Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
friedrich nietzsche - tirşik
friedrich nietzsche
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. niviskarê: "wiha(wilo, wusa) kerem kir zerduşt.. feylezofê ku kedeke mezin daye felsefê. di sala 1844'an de li almanyayê ji dayik bûye. gotineka wî : "em ;yé kû fahm dikin, em xwe nas nakin, em xwe bi xwe: sedema vê jî yek e: ti caran em li xwe negeriyan ku emê xwe çawa nas bikin...



10.08.2013 15:19 | gabarî

2. ên ku xwedê kuştin , piştrê xwedêyên nûjen hatin afirrandinn.



10.08.2013 15:32 | kelha bayê

3. bi aliyên teoriyê ve pirr serkevtî ye tiştê ku herî xweşa min çû ku ji bo oldaran dibêje ''nasîbî qit'' ên ku kêmasiya xwe ya derûnî û fîzîkî divên li hemû civakê parve bikin , jîyanekê çîlekêş ji bo mirovahiyê yek vebijêrk didin nîşandan. ji ber ku ew ''kêm'' in.



10.08.2013 15:41 | kelha bayê

4. xwedîyê vê gotinê ye: "çi ji hezkirinê tê kirin, herdem li dervEYÎ çê û xirabî tê kirin"



02.09.2013 11:07 | chepo gewez

5. camêro nêzîkê 200 sal berê ji bo mirovatiyê gelek şev bê xew bihurandine. li hemberê hemû zordarî, desthilatî û fikrên şaş têkoşîneke mezin daye.di dawiye de hişê xwe xwariye û miriye. lê belê hata roja îro jî ew fikr û felsefeya wî nehatiye famkirin.



02.09.2013 21:44 | newenda

6. (bnr: gelo wê friedrich nietzsche jî me bibîne)



28.11.2013 13:32 | ceso

7. ku mihemmed îqbal li ser wî wanî gotiye: bi hiş û aqilê xwe kafir e, bi dil û canê xwe mûmin e.



28.11.2013 16:46 | aryâspa

8. kêmasiya wî tenê ew bû ku pez neçêrandiye, şivantî nekiriye..nexwe gengaz e ku bibûya pêxember.



24.01.2014 05:03 | zero

9. feylesofeke bandordar e. nivîskar û feylesofên dûv wî re hatine û di bin bandora wî de nemane tuneye. bi alîyê erênî an jî alîyê neyînî de, hemû feylesof, romanvan, nivîskar, helbestvan, muzîkvan, wênesaz û derhêner bi wî re hesabê xwe girtine û paşê mirine. hê jî kes heta ji wî re şereke mezin neke ramanên xwe yên taybet bi cîh nakin.



ramanê wî yên derbarê xiristîyanî û hemû olan de zêde bala min nakşîne lê derbarê etîka civakî de gotinên wî pir girîng e. dibêje ku; divê hemû etîka civakî bi kokê de hilweşe û etîkeke nû li ser dilpakîyê bilin be.

gorî wî 3 tîp mirov hene:

ya yekemin pez e: mirovên pez, xwedanraman nînin, bendê wan di destê hin kesên din de ye û di mirovahîyê de tebeqe ya herî binî de ye. hemû jîyana wan li gorî etîka kevn ya pûç peyda dibe. taybetîya wan de cîhê tenêtîyê û azadîyê tuneye. lewma îtimala wan a rizgar bûnê jî tuneye. di dinyê de herî zêde ev kesana hene.

ya duyemîn şêr e: mirovên şêr, wek pezan nînin. di tebeqeya ortê de ye. bende wan di destê ti kesi de nîne û her dem azadî bona wan girîng e. jîyana wan da bandora etîka pûç heye, lê taybetîyên wan yên kesanî jî hene. bi her alîyê ve pezan çêtirin. lê kêmasîyeke wan a girîng heye ku ew jî xweperestî ye. xweperestî, di taybetîya wan de ew qas serdest bûye ku nahêle ev mirovana %100 azat bin di bandora hemû tiştan xelas bin.

ya sêyemîn pitik a nû bûye ye: li gorî Nietzsche, cîhê pitikê di mirovahîyê de serî ye. lê divê pitik hemû tamarên mirovahî de bi cîh be. pitika nû bûye, ne di bin bandora olê da ye, ne jî di bin bandora etîkê de ye. nizane tirs çî ye, nizane başî çî ye, nizane nebaşî çî ye. nijad çî ye, îdeolojî çî ye qet yek ji vana nizane. dûrî hemû van tişta ye. xera nebûye, qirêc negirtîye, başî û nebaşî nekirîye. dema ku hemû mirovahî wek pitika nû bûnê wê demê dinya yê bibe cîheke xweş.



17.02.2014 12:54 | nazim tolhildan

10. rebenê ku berhema xwe ya bi navê ecce homo de nivîsiye ku tirsa wî ew ku dema bimire behsa wî bêjin 'pîroz' fîlan.. lê mixabin ji ber ku ev berhem dema ew mirî, hê nehatibû weşandin; hevalê wî yê bi navê Gast, di merasîma definkirina wî de gotiye "bila pîroz be ji hemû nifşan re"

yanî nietzsche, ne tenê fîlolog, feylezof, rexnegir, belbestvan û bestekar e, her wiha kahîn e jî..



17.02.2014 17:21 | simurg56

11. cudatiya wî û pêxemberan ev e; nietzsche şivantî nekiriye.



01.03.2014 03:35 | rêzan

12. kesê ku derheqê hêvî-yê de ev tiş gotiye: "dema ku qûtîka pandora-yê vebû hemû xirabî jê çûn lê belê bes yek xirabî lê ma. hêvî ji xirabiyan yê herÎ xirab e lew ra îşkenceyê dirêjtir dike..."



16.09.2014 15:32 | oxir

13. derheqê baweriya de wisa gotiye ; " bawerî, nexwestina zanîna rastiyê ye! "



19.04.2016 03:02 | çiyayê mêrdîn

14. friedrich nietzsche/88180

derheqê baweriya de wisa gotiye ; " bawerî, nexwestina zanîna rastiyê ye! "





gelo xalê Nietzsche ji vê gotina xwe bawer dike !!!



19.04.2016 09:29 | gumgumok

15. (bnr: naxwazim bawer bikim dixwazim bizanim)



19.04.2016 09:56 | ceso

16. hin kes piştî mirinê diwelidin, nietzsche her ro, her saet, her xulek, her çirke diwelide. her bijî!



19.06.2017 04:29 | tizbîkêş

17. Feylesofê ku ji Îsa re gotiye ehmeq, ji immanuel kant re gotiye batirsok û ji sokrates re gotiye qeşmer. Rastî mirovekî pirr ecêb e. Heke mirov hîn tişta nizanibe divê Nietzsche nexwîne.



23.06.2020 22:28 ~22:37 | yûsiv

18. Ev şizofren çima bu mijara tirşikê min fahm nekir.
Ev nexweş e nexweş...



23.06.2020 23:46 | dilreş

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» friedrich ratzel
» nietzsche

Kategoriyên mijarê:: zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî