Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
egîdê cimo - tirşik
egîdê cimo
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kurdê li ermenistanê dijî, mîrê bilûrê ye, 78 salî yê. wexta 10 salî bû dest bi jiyana muzikê kir. wexta ew 23 salî bû li radyo yerivanê de dest bi bilûrê kir..Bi wî çaxê de dengê bilurê xwe da nasîn.

www.youtube.com/watch?v=Ey8-rnuenBY



10.08.2013 01:51 | dino21

2. hunermendê ku gelek kêfa wî ji votka re tê û nefeseke efsûnî li ser e.



10.08.2013 11:52 | reşkêşevê

4. ew sazbend û hunermendê ku çend roj berê delîl dÎlaner li ser hesabê xwe yê twitterê gotibû ez û ew niha em li wanê ne.. hêlm û henaseya wî gelekî qayîm e, fîq, mey, bilûr tu tişt xwe li ber nagire.. dema dibînim radyoya yerevanê tê bîra min, nebû nesîb ku ez di kiçikatiya xwe de guhdarî radyoyê bikim lê ji nivîs û serpêhatiyên xelkê ên derheqê radyoyê de, kengî tiştekî têkilî radyoyê bi ber guhê min bikeve, teyr û tilûrên hizn û melankoliyeke gewr bi têlên gewrya min ve dilûsin..



01.09.2014 01:33 | endazer

5. Blûrvanê kurdê nefes'îsayî. Ji bilî bilûrê li çend enstûrmananên pifpifokî (uflemeli) dixe. Ez bi xwe heyranê wî û Qele mere me. Kengî îcrayeke Apê Cimo li ber guhê min dikeve ez mest û sermest dibim mîna ku min çend qedeh vexwaribin ji destê pîrê meyxanê.



19.01.2015 22:00 | seydayê_peyvan

6. seydakî mezin e.



19.01.2015 23:22 | hesen bira

7. bilûrvanê navdar ku serê vê salê, li erîvana ermenîstanê çû li ber rehma xwedê. ez bawer yek ji wan kedkarên mûzîka kurdî ye ku hê dema sax, qîmeta wî hat zanîn û çavên wî vekirî neçûn. qet nebe di vê meseleyê de.



21.10.2019 19:19 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» egîdê cimo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî