Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
ahmet umit - tirşik
ahmet umit
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û helbestvanek tirk e.

ji dîlokê ye. di xortaniya xwe de ji ber şerek di navbera wan û faşîstên tirkan de, hatiye sirgunkirin û neçar maye li amedê lîseyê bixwîne. min di televîzyonan de fîlan car caran ditît lê digot qey rastgir e. lê wê rojê min dît di hevpeyvînek xwe de gotiye ku di hilbijartina dawîn de dengê xwe daye hdpê. niha min li paşeroja wî nêrî û zanî ku kesek çepgir e heta di sala 1985an de ji aliyê partiya komunîstên tirkiyê ve ber bi rûsyayê ve hatiye şandin ku li wir perwerdehiya komunîzmê bistîne.

min tu pirtûkên wî nexwendiye lê vê dawiyê bi pirtûka xwe ya dawîn, elveda güzel vatanım, re di rojevê de ye.



23.12.2015 21:42 | simurg56

2. Nivîskarê ku min çar sal berê pirtûka wî ya aşk köpekliktir xwendibû . Pirtûk ji çîrokan pêk tê . Qansî tê bîra min di çîrokek xwe de qala zilamek şîzofren dikir. Çîrok tam nayê bîra min lê ew matmayîbûyîna min a li dawiya çîrokê gelek Baş tê bîra min. Min pirtûk wenda kiriye tenê ji boy wê çîrokê ez ê dîsa bistînim û dubare bixwînim.



26.09.2016 00:52 | biaqila malê

3. nivîskarê dîsa birînamin a ji nexwendina pirtûkan kul xweynî kiriye.. nivîskarên yek ji wanên behsa başbûna nivîsên wan dibe û min dikin nav hesûdiyane, min di nav van pirsade hiştiye; çima pirtûk naxweynim¿., di xwendina pirtûkande hê min nîvê pirtûka hz.muhammedin hayatı jî ne xwendiye.. * ewê çewa be ji min¿...?



(ez di nava şeş seetîde dikarimvê Pirtûkê bixweynim lê naxweynim)

bi xêra biaqila malê bi vê pirtûkê ka dest pê bikim



aşk köpekliktir



Here lînkê





di derbarê mafê telîfêde hişyarî: hetanî niha pere kar nekiribe êdî bira ji niha pêde qet kar neke *, bê henek nivîskar gunene lê ez dibêjim meriv pirtûk bîstîne jî tev ji xweyê çapê û pirtûk firoşanre diçe a baş qorsan bixweynin *



26.09.2016 20:57 ~21:06 | shorbevan

4. sala borî li îzmîrê çibûm pirtûkxaneya yakın ê. wisa li wan dera li pirtuka digeriyam. wê rojê ew jî hatibu li wan dera pirtûkên xwe yê kevn û ya xwe ya nû ji canik û ciwanikên tirk re destnîşan dikir. bi dehan kes bo wî hatibûn, pirtûkê wî sitanbûn û ketibun rêzê. kêfa wî lîcî bû. min jî li wira hinekî lê guhdar kir. miroveke xwîngerm û dilnizm e. du sal berê min romana wî ya bi navê bab-ı esrar xwendibû. di bab-ı esrarê de du çîrok heye. yek jê têkiliya şems û mewlana û kuştina şems e, a din jî di vê serdemê de derbas dibe. her du çîrok jî carna tevlîhev dibin. romaneke postmodern e. xwendekar jê aciz nabe.



26.09.2016 22:35 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmet ümit
» umit ozdag

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî