Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îslamofobîk - tirşik
îslamofobîk
(2) (4) (1)
di mijarê de bigere

1. em, hûn, ew. ê niha ji îsl*mê netirsiyê ez jê dikevime şikê. ji ber ku êdî ew ol bûye ola terorê. tebî bête qedexe kirin û divê em hemû jê bitiriyên. îslamofobî tiştekî ne şaş e, tişta herî rast e. ji ber vê li her derê bêjin em îslamofobîk in. da ku yên dibêjine xwe misilman jî bizanîn. a rast min bawerî tune ye êdî misilman jî hene. ew (bnr: dînperest) in.



22.12.2015 19:25 | wiha wilo wisa

2. ciqas diçe ez jî dibim....

bila hevalên dîndar dilê xwe negirin lê hezar sedem hene ku ez bibim îslamofobîk.. hama bêje min kitek başî û xweşî ji misilmanan nedît, sory



22.12.2015 20:23 ~20:42 | ferhenga şikestî

3. tirsa ji îslâmê û ji kesên jê bawerdikin. kesên ji îslamê bitirsin tirsa wan ne ji hemde bawerim misilman jî kesên di tirsin mafdar dibînin.. kesên îslâmê li gorî menfaeta xwe birêve dibin û yên ji wanre bêdeng dimînin berpirsyarin ya rastî her diçe kesên îslamofobîk zêde dibin mixabin.. ger dînê îslâmê ne dînekî meriv jê bitirseye îspat bikin ger îslâma rastî ne ev be kesên îslâmê dilewittînin bira pêşî li wan bigrin..



22.12.2015 22:01 | shorbevan

4. Her zindî/hebûn bi awayekî sirûştî ji tiştên ku zirarê dane wan (herî kêm xwedî tecrubeyekî wiha nin) ji tiştên/kesên/bûyerên xwedî potansîyela zirardayinê ditirsin, dixwazin jê dûr bisekinin, xwe jê biparêzin. Jixwe peyva fobî yê jî tê wateya tirsînê. Lê her tirs fobî "phobia" nîn e. Bona ku tirsek wekî fobî bê pênasekirin dibê exstrem û belasebeb be.
Belê ez ji îslamê û hişmendîya îslamî bi awayekî ekstrem ditirsim lê bi hezaran sedemên rasyonel henin ku ez jê bitirsim. Bi tenê xwendina pirtûka wan a pîroz têr dike ku meriv fem bike ka gelo çima ez hevza xwe ji îslamê û bi taybetî jî ji îslamîstan dikim/dixwazim bikim. Lewma jî ez vê terma wekî "islamiphobia" şaş dibînim. Te bibêjî îslam tişteke normal e ku kesên jê ditirsin xwedîyê tirseke îrasyonel û ekstrem in!



28.02.2018 05:38 ~05:39 | jifêzagorda

5. Ji mêj ve ez ne ketibum tirşîkê lê elhamdulîllah îro hatim vira paşî rastî mijara îslamofobîk hatim û min di xwe de ne hewcedarîya "bersivekê" lê balkişandina mijarekê dît
xwezî me zanîbuya ka jifêzagorda kîjan îslamê xeternak dibîne û wekî tirsekê binav dike.
Gerçî Xwedê heye willeh ez jî wek dîndarek ji gelek cureyên xwendin û şîroveyên "îslamê" ditirsim û ji bo geşedan û rasteqînîya îslamê xetereyek mezin dibînim.
Dîndarim lê ji gelek dîndaran ditirsim.
Xwedê îslamê ji bisilmanan biparêze û mihefeze bike.



28.02.2018 15:57 | azad30

6. Fobîa (Phobia) ji alîyê pîsîkolojî û pîsîkanalîizê ve wek tirs û xofa belesebep ji tiştekî an jî ji rewşekê hatîye dîtin û ew wek nexweşîyekê hatîye naskirin. Kesên fobîk nikarin bi wê tişt û rewşa ku dibê sedema tirs û xofê re bijîn. Gelek caran li rast hatina rewş û tişta sedema fobîyê bi bêhişketinê, panîk attakê (panic attack) û birîndarbûna kesên fobîk tê encam kirin ger fobîk nikaribe ji wê rewş û tiştê dur bikeve an jî jê xelas bibe. Mar, kêzik, tarîtî, bilindahî, cihên girtî wek mînakên vê ne.
Ji ber vê yekê tişta ku wek "îslamîfobîa" tê dîtin bi rastî ne fobî ye, lê li dijî bûna bawerîya Îslamê ye. ji ber ku fobî ne di destê fobîk deye lê dijberîya Îslamê tiştekî ku bi xwestin tê kirin e. Kesên ku wek Îslamîfobîk têne xuyandan bi misilmanan re dijîn, di jiyana rojane de bi wan re kar dikin û wek geştîyaran diçin welatên zêde misilman, lê ev ne tiştên ku fobîk karin bikin. Ji ber vê rastîyê, kesên ku wek Îslamîfobîk têne xuyandan ne fobîkin û ew tişta ku wek Îslamîfobîa tê nasandin jî ne fobîya ye, lê dijberîya îslamê ye wek dijberîya gelên samî (anti-semitism).



01.03.2018 17:23 | mikurhat

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îslamofobîk

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî