Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 16 peyam
    friedrich nietzsche - tirşik
    friedrich nietzsche
    (6) (0) ecêb (0) (16)
    di mijarê de bigere

    1. niviskarê: "wiha(wilo, wusa) kerem kir zerduşt.. feylezofê ku kedeke mezin daye felsefê. di sala 1844'an de li almanyayê ji dayik bûye. gotineka wî : "em ;yé kû fahm dikin, em xwe nas nakin, em xwe bi xwe: sedema vê jî yek e: ti caran em li xwe negeriyan ku emê xwe çawa nas bikin...



    2013.08.10-15:19 | gabarî

    3. ên ku xwedê kuştin , piştrê xwedêyên nûjen hatin afirrandinn.



    2013.08.10-15:32 | kelha bayê

    4. bi aliyên teoriyê ve pirr serkevtî ye tiştê ku herî xweşa min çû ku ji bo oldaran dibêje ''nasîbî qit'' ên ku kêmasiya xwe ya derûnî û fîzîkî divên li hemû civakê parve bikin , jîyanekê çîlekêş ji bo mirovahiyê yek vebijêrk didin nîşandan. ji ber ku ew ''kêm'' in.



    2013.08.10-15:41 | kelha bayê

    5. xwedîyê vê gotinê ye: "çi ji hezkirinê tê kirin, herdem li dervEYÎ çê û xirabî tê kirin"



    2013.09.02-11:07 | chepo gewez

    6. camêro nêzîkê 200 sal berê ji bo mirovatiyê gelek şev bê xew bihurandine. li hemberê hemû zordarî, desthilatî û fikrên şaş têkoşîneke mezin daye.di dawiye de hişê xwe xwariye û miriye. lê belê hata roja îro jî ew fikr û felsefeya wî nehatiye famkirin.



    2013.09.02-21:44 | newenda

    7. (bnr: gelo wê friedrich nietzsche jî me bibîne)



    2013.11.28-13:32 | ceso

    8. ku mihemmed îqbal li ser wî wanî gotiye: bi hiş û aqilê xwe kafir e, bi dil û canê xwe mûmin e.



    2013.11.28-16:46 | aryâspa

    9. kêmasiya wî tenê ew bû ku pez neçêrandiye, şivantî nekiriye..nexwe gengaz e ku bibûya pêxember.



    2014.01.24-05:03 | zero

    10. feylesofeke bandordar e. nivîskar û feylesofên dûv wî re hatine û di bin bandora wî de nemane tuneye. bi alîyê erênî an jî alîyê neyînî de, hemû feylesof, romanvan, nivîskar, helbestvan, muzîkvan, wênesaz û derhêner bi wî re hesabê xwe girtine û paşê mirine. hê jî kes heta ji wî re şereke mezin neke ramanên xwe yên taybet bi cîh nakin.



    ramanê wî yên derbarê xiristîyanî û hemû olan de zêde bala min nakşîne lê derbarê etîka civakî de gotinên wî pir girîng e. dibêje ku; divê hemû etîka civakî bi kokê de hilweşe û etîkeke nû li ser dilpakîyê bilin be.

    gorî wî 3 tîp mirov hene:

    ya yekemin pez e: mirovên pez, xwedanraman nînin, bendê wan di destê hin kesên din de ye û di mirovahîyê de tebeqe ya herî binî de ye. hemû jîyana wan li gorî etîka kevn ya pûç peyda dibe. taybetîya wan de cîhê tenêtîyê û azadîyê tuneye. lewma îtimala wan a rizgar bûnê jî tuneye. di dinyê de herî zêde ev kesana hene.

    ya duyemîn şêr e: mirovên şêr, wek pezan nînin. di tebeqeya ortê de ye. bende wan di destê ti kesi de nîne û her dem azadî bona wan girîng e. jîyana wan da bandora etîka pûç heye, lê taybetîyên wan yên kesanî jî hene. bi her alîyê ve pezan çêtirin. lê kêmasîyeke wan a girîng heye ku ew jî xweperestî ye. xweperestî, di taybetîya wan de ew qas serdest bûye ku nahêle ev mirovana %100 azat bin di bandora hemû tiştan xelas bin.

    ya sêyemîn pitik a nû bûye ye: li gorî Nietzsche, cîhê pitikê di mirovahîyê de serî ye. lê divê pitik hemû tamarên mirovahî de bi cîh be. pitika nû bûye, ne di bin bandora olê da ye, ne jî di bin bandora etîkê de ye. nizane tirs çî ye, nizane başî çî ye, nizane nebaşî çî ye. nijad çî ye, îdeolojî çî ye qet yek ji vana nizane. dûrî hemû van tişta ye. xera nebûye, qirêc negirtîye, başî û nebaşî nekirîye. dema ku hemû mirovahî wek pitika nû bûnê wê demê dinya yê bibe cîheke xweş.



    2014.02.17-12:54 | nazim tolhildan

    11. rebenê ku berhema xwe ya bi navê ecce homo de nivîsiye ku tirsa wî ew ku dema bimire behsa wî bêjin 'pîroz' fîlan.. lê mixabin ji ber ku ev berhem dema ew mirî, hê nehatibû weşandin; hevalê wî yê bi navê Gast, di merasîma definkirina wî de gotiye "bila pîroz be ji hemû nifşan re"

    yanî nietzsche, ne tenê fîlolog, feylezof, rexnegir, belbestvan û bestekar e, her wiha kahîn e jî..



    2014.02.17-17:21 | simurg56

    12. cudatiya wî û pêxemberan ev e; nietzsche şivantî nekiriye.



    2014.03.01-03:35 | rêzan

    13. kesê ku derheqê hêvî-yê de ev tiş gotiye: "dema ku qûtîka pandora-yê vebû hemû xirabî jê çûn lê belê bes yek xirabî lê ma. hêvî ji xirabiyan yê herÎ xirab e lew ra îşkenceyê dirêjtir dike..."



    2014.09.16-15:32 | oxir

    15. derheqê baweriya de wisa gotiye ; " bawerî, nexwestina zanîna rastiyê ye! "



    2016.04.19-03:02 | çiyayê mêrdîn

    16. friedrich nietzsche/88180

    derheqê baweriya de wisa gotiye ; " bawerî, nexwestina zanîna rastiyê ye! "





    gelo xalê Nietzsche ji vê gotina xwe bawer dike !!!



    2016.04.19-09:29 | gumgumok

    17. (bnr: naxwazim bawer bikim dixwazim bizanim)



    2016.04.19-09:56 | ceso

    18. hin kes piştî mirinê diwelidin, nietzsche her ro, her saet, her xulek, her çirke diwelide. her bijî!



    2017.06.19-04:29 | tizbîkêş

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    melayê cizîrî
    helbestek ji dîwana mellê ku tê de wesfê botan û (vbnr: kurdis...
    18.10.2017 destpêka serhildana gel li kerkûkê
    Gorî dibêjin her tişt bi vî xortikî dest pê kiriye. Ne wisa be jî seet...
    18.10.2017 destpêka serhildana gel li kerkûkê
    Bi rasti xelk êdî diteqiya lê em nikarin bibêjin eviya serhildanek bû....
    19.10.2017 azadkirina kerkûkê
    bi serhildana gel û hatina pêşmergeyan, wer dixuye ku bûye rastî. ser ...
    jan dost
    Li ser Facebookê weşana zindî kir û derbarê (vbnr: 16.10.2017 ketina K...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » friedrich schiller
    » nietzsche

    Kategoriyên mijarê:: zanisti
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî