîstikeke e lê ji bo kurdan trajedî ye.

mesele ne self-determînîzm e, mesele neçariya pkkê ye. îro dibînin ku pkk nikare êrîşek mezin li dewletê bike. em xwe nexapînin, pkkê îro xwe di nav de xef kiriye û wisa bi dijmin re şer dike û şerek bêserkeftin dimeşîne. di raya giştî ya tirkiyê û dinyayê de jî girîngiya van êrîş/şeran tune.



divê pkkê demildest dev ji vê taktîkê berde. ev şer tenê kurdan diêşîne, malên wan xerab dike, bajarên wan wêran dike. mixabin ev stratejî jî wê mîna îdîaya parastina qadan ya 2012an bi têkçûnek mezin û bi mirina sedan xort û sîvîlan bi dawî bibe.



16.12.2015 16:28 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» cizîrîyê bi stranbêja ingilîz re stran gotî
» şerengo

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî