Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 83 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; friedrich nietzsche
peyamên çepikkirî

26387. feylesofeke bandordar e. nivîskar û feylesofên dûv wî re hatine û di bin bandora wî de nemane tuneye. bi alîyê erênî an jî alîyê neyînî de, hemû feylesof, romanvan, nivîskar, helbestvan, muzîkvan, wênesaz û derhêner bi wî re hesabê xwe girtine û paşê mirine. hê jî kes heta ji wî re şereke mezin neke ramanên xwe yên taybet bi cîh nakin.



ramanê wî yên derbarê xiristîyanî û hemû olan de zêde bala min nakşîne lê derbarê etîka civakî de gotinên wî pir girîng e. dibêje ku; divê hemû etîka civakî bi kokê de hilweşe û etîkeke nû li ser dilpakîyê bilin be.

gorî wî 3 tîp mirov hene:

ya yekemin pez e: mirovên pez, xwedanraman nînin, bendê wan di destê hin kesên din de ye û di mirovahîyê de tebeqe ya herî binî de ye. hemû jîyana wan li gorî etîka kevn ya pûç peyda dibe. taybetîya wan de cîhê tenêtîyê û azadîyê tuneye. lewma îtimala wan a rizgar bûnê jî tuneye. di dinyê de herî zêde ev kesana hene.

ya duyemîn şêr e: mirovên şêr, wek pezan nînin. di tebeqeya ortê de ye. bende wan di destê ti kesi de nîne û her dem azadî bona wan girîng e. jîyana wan da bandora etîka pûç heye, lê taybetîyên wan yên kesanî jî hene. bi her alîyê ve pezan çêtirin. lê kêmasîyeke wan a girîng heye ku ew jî xweperestî ye. xweperestî, di taybetîya wan de ew qas serdest bûye ku nahêle ev mirovana %100 azat bin di bandora hemû tiştan xelas bin.

ya sêyemîn pitik a nû bûye ye: li gorî Nietzsche, cîhê pitikê di mirovahîyê de serî ye. lê divê pitik hemû tamarên mirovahî de bi cîh be. pitika nû bûye, ne di bin bandora olê da ye, ne jî di bin bandora etîkê de ye. nizane tirs çî ye, nizane başî çî ye, nizane nebaşî çî ye. nijad çî ye, îdeolojî çî ye qet yek ji vana nizane. dûrî hemû van tişta ye. xera nebûye, qirêc negirtîye, başî û nebaşî nekirîye. dema ku hemû mirovahî wek pitika nû bûnê wê demê dinya yê bibe cîheke xweş.



08.06.2013 00:32 | simurg56

88183. friedrich nietzsche/88180

derheqê baweriya de wisa gotiye ; " bawerî, nexwestina zanîna rastiyê ye! "





gelo xalê Nietzsche ji vê gotina xwe bawer dike !!!



27.10.2013 15:55 | simurg56