Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    ahmed arîf - tirşik
    ahmed arîf
    (2) (0) ecêb (0) (15)
    di mijarê de bigere

    1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.10-14:29 | kelha bayê

    2. helbestvané 33 gule, ji bo kû helbest nivisandine ketiye zindanén tirkan



    2013.08.10-15:41 | gabarî

    3. yek pirtuké wî heye, le bele ew bese ku bike Wî hunernmendekî nemir..



    2013.08.11-14:05 | triye rezan

    4. şaireke têra xwe serkeftî ye.. serkeftîbûna wî jî ji vê ye; her helbesteka ji ber qelema xwe pekî nedaye ber çapê û belav nekiriye.. helbestên xwe li ber sebra demê hêlaye heta dawerivîn û zenzilîn û paşê yên li ser bêjingê mayîn wek dîwan daye ber çapê û belav kiriye.. gerçî vê paşiyê bi nameyên xwe yên evînê yên ji bo leyla xanimê nivîsandin karîzmaya xwe kiriye pênc pere lê eşq guh nade tu fermanan û tu rê lê naçe.. bi qewlê rênas jiyan hesreteke helbestvan hebû ew jî qûnde bû..

    li her derî wekê şairê kurd derbas dibe û tê nasandin lê min ji devê wî bi xwe tu carî nasnameya kurdîtiyê seh nekiriye.. qumaşê şi'rên wî bi kurmanciya gewr in lê qalib û teşe û kirasê ji qumêş fesilî bi tirkî ne..



    2013.10.21-19:42 | endazer

    5. rehma xwedê lê be lê îmana min jê diçe di meseleya kurdbûnê de. helbestkarekî wêjeya tirkî ye. can û ciwaniya diyarbekir qirixîyan e. di devê komîserên tasfiyeyê de fenomenê helbesta kurd e lê tir kû d(er)ê, das kû d(er)ê! nivîskarê kurd ê ku bi tirkî dinivîse ji hêla kurdbûnê ve li gor min qet ne samîmî ne! ma cegerxwîn û qedrî can kurên jinbavê bûn ku bi kurdî nivîsandin!? ehmed arîf=helbestkarê wêjeya tirkî, wêjenaseke biyanî ye û hew!..



    2013.10.21-19:54 | zero

    6. kurê wî filinta önal peykersazeke navdar e û peykerên atatürk çêdike..

    min berê jî got niha jî dubare dikim, şairê ku tu eleqeya wî bi kurdîtiyê ve nîne..



    2013.12.14-21:22 | endazer

    7. bê mirazê, leyla erbîl



    2013.12.14-21:41 | newenda

    8. ew kesên ku kurdan mezinkir lê 2.Yeniyan tirka ew piçûk kir.Hiç kêfa min ji wî ji helbestê wî re nayê.Tesireke pir xirab li ser xwinerê kurdan kiriye.qireja helbesta wî bi deh şuşê viskî nayê şuştin.



    2013.12.14-23:25 | tivirloismail

    9. şivanê helbestê



    2013.12.14-23:26 | tivirloismail


    11. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.01.02-17:15 | devliken kelogiri

    12. mejiçeqilmastê kurd ku bi xêra wî û yên wek wî helbesta tirkî xemiliye...



    2014.01.02-17:21 | devliken kelogiri

    13. kevnargeha wÎ li amede ye. helbestvanê pirtûka 'hasretinden prangalar eskittim' e.



    2014.01.17-01:24 | sîmurg

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.04-15:48 | ciwan

    15. Helbestvanê vê arçehelbesta wî "öyle yıkma"



    Wilê Xira Neke "Öyle Yıkma"



    Wilê xwe mehf neke

    Wilê guneh, wilê reben...

    Tu li ku bî, li wir

    Malde, ji derve, dersê'de, rêzê'de

    Bimeşe bide ser wî

    Tif bike ser û çavê celadî

    keysbazî, fesadî, xayînî...

    Liber xwe bide bi pirtûka

    Liber xwe bide bi îş û kar

    Bi neynok, bi dinanên xwe

    Bi hêvî, bi evîn, bi xewn

    Liber xwe bide min rezîl neke!



    Ahmed Arif

    Wergêr: Rênas Xendekî



    2014.12.05-14:21 | xendekî

    16. helbestvanê vê helbestê:





    Here lînkê



    2015.04.23-00:36 | xendekî

    17. Helbestvanê hêja û xweser. Lê mixabin gelek helbestvanên kurd bo destpêka nivîsandinê li peyvên vî camêrî aliqî mane û xwe jê zû bi zû xelas nekirine; ji bo wan bûye teqna helbestê. Loma kesekî ku hewl dide helbesteke xweser biafirîne dive vî camêrî dubare nexwêne naxwe weke gelek masîkên delal dê malê li rist û nîgaşên xwe viritênin bi ya min...



    2015.04.23-01:30 | birho_fîlo

    18. lawê dêmariyê



    2015.04.23-09:45 | parodî

    19. şaîrekê hêjaya şiîrê bi navê hasretinden prangalar eskittim û uy havar hunera wî li rastêye em wî hi bîr tînin



    2015.04.23-09:58 | shorbevan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    şahînê bekirê soreklî [1]
    çîroka marquez ya tenahiya sedsalî çi bi min dabe hîskirin, ev çîroka ...
    ulysses [2]
    Bo ew Kesên ku tema wan heye vê romanê bixwînin, pêşnîyara min heye. D...
    nifşa pokemon [1]
    xwezî bi wan rojan ❤
    ...
    selahattin demirtaş [1]
    berî çend rojan ji doza xwe ya sereke, bêguneh hat dîtin. di dozekî di...
    hafiz nazerî [1]
    kurê stranbêj û hunermendê navdar ê ji rojhilatê kurdistanê, (vbnr: şe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ahmede xanî
    » arifo

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî