Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 9 peyam
    zerdeşt - tirşik
    zerdeşt
    (1) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. zerdeşt( zerduşt ) feylezofÊ yekem tÊ dÎtin, gellek felsefevan dibÊje zerdeşt cihanÊ de fÎlozofÊ yekem e... tÊ dÎyar kirin ku zerdeşt eslÎ wÎ kurd e, li welatÊ medya yÊ hatiye cÎhane...

    felsefeya pÎrÊ me zerdeşt ser van esasan e : baş bifikire, baş bixwine, baş bike.

    niha ez xwe wek berdestkÊ zerduşt dibÎnim *

    berdestk: kesê ku li ber destê yekî hînî pîşe dibe



    2013.08.09-22:56 | zerdeşt

    2. FİLOZOFÊN KURD 1 - ZERDEŞT

    Mihemed RONAHÎ



    Di jiyana mirovan ya entellektuelî de asta herî bilind felsefe ye. Felsefe xebateke derûnî ye. Mirovê kevnar neçariya xwe ya li hember xwezayê bi arava felsefeyê têkbiriye û hatiye vê demê. Lê mirovan ji demên kevnar heya îro, hê pirsgirêkên xwe yên felsefî neqedandine û dê neqedînin jî. Lewra heya mirov hebe pirsgirêk dê hebin û heya pirsgirêk hebin felsefe dê hebe. Ji ber vê yekê meriv dikare bêje felsefe mertalê mirovan yê li hember neçariya wî ya heyînî (ontolojîk) ye. Bi arava felsefeyê xwe ji van pirsgirêkên heyînî diparêze. Ne tenê di warê heyînî de, di heman demê de di warê zanînê de,di warê civakê de di warê hebûn û tunebûnê de kurta qisê di hemû warên di derbarê mirovan û mirovahiyê de felsefe şewqê dide pêş hezkiroxên xwe û rêya wan ronî dike.



    Ji ber ku felsefe asta şaristanî û çanda netewan ya herî bilinde,hema bêjin hemû netewên mezin û kevnar li felsefe û fîlozofan xwedî derdikevin û wan ji xwe re dihesibînin. Serqisê ewrûpayê îro hingî xwe li felsefeyê kiriye xwedî,gava behsa felsefeyê tê kirin meriv dibêje qey ji fîlozofên ewrûpayê bêtir tu fîlozof dernektine li dereke din. Heta felsefeyê jî bi şaristaniya xwe ya kevnar a yewnanan didin destpêkirin. Ya xirab jî tu zana û entellektuelên cîhanê yên netewên din jî li hember vê yekê deng nakin û ew jî dipejirînin. Wekmînak li Tirkiyê gava hûn li kitêbên ciwanên lîseyî dinêrin,perwerdehiya neteweyî ya Tirkiyê di mufredata lîseyan ya felsefeyê de,felsefeyê ji yewnanan dide destpêkirin. Ne tenê li Tirkiyê weka ku me li jor jî got li dewletên din jî rewş wisa ye. Felsefeyê ji yewnana kevnar didin destpêkirin. Fîlozofên ewil jî wek Thales, Anaximandros, Anaxsimenes didin naskirin. Lê ev xap a ewrûpayîyan e. Felsefe ji mezopotamyayê destpêdike û fîlozofê ewil jî Zerdeşt e. Vê yekê ne ku ez dibêjim fîlozofê wan ê herî navdar Nietzsche jî dibêje û dipejirîne. Ne tenê Nietzsche hemû ji Zerdeşt re dibêjin “Zerdeşt fîlozof e” lê felsefeyê ji şaristaniya xwe didin destpêkirin. Ma dema ku Zerdeşt fîlozof be û beriya van fîlozfên wan ên ewil jiya be çawa felsefe ji yewnanan destpê dike?



    Ez dixwazim niha li ser vê mijarê rawestim. Ev yek rastiyeke misoger e. Birastî tu kes nikare vê rastiyê înkar bike,lê ji ber ku dewleteke Kurdan tuneye Kurd nikarin di warê zanistî de bi awayekî navnetewî xwe bînin ziman û tu dewletek din jî li vê rastiyê xwedî dernakeve. Heke zanîngehên Kurdan hebiyana gelek rastiyên dîrokî yên weka vê rastiyê derketa holê. Çiye ev rastî? Rastî ev e ku, li ser rûyê cihanê felsefe bi bav û kalên Kurdan destpêdike û fîlozofê ewil jî Zerdeşt e. Niha em dê fikr û ramanên wî,felsefeya wî pêşkeş bikin. Hûn dê bi awayekî zelal bibînin ku fîlozofên yewnanan yên ewil fikrên xwe ji ber felsefeya wî stendine.



    Zerdeşt fîlozfekî Kurdistanî ye. Beriya zayînê li dora şesedî jiyaye. Digel ku di warê jiyana wî de gelek dîrokên cuda tên nîşandan jî,bi pirranî dîrokzanên îranî jiyana wî di 660 ê berê zayînî de dipejirînin. Li herêma urmiyê ji dayik bûye. Bi eslê xwe medî ye. Felsefeya Zerdeşt li ser nakokiyan e. Li gorî felsefeya Zerdeşt di jiyanê de her tişt bi dijraberê xwe tê nasîn. Wekmînak baş û xirab,tarîtî û ronahî,şev û roj,hejarî û dewlemendî,zanayî û nezanî. Dijraberê hev in û di nava wan de her tim şer heye. Li ser mirovan jî wisa dibêje Zerdeşt. mirovan dike sê beş: Laş, hiş, giyan (rih). Laş: Laş ji elementan pêk tê. Goşt û hestî ji axê ne. Piştî mirinê, laş li rastiya xwe vedigere û car din dibe ax. Xwîn û ava di laş de jî herweha li rastiya xwe vedigerin û car din dibin av. hilm ji hewayê ye. Piştî mirinê ew jî li xwe vedigere û dibe hewa. Giyan dibe sedema tevgera laş. Hiş: Hiş dibe sedema înkarnasîyonê û hesabê roja paşîn (qiyametê). Di jiyana piştî mirinê de, mirov çi kiribe, bi rêya hiş ew tişt derdikevin pêşiya mirov. Heke mêr başî kiribe, başiya wî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî wî. Heke xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke gelek ne xweşik û derdikeve hemberî wî. Ji bo jinan jî heman tişt dibe. Başiya wan di bedena xortekî ciwan û rind de, xerabiya wan jî di bedena xortekî gemar, pîs û şindokê mêran de derdikeve hemberî wan. Bi laş re hiş jî dimire. Giyan: Ew ji bedenê cudatir e û ne element e. Giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e. Roja dawî, ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda.



    Li gorî van gotinên Zerdeşt bi awayekî gelek zelal em dikarin bêjin ku ramana diyalektîkê bi Zerdeşt destpê dike. Lê di mufredata îroyîn de bavê diyalektîkê wek Herakleitosê yewnanî tê nîşandan. Ya rastî Zerdeşt sed sal beriya herakleitos behsa diyalektîkê kiriye. Van ramanê Zerdeşt ji mezopotamyayê barî yewnana antîk kirine. Ne tenê mijara diyalektîkê,Zerdeşt di felsefeya xwe de cîhekî bi tayibet dide agir jî li gorî wî agir ji rojê perçeyek e û giyanê ahura Mazda bixwe ye. Li gorî Zerdeşt agir kaniya jiyanê ye û pîroz e. Ne tenê agir,Zerdeşt girîngiyeke mezin dide avê,axê û bê jî. Van ramanên wî jî dîsa li yewnana kevnar ji aliyê fîlozofên ewil yên xwezayê hatine bi kar hanîn. Serqisê herakleitos him diyalektîkê him jî ramana pîrozweriya êgir ji Zerdeşt digire. Thales ji van xalan tenê li ser avê disekine. Anaxsimenes li ser hewayê disekine. Empedokles ax jî daye ser van xalan û ew jî wek elementa ewil pejirandiye.



    Li gorî ku me li jor jî diyar kir,bi awayekî eşkere fîlozofên yewnanî ji Zerdeştê medî bandor girtine. Di vî warî de gelek behrem û çavkanî hene. Hemû çavkanî jî nîşan didin ku Zerdeşt fîlozofê ewil e û felsefe û ramanên fîlozofên ewil jî yekem car ji aliyê wî ve derketine holê. Lê îro ne tenê Zerdeşt û felsefeya wî, hemû nirx û serbilindiyên Kurdan ji holê hatiye rakirin. Heke îro netewa Kurd xwedîdewletek biya dê bihata dîtin ku Kurdan di avabûna şaristaniya cîhanê de rola herî girîng leyîstine. Lewra welatê Kurd ango Mezopotamya dergûşa çand û şaristaniyê ye. Her çiqas îro werin înkar kirin û tu mafê jiyanê ji çand û dîroka wan re neyê naskirin jî,bav û kalên Kurdan teşe dane şêwaza cîhanê ya îroyîn.



    Ez dê bi vê nivîsê re destpê bikim û her carekê li ser fîlozofekî Kurd rawestim hûn dê wê demê bibînin ku gelek fîlozofên ku Tirk û Ereb û Ecem lê xwedî derketine birastî Kurd in. Ev xebat li gorî min dê sînorê raman û felsefeya Kurdan jî dê bide nîşandan



    2013.08.09-22:57 | zerdeşt

    3. Zerdeşt fîlozfekî Kurdistanî ye. Beriya zayînê li dora şesedî jiyaye. Digel ku di warê jiyana wî de gelek dîrokên cuda tên nîşandan jî,bi pirranî dîrokzanên îranî jiyana wî di 660 ê berê zayînî de dipejirînin. Li herêma urmiyê ji dayik bûye. Bi eslê xwe medî ye.



    bnr: http://www.haberdiyarbakir.com/zerdest-zerdust-16342h/#ixzz2bVJgFHXV



    2013.08.09-23:03 | zerdeşt

    4. zerdûştî (tiştê ku têkildarî ola Zerdûştiyê ve ye)



    2013.08.09-23:06 | zerdeşt

    5. pêyxemberé zerduştiyé ye. pirtuka pîroz ya zerduştiyé awesta ye bi zimané pehlevî hatiye nivîsandin...

    (bnr: ahura mazda)

    (bnr: ehriman)



    2013.08.10-17:15 | gabarî

    6. weke xewn tê bîra min, lehengên hin çîrokan "Hurmuz û Gurmuz" bûn... Hurmuz, di ola Zerdûştiyê de Xudayê Xêr û hesenatê ye; lê Gurmuz?



    2013.11.15-00:09 | mamoste marûf

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.03.22-19:36 [guhertin:2015.03.22 19:38]| rasteqîn

    8. Pêxemberê ku wexta xwe de li dijî êzîdiyan şerê fikir û ramanan dikir. Ew koka vê yekê ye ku êzîdî heta îro wek şeytanperest tên dîtin.

    (bnr: daêvnavasna)



    2015.09.19-02:33 [guhertin:2015.09.19 02:35]| hola êzîda

    9. mirovê ku li gor çavkaniyan berî zayînê sedsala 6. jîyaye. her çiqas li gor nêrîna serdest ya ewropayê ve felsefe ji thalesê ve dest pê bike jî, ji bo gelek kesan felsefe ji zerdeşt ve dest pê dike û zerdeşt feylesofê yekemîn e.



    2016.05.18-13:50 | nazim tolhildan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zerdeşt

    Kategoriyên mijarê:: oldin felsefe
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî