Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 1 peyam
    taybetmendiyên jinên kurd - tirşik
    taybetmendiyên jinên kurd
    (4) (3) ecêb (2) (9)
    di mijarê de bigere

    1. Her çendî carnan ecêbmayî bimînim jî taybetmendiyeke jinên me Kurdan ev e Ku hema Li Kû derê bin dema pitika wan birçîbû bê guman çiçikên xwe derdixin û pitika xwe dimijînin . Bi ya min Tiştekî balkêş e ev...Lê bawer im nifşa nû ya kurdan de rewşek wiha tune ye êdî. Mixabin ev taybetmendî jî êdî bi tunebûnê re rû bi rû ye *



    2015.12.27-22:14 | sergijik

    2. ê tirk kezban in, ê me jî eyşo ne. *



    2015.12.27-23:46 | kurê xelkê

    3. (bnr: firaqşok)

    jinin, bi mêrin/mêrkirine an li xwe dane ne pêken bû werhasil em bi domînin her yek fabrîqeyeke, pir hor tên qulanmişkirin, seeta wan wekî ya awrûpa seetek û ew jî gavek li paşin(..), fîdakarin, dayikin, dilbiêşin, dilovanin....



    2015.12.28-01:47 | shorbevan

    4. ne belengazên berê ne.



    Here lînkê



    2015.12.28-17:48 [guhertin:2015.12.28 20:11]| bêhna_piştî_baranê

    6. her tim pirsên ku bersivên wan dizanin dipirsin. lê dibe ku ne tenê taybetmendiyeke jinên kurd be, taybetmendiyeke hemû jinan be.



    2016.04.05-14:10 | nazim tolhildan

    7. mn hêj keç û jineke kurd nedîtiye ya dilê xwe rasterast gotî, ez bimirim ez ê rojekî ji vê kulê bimirim, ji tiştekî aciz bûn, ji kesekî xeyidîn, dilê wan ji kesekî ma, hej yekî kirin tu carî rasterast nabêjin, her û her bi îşaret, îma, trîp û nizanimçiquzzilqurtê têkiliyan datînin. û bi ser de jî dema tu ji vê taybetmendiya wan hêrs dikevî, dixeyîdin, dibêjin ''tu ji ruhê jnan fêhm nakî''

    xwudê ziman daye, ji bo hûn pê biaxivin, pêdivî û gazind û kêfxweşiyên xwe pê bêjin.



    2016.08.17-18:55 [guhertin:2016.08.17 19:03]| endazer

    8. Taybetmendî li gorî çînê, jiyanê, erdnigariyê diguherin. Koletî/dîltî çi qasî pir alî û kûr be, taybetmendî jî ew qasî xerabtir dibin. Li bakûrê Kurdistanê Kurdên herî dewlemend (ne bi çîna karkeran) jî aliyê çandî û neteweyî ve bindest in, zêdepariya wan xwe şerm dike, Kurdbûna xwe vedişêr e. Lewra Jinên kurd jî bindestên bindestan in. Wekî vê zêdepariya Kurdên mêr li sûkê, leşkerîyê, dibistanê lêdane dixwin, biçûk tên dîtin, kesayeta wan tê şikestandin û ew jî gava tên li malê heyfa xwe îcar ji jinên malê derdixin.

    Lewma jî mêrên kurd ji qasî nezan, şerûd û ne kubar bin jinên Kurd jî ew qasî bindest, belengaz, dudilî nin. Tu carî xwebawer nîn in, hemasa hewceya pejirandinê dibînin lewma jî bersîva pirsên dizanin dipirsin û hew.

    Her tişt li ser hevdu bandor dike, heya meriv hemû civakê, rewşa derûnî ya civakê fêm neke, rewşa jinan jî nayê fêmkirin. Helbet gotinên li jorê çavdêriyên min in, divê ev mijara bi awayekî zanîstî bê lêkolandin.



    2018.03.18-19:13 [guhertin:2018.03.18 19:15]| jifêzagorda

    9. (bnr: gazin kirin)



    2018.09.20-11:14 | nazim tolhildan

    10. taybetmendiya jinan ya herî berbiçav ew e ku ti taybetmendiya wan tune ye.



    2018.09.20-13:44 | cûnê reş

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsên herî xweşik ên li ser dîwaran [1]
    navê nûçeya ku îro di bianet-kurdî de hatiye weşandin e. Ji bo xwendin...
    kurdiya akademîk [3]
    Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:

    A: Navê...
    endazer [3]
    (bnr: tülay tu bi xwedê kî vegerî tülay) (vbnr: tülay ne olur geri dön...
    gulêê [1]
    YouTubera gelekî acemî * her çiqas meseleya xwe îfşakirinê gelek cara...
    gîska gerok [1]
    gotina ku diya min a dilzîz her tim ji bo min dibêje. Di destpêkê de...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » taybetmendiyên jinên kurd
    » jinên ku milê kalemêrên paç dikin
    » kurdên ku wisa difikirin ku hemû kurd bi tirkî dizanin

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket cand
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî