Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 10 peyam
    ednan kerîm - tirşik
    ednan kerîm
    (3) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. hunermendê ku vê strana ku helbesta melayê cizîrîye pir xweş stirye edî hewqas xweş tê strandin jê nemînin. videoya wî:
















    gotinên wê di vê helbestêda li tevlîheve lê heye:





    Melayê Cizîrî - Vê Firqetê Ebter Kirîn

    Vê firqetê ebter kirîn

    Feryad ji destê firqetê

    Jar û de'îf û zer kirîn

    Feryad ji destê firqetê



    Pir zer kirîn wek zêr-i mam

    çehvên di lutfê pîr-i mam

    Daim li rê çavnêr-i mam

    Feryad ji destê firqetê



    çavnêrê reftara te bûm

    Muştaqê gulzara te bûm

    Lew dûr ji dîdara te bûm

    Feryad ji destê firqetê



    Dûr bûm ji wê reft û çunê

    Wan 'işweyan guft û kenê

    Nayê bi çehvan min dinê

    Feryad ji destê firqetê



    Dinya bi min mij bû û xemam

    Xew jî li çehvanê min heram

    'Umrek bi vî halê he mam

    Feryad ji destê firqetê



    Sa'et li min têk sal-i bûn

    Daim li ser dest fal-i bûn

    Herfên dihatin dal-i bûn

    Feryad ji destê firqetê



    îro tinê derhat elîf

    Me'ne diçû bejna şerîf

    Ya xare lê kemxe û qedîf

    Feryad ji destê firqetê



    Vê firqetê pir dil şewand

    Cerhên qedîm dîsa kewand

    şîşên di sor tê da tewand

    Feryad ji destê firqetê



    Daxên me dîsa reş kirin

    Yek yek ji nû ateş kirin

    Lê zêde penc û şeş kirin

    Feryad ji destê firqetê



    Sewda û sews û gêj kirim

    Pir her di dil xwînrêj kirim

    çendan we bûm lê hêj kirim

    Feryad ji destê firqetê



    Bi l-lah ji nale w zariyan

    Gezmên di wan xummariyan

    Xew nakirîn şevtariyan

    Feryad ji destê firqetê



    şev bû dinê çeşmê me da

    hetta beşîr mizgînî da

    Dê bê seher şahê geda

    Feryad ji destê firqetê



    Mizgîn ko da min ev qeder

    Rûhê şirîn min hate ser

    Xeylek li min ron bûn beşer

    Feryad ji destê firqetê



    Ron bû bi dîdara te dil

    Bû xerqê enwarê te dil

    Naret ji ferwarê te dil

    Feryad ji destê firqetê



    Minnet me dildarê xwe dî

    Dîsa ji nû yarê xwe dî

    Sultan û xundkarê xwe dî

    Feryad ji destê firqetê



    Reşkagulê sinbil çevîn

    Minnet me dîsa xem revîn

    Nû bûn li dil hubb û evîn

    Feryad ji destê firqetê



    Derdê xedar bêm firqet e

    Firqet ji can pir zehmet e

    Ya sehl ko 'aşiq rih dite

    Feryad ji destê firqetê



    Narê firaq û sohtinê

    Êşa xedengê nuhtinê

    Pirs kin ji 'uşşaqan tinê

    Feryad ji destê firqetê



    'Aşiq ew in her dimirin

    çend yek di remzên dilber in

    Keybir li dil min bihtir in

    Feryad ji destê firqetê



    Ya reb bi dîdara xwe kî

    Min waşilê yarê xwe kî

    Bes şohtiyê narê xwe kî

    Feryad ji destê firqetê



    Me j’ dostê satek dûr nekî

    Perkende û mehcûr nekî

    Dîsa ji nû dil hûr nekî

    Feryad ji destê firqetê



    Xaka riya dilber Mela

    Bikşîn di çehvan wek cila

    Dîdarê qismet bû hela

    Feryad ji destê firqetê







    çavkanî:

    --ji asoya helbesta kurdî--

    Here lînkê



    2015.12.22-12:37 | shorbevan

    2. straneka wî wekî dengê wî bedew hate kişfkirin berî herkesî ferhenga şikestî bira jê nemîne û ger pêkanbe di destade hebe gotinên wê jî xendekî binivîsîya ewê pir qenc bibûya.., sitrana wî bi navê çavên maxmûr neyê fehmkirin jî meriv li gorî xwe dikare bi wate bike.. * gelek hêjaye livir dikare were gohdarîkirin:














    2016.01.21-20:56 [guhertin:2016.01.21 20:57]| shorbevan

    3. Hostayê coş û peroşê ye bêguman.



    Bo min Strana wî ya xweş a di rêza yekem de "Dilî min" e














    ya didûyan jî "bayê nesîm" e














    Ya sisêyan jî "saqî" ye ku hinek gotinê stranê raber û rapêşê we kem



    saqiya!

    wa badewe wa badewe!

    rû le lay min ke be camî badewe

    muşterî wek min le meyxanê kemin

    zorbeyan şad û be keyf û bêxem in



    mey helal e!

    bo minî wêranemal

    bo minî sergeşte û rût û recal

    bo minî babirdeley girdenişîn

    bo minî dil pir le nasor û birîn

    bo minî aware û dûre wetan

    bulbulî bêbeş le gulzar û çeman!

    ...












    2016.01.21-22:10 [guhertin:2016.01.21 22:13]| ceso

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    pêşgir [2]
    ew çend tîpên ku bi hatina pêşiya peyveke din, wateya peyvê diguherîni...
    navên ecêb ên pirtûkan [1]
    (bnr: apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir)...
    zarokên kurdan ji bo baleyê pir jêhatî ne [2]
    Me go bila bariş ware em ê baleyê jî çêkin....
    kesên ku mirov ji mewlûda wan direve [1]
    kesên ku ewqasî zerera wan ji mirovê re heye (bnr: tofan) kes naxwaze ...
    baptîst [1]
    serpêhatiya ku di nav ofîsê de min heta hêstir çavên min bên daye kena...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ednan kerîm
    » kerîm lawo çeqilmast

    Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî