Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
ahmed arîf - tirşik
ahmed arîf
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbestvané 33 gule, ji bo kû helbest nivisandine ketiye zindanén tirkan



10.08.2013 15:41 | gabarî

2. yek pirtuké wî heye, le bele ew bese ku bike Wî hunernmendekî nemir..



11.08.2013 14:05 | triye rezan

3. şaireke têra xwe serkeftî ye.. serkeftîbûna wî jî ji vê ye; her helbesteka ji ber qelema xwe pekî nedaye ber çapê û belav nekiriye.. helbestên xwe li ber sebra demê hêlaye heta dawerivîn û zenzilîn û paşê yên li ser bêjingê mayîn wek dîwan daye ber çapê û belav kiriye.. gerçî vê paşiyê bi nameyên xwe yên evînê yên ji bo leyla xanimê nivîsandin karîzmaya xwe kiriye pênc pere lê eşq guh nade tu fermanan û tu rê lê naçe.. bi qewlê rênas jiyan hesreteke helbestvan hebû ew jî qûnde bû..

li her derî wekê şairê kurd derbas dibe û tê nasandin lê min ji devê wî bi xwe tu carî nasnameya kurdîtiyê seh nekiriye.. qumaşê şi'rên wî bi kurmanciya gewr in lê qalib û teşe û kirasê ji qumêş fesilî bi tirkî ne..



21.10.2013 19:42 | endazer

4. rehma xwedê lê be lê îmana min jê diçe di meseleya kurdbûnê de. helbestkarekî wêjeya tirkî ye. can û ciwaniya diyarbekir qirixîyan e. di devê komîserên tasfiyeyê de fenomenê helbesta kurd e lê tir kû d(er)ê, das kû d(er)ê! nivîskarê kurd ê ku bi tirkî dinivîse ji hêla kurdbûnê ve li gor min qet ne samîmî ne! ma cegerxwîn û qedrî can kurên jinbavê bûn ku bi kurdî nivîsandin!? ehmed arîf=helbestkarê wêjeya tirkî, wêjenaseke biyanî ye û hew!..



21.10.2013 19:54 | zero

5. kurê wî filinta önal peykersazeke navdar e û peykerên atatürk çêdike..

min berê jî got niha jî dubare dikim, şairê ku tu eleqeya wî bi kurdîtiyê ve nîne..



14.12.2013 21:22 | endazer

6. bê mirazê, leyla erbîl



14.12.2013 21:41 | newenda

7. ew kesên ku kurdan mezinkir lê 2.Yeniyan tirka ew piçûk kir.Hiç kêfa min ji wî ji helbestê wî re nayê.Tesireke pir xirab li ser xwinerê kurdan kiriye.qireja helbesta wî bi deh şuşê viskî nayê şuştin.



14.12.2013 23:25 | tivirloismail

8. şivanê helbestê



14.12.2013 23:26 | tivirloismail


10. mejiçeqilmastê kurd ku bi xêra wî û yên wek wî helbesta tirkî xemiliye...



02.01.2014 17:21 | devliken kelogiri

11. kevnargeha wÎ li amede ye. helbestvanê pirtûka 'hasretinden prangalar eskittim' e.



17.01.2014 01:24 | sîmurg

12. Helbestvanê vê arçehelbesta wî "öyle yıkma"



Wilê Xira Neke "Öyle Yıkma"



Wilê xwe mehf neke

Wilê guneh, wilê reben...

Tu li ku bî, li wir

Malde, ji derve, dersê'de, rêzê'de

Bimeşe bide ser wî

Tif bike ser û çavê celadî

keysbazî, fesadî, xayînî...

Liber xwe bide bi pirtûka

Liber xwe bide bi îş û kar

Bi neynok, bi dinanên xwe

Bi hêvî, bi evîn, bi xewn

Liber xwe bide min rezîl neke!



Ahmed Arif

Wergêr: Rênas Xendekî



05.12.2014 14:21 | xendekî

13. helbestvanê vê helbestê:

Here lînkê



Here lînkê



23.04.2015 00:36 | xendekî

14. Helbestvanê hêja û xweser. Lê mixabin gelek helbestvanên kurd bo destpêka nivîsandinê li peyvên vî camêrî aliqî mane û xwe jê zû bi zû xelas nekirine; ji bo wan bûye teqna helbestê. Loma kesekî ku hewl dide helbesteke xweser biafirîne dive vî camêrî dubare nexwêne naxwe weke gelek masîkên delal dê malê li rist û nîgaşên xwe viritênin bi ya min...



23.04.2015 01:30 | birho_fîlo

15. lawê dêmariyê



23.04.2015 09:45 | parodî

16. şaîrekê hêjaya şiîrê bi navê hasretinden prangalar eskittim û uy havar hunera wî li rastêye em wî hi bîr tînin



23.04.2015 09:58 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmed kurdî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî