Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
salihê şirnexî - tirşik
salihê şirnexî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dengbêjekî herêma botanê ye. ji silopiya rengîn e. li herêmê ji aliyê herkesî tê naskirin û tê hezkirin. bu wê gewriya xwe botanî kilamên xweş dihûne.



duh xeber hat, di dorpêça li ser silopiyê de çîk li dilê wî ketiye û qrîza dil derbas kiriye. lê dagirkerên kurdistanê dewleta tirk hovên heram nehiştine ambûlans derbasî kolanê bibe û dengbêjê me nikare xwe bigihîne nexweşxanê. li mala xwe di dorpêça li ser bajarê xwe de dimire.





çi gotin û çi hevok têra vegotina vê trajediyê nake.



28.12.2015 12:04 | xendekî

2. salihê şirnexî - yeman:




salihê şirnexî - hoy hoy memo:




salihê şirnexî - delîl yadê:




salihê şirnexî - lawikê metînî:




28.12.2015 12:20 ~2016.10.23 13:17 | xendekî

3. dengbêjê min û bavê min e, min digo qey min mijar li ser vekiriye lê eve dibînim xendekÎ pêşî ji min standiye. navê wî yê rastî salihê emerê cangîr e.
dengê wî dilê mirov diêşîne, dişewitîne. ji bilî stran û kilamên gelêrî, bi xwe jî stran çêkirine, strana erê bîşenga min jî yek ji wan stranan e ku ji bo bîşeng anık çêkiriye. hêj li ser saxiya xwe, mîrê hemû koçk û dîwanxaneyên civat û şevbêrkên devera botan bû.
ji bo dengbêjan piştî her stranekî deng li dinê be tê gotin. dengê wî wê her li dinê be.
di vîdeya jêr de bi wî dengê xwe yê bişewt strana narîn dibêje;





02.11.2016 23:44 | endazer

4. Dengbêj Salihê Şirnexî, an jî Salih Erener an jî wekî ku di heremê de wekî Salihê Emerê Cangir jî tê nasîn.
Min got ez lê binêrim ka biyografîya wî heye an nîne, mixabin li tu cihî min biyografîya wî nedît.

Gelek kilamên wî hene, heyvepyvînên pê re hatin kirin jî nîne.
Di qedexaya bajêran de li Silopyayê 27.12.2015an de wefat kir, di dema qedexeyê de li taxa ku rûdine qeyrana dil digire û destûra ambûlansê naye dayîn ku wî bigihîne nexweşxaneyê, lewma jî li mala xwe wefat dike.

Salihê Şirnexî bi kilamên xwe yên "Hoy Hoy Memo, Bîşeng, Yeman, Delîl Yadê, Bêrîvanê, Lawikê Metînî, Xayînê" tê nas kirin.
Du stranên wî yên herî zêde tên nas kirin "hoy hoy memo!"

û "bîşeng" e.

Çîroka her du stranan jî hene. Ger hûn guhdarîya strana "Memo" bikin li wir Salihê Şirnexî dibêje.

Ez ê kurt behsa Bîşengê bikim:
Sala 1992an Bîşeng Anik li Lîseya Şirnexê xwendekar e. 92yan de li Şirnexê wekî gelek bajar, navçe û gundên Kurdistanê şer û pêvçûn pêk tê.
Li gorî dewletê PKK wê biavêje ser bajêr û îstixbareteke bi vî awayî dikeve destê wan de. Lê ev yek derew e, mebest ew e ku welatperwerî û sempatîya Şirnexîyan ya ku roj bi roj li gel hereketa sîyasî ya kurdan bilind dibe ji holê rake an jî gelê Botanê bi şîddet û çekî "terbîye" bike.
Di 16 salîya xwe de dema şerê 92an de Bîşeng ji alîyê dewletê ve tê binçavkirin, di Emnîyeta bajêr de îşkence lî tê kirin û encama van îşkenceyan de Bîşeng tê qetlkirin.
Dengbêj Salihê Şirnexî jî wekî hemû Şirnexîyan hay ji qetlkirina Bîşengê heye û li ser kuştina Bişengê kilama xwe distrîne, dilê mirovê dişewitîne, diêşîne. Ger Salihê Şirnexî ev kilam li ser Bîşengê nestrandîba îhtîmaleke mezin îro haya me dê ji vê bûyerê tûnebûya.
Çi dibêjî di kilama xwe de?

"Erê Bîşenga min ê naxwe îro dijminan çima li min we kir
Van zaliman da'wa dozekê li me vekir
Belê çawa destên me dane bê xweyiyê van kelepçan
Belê Xudê wan mala me bi destên xwe xira kir
Ax we mala me bi destên xwe xira kir

Erê Bîşenga min ê, min ê digot lê te ji bîr nakim
Xudê ez ê rabim navê te li tarîxê, dinyayê kar kim
Belê Xudê xira bike mala van xayîn û bêbextan
Belê çawa mala me bi destên xwe xira kir
Ax de rab, de rab, de rab Bîşenga min ê tu ciwan î
Belê tu yî ezîza li ber dilê van xortan î
Ax van zaliman tişt halê me nizanî

Erê Bîşenga min ê ez ê li Şirnexa şewitî ketim wê li hemberê
Xudê yeqîn dikim gawir e lê wîjdan li ser e
Xudê wekîl ez ê bejn û bala te bibînim rojê sê cara dilê min ji te re bi arîn û bi keder e
Ax de rab, de rab Bîşenga min ê tu ciwan î
Ax tu ezîza li ber dilê van lawan î"



11.01.2020 07:50 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» salihê şirnexî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî