Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
rênîşana mafê berastengan - tirşik
rênîşana mafê berastengan
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Rênîşana Mafên Berastengan



Ev xebat,ji hêla Kampanyaya Qedexekirina Tepînkên Navneteweyî – Koalîsyona Qedexekirina Bombeyên Mîsketîya Navneteweyî (ICBL-CMC) ve di çarçoveya ‘ Projeya Tora Meğdûran’, ji aliyeTevger Tirkiyeke bê Tepînk û Komeleya Berastengên Tirkiyê ve tê meşandin.





Hemû berasteng nemaze mexdûrên tepînkên reş ên antî-personel, heqên wan li ser ‘ PeymanaMafên Berastengên Cîhanê’ û ‘Peymana Qedexekirina Tepînkên Reş yên Antîpersonel a Navneteweyî’ hene. Lê bele ji ber ku di her du peymanan de jî agahdariyek baş nehatiye dayîn, di bikaranîna mafan de gellek pirsgirêk derketine.

Bi vê belavokê armanc; ji kesên berasteng û mexdûrên tepînkên reş yên antî-personel re mafên wan ji wan re bide zanîn û di bikaranîna mafên zagonî de rê nişan bide.

Di belavokê de; şertên ji bo meaşê berastengî û extiyariyê, derfetên îstîhdama berastengan yan jî sazkirina karên xwe, gellek agahiyên kêrhatî yên wekî gihandin û ragihandinê dihewîne. Ji bilî mafên aborî û civakî yên berasgtangan, mafên nêzmirovên berastengan jî hatiye diyarkirin. Di amadekirina belavokê de ji bo ked û fêdekariya AV. Turan HANÇERLi em spasiyên xwe dikin.















2022- MEHANEYA BERASTENG Û EXTIYARAN ( engelli ve yaşlı maaşı)



Mehaneya ku navê xwe ji zagona hejmara 2022 girtiye û li gorî vê zagonê kesên ku hewcedar, bêqewet û bêkesin û hemwelatiyên Tirkiyê ne, mehaneya 2022 ji van kesên berasteng û yên ku temenê 65 an dagirtî re ji sê mehan carekî meaş dide. Bi heman zagonê ji kesên ku nêrevaniya kesên berastengên temenê wan kêmî 18 salî re jî meaş dide.



Hemû karên serlêdana mehaneya 2022 ji hêla Weqfa Piştgirî û Alîkariyê yên Civakî (SYDV) ya ku girêdahiyê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ye tê meşandin. Kesên kû li wîlayetan dijîn li wîlayetê û yên ku li navçeyan dijîn jî li qeymeqamiyê dikarin serî lê bidin.



Ji bo serlêdana mehaneya berastengan – 2022;

• Divê temenê wî/wê 18 salî û zêdetir be

• Divê rapora ku % 40 û zêdetir berastengiyê nişan dide hebe

• Divê lii tu derî naxebite

• Divê tu mehane yan jî nefeqe nestîne

• Di malê de serê kesî dive ji 1/3 ê miz ê esgarî ( asgarî ücret) kêmtir be.



Kesên ku van şertan dihewînin dikarin ‘Weqfa Piştgirî û Alîkariyê ya Civakî’ ya ku li navnîşana wî/wê qeyîd kiriye, herê serî lê bide û mehaneya berastengan bistîne.





Ji bo serlêdana mehaneya extiyaran ( 65 + )- 2022

• Kesên temenê wan 65 û zêdetir

• Li tu derî naxebite

• Tu mehane yan jî nefeqe nastîne

• Di malê de serê kesê dive ji 1/3 ê miz ê esgarî ( asgarî ücret) kêmtir be.



Kesên ku van şertan dihewînin dikarin ‘Weqfa Piştgirî û Alîkariyê ya Civakî’ ya ku li navnîşana wî/wê qeyîd kiriye, herê serî lê bide û mehaneya extiyariyê bistîne.



Ji bo serlêdana kesên berasteng yên kêmî 18 salî; 18 yaş altı engelli maaşı başvurusu için



• Kesê ku lê tê nêrîn ango yê berasteng dive kêmî 18 salî be

• Divê rapora ku % 40 û zêdetir berastengiyê nişan dide hebe

• Di malê de serê kesî dive ji 1/3 ê miz ê esgarî ( asgarî ücret) kêmtir be.

• Kesê ku mehane lê bê girêdan( dê yan jî bav) divê nexebite.

• Divê nêrevan û berasteng di heman malê de bijîn.



Kesên ku van şertan dihewînin dikarin ‘Weqfa Piştgirî û Alîkariyê ya Civakî’ ya ku li navnîşana wî/wê qeyîd kiriye, herê serî lê bide û mehaneya xwe bistîne.

Mehaneya muxtecan ( muhtaç aylığı)

Ji hêla miduriyeta weqfên giştî, ji bo zarokên bêdê yan jî bêbav û % 40 û zêdetir berastengiyê wî/wê heye tê dayîn.

Ji bo serîlêdana mehaneya muxtaciyê (muhtaç aylığı)

• Divê tu alîkariyên tenduristiyê tunebe ( ssk,bağ-kur,yeşil kart hwd.)

• Divê bi tu awayî mehane yan jî dahatiyeke (gelir) nestîne.

• Bi birayara dadgehê yan jî bi zagonekî neketibe bin parastinê.

• Divê milkê wî/wê tunebe yan jî ev pereyê ku ji vî milkî qezenc dike dive ji mehaneya muxtacan zêdetir nebe.



Kesên ku van şertan dihewînin dikarin ‘Weqfa Piştgirî û Alîkariyê ya Civakî’ ya ku li navnîşana wî/wê qeyîd kiriye, herê serî lê bide û mehaneya muxtaciyê bistîne.



Mehaneya nêrevaniya limalê ( evde bakım maaşı)



Ev mehane; dema ku kesê/a berasteng nikaribe ku pêdiviyê bîne cih, kesên ku nêrevaniya wî/wê dike vê mehaneyê distînin.





Ji bo mehaneya nêrevaniya li malê;



• Divê tu mehane yan jî nefeqe nestîne û xwedî rapora %50 û zêdetir berastengiyê nişan dide be

• Ew kesên ku nikarin pêdiviyên xwe bînin cih

• Dahatiya wî/wê, dema dahatiya malbatê ya tevahî li gorî kesên malê tê dabeşkirin divê paya wê/wî ji 2/3 kêmtir be.



Kesên ku van şertan dihewînin dikarin ji ‘Weqfa Piştgirî û Alîkariyê ya Civakî’ ya ku li navnîşana wî/wê qeyîd kiriye, herê serî lê bide û mehaneya nêrevaniyê ya li malê bistîne.





Ji bo berastengan venêrîna saziyê ( engelliler için kurum bakımı )

Ew kesên berastengin û nikarin li malê li xwe binerin, heqê wan heye ku li dewletê yan jî li ciheheke taybet venêrîna xwe bidin kirin.

Divê di rapora wî/wê de ‘berastengê giran’ binivîse

Dema ku serî li saziyên dewletê bê dayîn ku valahî hebe bajarê ku kesê/a berasteng lê dijî, ku valahî nebe jî li derveyî bajêr de wê cihek bê peydakirin.



MAFÊ PERWERDEHIYÊ YA ZAROKÊN BERASTENG

Li gorî maddeya 42. û fiqreya 8. a makezagonê ‘ dewlet ji bo zarokên ku rewşên wan yên teybet hene; ji wan re pêşgiriyên sûdewar digre’

Di rapora berastengiyê de zarokên ku hewcedariyê bi perwerdehiya teybet dibîne ( dive %20 û zêdetir berastengiya wî/wê hebe) ji wan re li gorî nirxandinên Navendên Perwerdehî û Lêkolînanji perwerdehiyê fêde digrinç

Ji bo ku perwerdehî bi rêkûpêk be di çarçoveya ‘ji kesên ku hewcehiyê bi perwerdehiya teybet dibinin re gihandina bê pere’ de ji wan kesan re derfeta gihandinê pêktê.

POLÊN PERWERDEHIYA TEYBET ( özel eğitim sınıfları)

Ji aliye Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî, polên ji bo kesên ku hewcehiya wan bi perwerdehiya teybet heye – polên ku bikaribin hevalên xwe re yên ku kêmaniyên wan tünene, perwerdehiyê bibinin – li ser pêşniyara lijneya xizmetên perwedehiya teybet pêkane ku polên perwerdehiya têybet bên vekirin.

Kesên ku di pêşdibistanê yan jî dibistana seretayî de ne û bi tu hawî nikaribe rasterast ji saziyeke perwerdehiyê fêde bigre, ji bo wan li malê perwerdehî tê dayîn.

Kesê ku bixwaze ji bo perwerdehiya zarokên berasteng agahî bistîne, dikare serê li Navendên Lêkolînên Rêberiyê bide.



Muafiyeta Azmûnên Hevpar a Dibistana Navîn

Ji bo kesên ku di asta nîvek yan jî pêşketî zihnê wan kêm ji azmûnên hevpar muaf in.

Ji kesên berastengên çavan yan jî kêm dibînin re, qewlê azmûnê tê dirêjkirin.

Ku malbatên xwendekarên berasteng bixwazin dikarin wan ji azmûnên hevpar muaf bigrin.



Mafên Xwendekarên Berasteng Yên Ku Amadehiya Zanîngehê Dikin yan jî Zanîngehê Dixwînin

Ji 20 ê Kanûna 2013 ve bendava zanîngehê 100 pûan e.

Li her zanîngehê yekeya berastengan heye.

Li hinek zanîngehan ji bo berastengan pûanên zede didin. Dibicihbûnê wargehan de dora pêşîn ya berastengan e.

Li hin zanîngehan li gorî giraniya berastengiya xwendekaran di buhayê de daxistin heye.

Berastengên ku zanîngehê ji dûr ve dixwînin heqê perwerdehiyê nadin.

Xwendekarên ku serkeftîne piştî nirxandina YÖK ê bê azmûn dikarin qeyda xwe li Beşa Hunerê

bikin.

Zanîngeh mecbûrin ku ji bo berastengên ortopedîk cih û amûran peyda bikin.

Kesên ku nikaribin bi serê xwe li wesaîtên nava bajêr siwar bibin, ji bo van kesan wargeh tên

Peydakirin,



JIYANA XABATÊ YA BERASTENGAN

MAFÊ XWEDÎBÛNA PÎŞEYÊ

Saziyên wekî; Navendên perwerdehiyên gel ( halk eğitim merkezleri ), İş-Kur, KOSGEB ji bo berastengan kursên pîşeyên teybet vedikin û kesên ku van kursan diqedînin di serlêdana karan de dora pêşîn distînin.

Berastengên ku li kar digerin yan jî saziyên ku kar didin dive onlain yan jî rûbirû serî li İŞ-KUR ê bidin.

Kesên ku 14 saliya xwe tejî kiriye û ji % 40 zêdetir berastengiya wan heye dikarin serî li İŞ-KUR ê bidin.



MAFÊN DI ÎSTÎHDAMA BERASTENGIYÊ DE HATINE PEYDAKIRIN

DI SEKTORA TEYBET DE ÎSTÎHDAM

Li gorî zagona xebatê ya bi hejmara 4857, sektorên teybet yên ku ji 50 kesan zêdetir karker dixebitîne dive payek bi qasî %3 ji kesên berasteng re veqetîne. Ev kadroyên ku ji wan re hatine veqetandin bêhtirê wan vala ne. Ji ber vê yekê kesên berasteng dive bi rapora xwe ya ku berastengiya wî/wê nîşan dide, biçe serî li İŞ-KUR ê bide.





ÎSTÎHDAMA LI KAMUYÊ



Ji kesên berasteng re li kamuyê %4, li Miduriyeta Ewlehiya Giştî %5 kadro hatiye veqetandin. Kesên ku dixwazin ji van kadroyan fêde bigrin yan dive bikevin EKPSS yan jî divê bikevin dora pişkê (kura).

Azmûna Bijartina Personelên Berasteng yên Kamuyê (EKPSS)

Kesên ku ji aliye bedenî, zêhnî, ruhî, hestiyarî yan jî civakî % 40 û zêdetir berastengiya wan hebe û rapora wî/wê ya tenduristiyê ya ku dibêje ‘ev kes dikare bixebite’ hebe, dikare serî li azmûn yan jî pişkavêtinê bibe. Azmûn ji du salan carekî çêdibe.

Kesên ku lîseyên pîşeyê yên ji bo berastengan mezûn bûbe, wekî mezûnê lîseyê dikare bikeve KPSSê.



BERASTENG DIKARIN KARÊ XWE SAZBIKIN ( engellilerin kendi işini kurması)



FIROŞER(BAYÎ)



Her berastengê ku; 18 saliye xwe dagirtî, kêmaniyên wî/wê yên zêhnî tuneyî û ne binê wesayeta kesî de, dikare bayîtiyên lîstikên jimarî(sayısal oyunlar) yên ku di bin banê Miduriyeta Milli Piyangoyê ya Giştî de bistîne.

Piştgiriya bexşê(hibe) ya İŞ-KURê (işkur tarafından verilen hibe desteği)

Kesên ku % 40 berastengin û dixwazin karê xwe sazbikin, dikarin ji İŞ-KUR ê di esasê projeyê de pitgiriya bexşê bistînin.

Divê proje li gorî esasên ‘Rêbera Serlêdanê’ ya li ser mapera İŞ-KUR ê bê amadekirin. Bexş, herî zede 36 hezar tl ye.

Ji bo piştgiriya bexşê, li 81 wilayetên Tirkiyê ji Miduriyeta Saziya Kar û Xebatan ya Wilayetê û ji Navendên Xizmetê dikarin bi rêya numreya telefona 444 75 87 yan jî ji navnîşana înternetê www.iskur.gov.tr dikarin agahiyên dorfireh bistînin.







LI KARGEHÊN PARASTÎ ÎSTİHDAM



Kargehên parastî; kargehên ji hêla şexsên hukmî yan jî şexsên rastîn ve hatine sazkirin, ji bo wan kesên ku berastengin û nikarin di karekî de bi cih bibin, ji bo van kesan li cihekî îstîhdam bikin hatine sazkirin. Kargehên bi vê mebestê hatine vekirin û yên bên vekirin hemû tevde dibin kargehên parastî. Berastengên ku bixwazin di van cihan de bixebitin dive bi serê xwe yan jî bi rêya Miduriyeta Saziya Kar û Xebatan ya Wilayetê serî lê bide.

Ji bo serlêdana kargehên parastî ;

• Herî kêm dive % 40 bedenî yan jî zêhnî berastengî hebe

• Divê li İŞ-KUR a Tirkiyê qeyîdkirî be

• Divê 15 saliya xwe temam kiribe.



Kesên ku van şertan dihewînin dikarin serî li İŞ-KURê bidin û daxwaza îstîhdama li kargehên parastî bikin.



MAFÊN BERASTENGÊN KU DIXEBITIN

DAXISTINA BACÊ

Kesên berasteng û xizmên berastengan ji baca normal kêmtir didin.



Li gorî zagona baca Dahatiyê, ji vê kampanyayê

• Berastengê bi pere

• Kesên ku li yekê/a berasteng dinêre û xwedî pere ye

• Berastengên ku karê serbest dikin.

• Kesên ku karê serbest dikin û li yekê berasteng dinêrin.

• Berastengên ku bi usula basit bi bacê hatiye girêdan.

Ew kesên ku dixwazin ji daxistina bacê ya berastengiyê fêde bigrin, ku karker yan jî karmend bin wê serî li kargeha xwe bidin, lê ku karkerên xweser yan jî xwediyê kare xwe bin wî çaxî wê li serî Daîreya Bacê bidin.

Ji bo berastengan linka Rêbera Bacê www.gib.gov.tr/fileadmin/beyannamerehberi/2013_

engellilervergirehberi.pdf ev e.



MAFÊ MALNIŞÎNA PÊŞWEXT



Ji kesên berasteng re dema ku ji nû ve bikeve kar derfeta malnişîna pêşwext tê dayîn. Di vê çarçoveyê de dema ew kes pêşwextî malnişîn bibe, ew mehaneya ku bê girêdan mehaneya extiyariyê ye.

Ji bo Bağ-Kurê verastkirina malnişînê;

Sîgortayiyên Bağ-Kurê(4B) jî wekî yên SGK yî dikarin pêşwext malnişîn bibin.

Nîşe: Berastengê ku malnişîna pêşwext dixwaze divê bi daxwaznameyeke serî lê bide. SGK ji bo malnişînê ji xebatkarên berasteng re agahî nade.



MAFÊN XEBATKARÊN KU ZAROKÊN WAN YÊN BERASTENG HENE



Daxistina Baca Dahatiyê



Xebatkarên kamuyê, yên teybet û yên serbixwe kû zarokên wan yên berasteng hene ji wan re di Baca Dahatiyê de daxistin çêdibe. Dema ku di rewşa berastengiyê de guherîn çêdibe divê ev yek ji Daîreya Bacê re bê gihandin. Ku rapor demkî be, her çiqas rapor biguhere divê ji Daîreya Bacê re bê gihandin.

Kesên ku malnişî bûyîn li ser mehaneya malnişiyê nikarin vî heqî bikarbînin lê bele kesên ku malnişî bûyî û kare serbest dike ji mafê daxistina bacê fêde digre.

Mafê Ji Nobedariyê Muafiyet û Destûra Xwedîkirinê ya Rojane

Karmendên li kamuyê dixebitin yên ku zarokên wan yên berasteng hene, ji nobedariyê û mesaiyên zêde muaf in. Wekî din kesên ku mirhovên wan yên muxtacê xwedîkirinê hene ji wan kesan re jî di destûra xwedîkirinê de alîkarî tê kirin.

Ji hêla Fermandariya Tenduristiyê ya Serkana Giştî (Genel Kurmay Sağlık Komutanlığı) di 20 ê adarê 2014 an de fermana; ‘ji bo kesên ku zarokên wan yên ku diçin Perwerdehiya Teybet yan jî kesên ku mirhovên wan yên muxtacê xwedîkirinê hene, ji wan kesan re di destûra xwedîkirinê de wê alîkarî bê kirin’ hatiye dayîn.

Dîsa li gorî rêziknameya navxweyî ya TSK yê; kesên ku li TSK yê dixebitin (karmendên sivîl yan jî leşkerên muvazzaf) û zarokên wan ên muxtacê xwedîkirinê hene ji wan re muafiyeta nobedariyê heye.

Ji Dayîkên Xwediyê Zarokên Berasteng re Malnişîna Pêşwextî

Dayîkên ku, ji Bağ-Kur, SSK, Emekli Sandığı, Karkerên Çandiniyê (Tarım

İşçileri) û bi xwesteka xwe sîgorteyî ne, dikarin wekî dayîkên ku zarokên wan yên muxtacê xwedîkirinê ne, dikarin ji mafên wan fêde bigrin.

Divê ji bo vê di rapora zarokan de madeya ‘ berastengê giran’ derbas bibe.



Ji Xebatkarên ku Xwedî Zarokên Berastengin, Mafê Destûra Mazeretê

Xebatkarên ku xwedî zarokên berasteng in û berastengiya wan herî kêm %70 ye yan jî nexweşiya domdar bi wan re heye ( ku ew kes zewicî be devê hevserê/a wî/wê jî %70 berasteng be) û dema ev kes nexweş dibin dê yan jî bav di nava salekî 10 roj heqê wan ya dastûra mazeretê heye. Ev kes di carekî de yan jî qistûqist van rojan dikarin bikarbînin.



MAFÊ DESTÛRÊ YÊN LI KAMUYÊ DIXEBITIN



Di 10-16 ê Gulanê hefteya berastengan de roja yekemîn û 3 yê berfanbarê roja berastengan de hemû kesên berasteng destûra îdarî distînin.

Demên ku rewşa hewayê xerab dibe û dibistan dikevin betlaneyê berastengên ku li wê herêmê dijîn wan rojan destûra îdarî distînin û ji bo vê hewcehî bi tu talîmatê tuneye.

Berastengên ku çavên wan nabînin, yên çavên wan kêm dibînin, yên nikarin bimeşin yan jî yên şevekorî, dema saeta zivistanê tê bikaranîn û saetên mesayiyê dikeve tariyê, ev kes dikarin daxwaza guherîna saetên mesayiyê yên destpêk û qedandinê bike.



VERASTKIRINA LOJMANAN (lojmanların düzenlenmesi)

Li avahiyên kamuyê bi tu awayî li gorî zagon yan jî rêziknameyan nehatiye verastkirin.

Lê sazî dikarin ji bo xebatkarên berasteng û xizmên wan di lojmanên xwe de verastkirinan çêbikin.



MAFÊ TAYÎNÊ

Di Zagona Karmendên Dewletê de verastkirinên pîşandin û tayînê hene.

Di Zagona Karmendên Dewletê de maddeya pêvek a 39. de ‘ Karmendên dewletê; ku zarok, hevser yan jî xwîşk û birayên wan yên ku tenê bi alîkariya hin kesên din dikarin jiyana xwe bidomînin û ev kes tenê dikarin li dibistanên perwerdehiya teybet didin de bixwînin û ev rewş ji hêla lijneya nirxandina perwerdehiya teybet ve hatibe piştrastkirin û hatibe belgekirin, li ser daxwaza van kesan di tixûbên wîlayet yan jî navçeyan de ciheke ku vala û guncaw be tayîna wan kesan çêdibe.’

Li gorî Zagona Karmendên Dewletê, di maddeya 72. de; ‘ ji bo karmendên ku di malbata wî de (dive xizimtiya wan di asta 1.de be wekî; dê, bav, zarok hwd.) kesên berasteng hebin û ev karmend ji xwedîkirina van kesan berpirsiyar be, ji bo daxwaza karmend ya guherandina cihî verastkirin çêdibin.

Wekî din, di rêziknameya tayînên karmendên dewletê de guherînên (dîroka 16.08.2014 de) derbasdar e.



AVANTAJÊN BACÊ YÊN DIN

Di baca gumrikê de, di erebeyên bi rêkûpêk yên îthal de, di kirîna erebeyan de baca mezaxtinên teybet de, di baca wesaîtên bimotor de(mtv), KDV ê de û di baca emlaqê de daxistin çêdibe.

JI BO KURIKÊN 18 SALIYA XWE DAGIRTÎ TUŞTÊN KU LAZIM E BÊN KIRIN

Karên bi SGK ê re Eleqedar

Dema ku SGK ji berastengbûna zarokên mêr nebe, ji bo yên naçin dibistanê heya 18 salî, ji bo yên ku diçin lîseyê heya 20 salî û ji bo yên diçin zanîngehê heya 25 saliya xwe dagirin, SGK têkiliya tenduristiya zarok û bi dêbavan qut dike û wan mecbûr dike ku her meh heqê GSS ê bidin. Ji ber vê yekê hîn zarokên we nebûyîn 18 salî 2-3 meh berê bi tevî rapora wî ya ku berastengiya wî nîşan (ya nava wê salê) dide serî li SGK yê bidin û ji wan muayeneya maluliyetê bixwazin. Ew kesên kubiryara berastengiya wan bê diyarkirin ji wan kesan re bênavber xizmeta tenduristiyê tê dayîn.

Malbatên ku zarokênwan yên berasteng 18 salî ye lê hîn li lîseyê be wî çaxî divê dê yan jî bav bi tevî rapora berastengiyê ji dibistanê belgeya xwendekariyê bigire û ji bo tespîtkirina berastengiya zarokên xwe serî lê bidin.



JI BO ZAROKÊN KU 18 SALIYA XWE DAGIRTÎ JI DADGEHÊ BIRYARA WASÎTIYÊ DERXISTIN



Kesên ku zarokên wan yên berastengiyê zêhnî hebin; divê bi tevî rapora ku rewşa wî/wê nîşan dide serî li Dadgeha Hiqûqa Sulh a Wilayetê bidin. Doza wasîtiyê bê mesref e, tenê heqê dosya û pûl tê girtin. Roja dozê divê bi kesê ku wasîtiya bê girtin re herin dadgehê.



MAFÊN BERASTENGAN YÊN KAMÛYÎ

MAFÊ RAGIHANDINÊ



Daxistina Digiturkê:

Ji kesên berasteng, hevserên şehîdan û xaziyan re %50 daxistin çêdibe.

Tarîfeya Civakî ya Turk Telekomê:

Tarîfeya Civakî ya Turk Telekomê ji bo berastengan, xizmên şehîdan û xaziyan hatiye verastkirin.

TTNET û Înteneta Fîber:

Ev xizmetên henê ji bo her temenî tê dayîn. Kesên ku berastengiya wan %40 û zêdetir be dikare ji van xizmetan fêde bigre.

Xizmtên Turksat Uydunetê:

Di xizmtên Turksat Uydunetê de, bi şerta ku abone hemû şertan bicihbînin tarîfeya bêasteng %25 daxistiye. Ev tarîfe tenê ji bo xizmetên înternetê ne.

Turkcell Superonline:

Ji kampanyaya Sînornenas, kesên %40 û zêdetir berasteng, hevserên şehîdan, xazî û xizmên van kesên nêzîk ( dê bav û zarok ) dikarin fêde bigri.





Di Xizmetên Telefonên Berîkan de Daxistin:

Di operatorên; turkcell, avea û vodafone yê de ji bo berastengan tarîfeyên teybet hene. Ji van tarîfeyan kesên berasteng li ser navê xwe bikartîne.



MAFÊ GIHANIYÊ

Di Nava Bajêr de Gihanî

Otobusên şaredariyê, seferên metroyê, TCDD û seferên behrê yên nava bajêr bêheq e. Kesên kû rapora wan ya berastengê giran heye dikarin bi refaqetê xwe siwar bibe û kesê/a refaqet dike jî bêheq siwar dibe.



TCDD û Seferên Behrê



Seferên TCDDê û Seferên Behrê seferên nava wilayetan jî bêheq dikarin rêwitiyê bikin û berastengên kû rapora wan ya berastengê giran heye dikarin bi refaqetê xwe siwar bibe û kesê/a refaqet dike jî bêheq siwar dibe. (divê bi hev re bin)



Otobusên Nava Wilayetan



Di rêwitiyên nava wilayetan de %30 daxistin çêdibe lê dema ku bilêt bi rêya înternetê tê stendin daxistin çênabe. Fîrmayên ku ji berastengan re daxistinê nake yan jî tenê ji hin berastengan re dikin, hûn dikarin di derbarê van fîrmayan de zabitnameyeke (tutanak) bigrin û ji Wezareta Gihanînê re bidin zanîn.

Turk Hava Yolları

THY %25 daxistin çêdike, lê berastengên ku bilêtê li ser înternetê distînin yan jî bilêtên ekonomîk distînin nikarin ji vî heqî fêde bigrin.



MAFÊN ÇANDÎ



Di Muze û Cihên Wêran de Daxistin

têketina muze û cihên wêran bêheq e. Lê di muze û cihên teybet de daxistin însiyatîfa xwedî ye.



Di Şanoyên Dewletê de Daxistin



Temaşekirina pêşandinên şanoyê bêheq e. Wezareta Çandê, ji aliyê maddî ve piştgiriyê dide Şanoyên Berastengan.

MAFÊ TENDURISTIYÊ



Di Kirîna Amûrên Tibbî de Alîkariyê Dide

Di malekî de kesên ku lê dijîn, ji her yekî ku pereyê dighe wan 1/3 kêmtirê mizê asgarî (asgari ücret) digihe wan, dikarin serîli SYDV ê ( sosyal yardımlaşma ve dayanışma vakfı ) bidin û ji bo amûrên tibbî perê ku ji SGK yê nedane ji SYDV ê bixwazin. Encama wê jî piştî Nirxandina Weqfê wê diyar bibe.



Bezê Bin Nexweşan



Ji bo zarokên berasteng yên ku du saliya xwe dagirtine, bi rapora ku têde maddeya ‘venêrîna mesane û rectumê hatiye kirin ‘ dikare her meh heqê 120 bezê zarokan bigre. Ev rapor ji bo 2 salan derbas dibe û bi îmzeya bijîşkeke çêdibe.



Kirîna Ortez, Protez, Amûrên Bihîstinê û sondayê;



Rapor û reçeteyên ku ji hêla yekeyên bi vî karî têkildar tên amade kirin, SGK qisteke buhayê van amûran dide.

Sepanên Rehabîlîtasyon û Tedawiya Fizîkî

Ku raporeke li gorî Teblixên Tenduristiyê bê amadekirin, ji xizmetên rehabîlîtasyon û tedawiya Fizîkî dikare fêde bê girtin. Lê ji ber ku di vê mijarê de hinek sînorkirin hene, divê ji klînîkan agahî bê girtin.



Tedawiya Diranan



Kesên ku %40 û zêdetir berastengin hemû mesrefên diranan ji hêla saziyê tê pêşwazîkirin. Qewlê guherîna protezên sabît û yên bi tevger 4 sal in. Sazî heqê protezên ku beriya çar salan bê guhertin nade. Lê dema ku qezayek çêbibe ev rewş diguhere û wext naye ber çav.



Di Muayeneyê de Mafê Dora Pêşîn



Li hemû nexweşxaneyan pêşdorî ya nexweşên berasteng e.

Stendina Rapora Tenduristiyê, buha, Qewlê Derbasbûnê û Mafê Îtirazê;

Li gorî Teblixa Sepana tenduristiyê ya adara 2013 an raporên ku berê bê pere bûn ji wê gavê pê de heqê wê 20 lîra ye. Tenê rapora berastengan ew jî ku cara pêşîn be bêheq e.

Di amadekirina hemû kiryar test hwd. biheq in.

Hemû belge rapor yan jî qertên berastengan yên ku berê stendine û berastengî, rizîbûn, berastengê zêhnî yan jî bedenî nîşan dide, ev rapor yan jî belge ji wan kesan re yan jî ji xizmên wan re hin avantajan çêdike û jê fêde digrin, di demê ku qewlê wê yê derbasbûnê hatiye nîşandin de, hewce tune ku di nava vê demê de bê guhertin(zagona bi hejmara 5378)

Ji bo îtiraza rapora dive bi daxwaznameyê serî li Miduriyeta Tenduristiyê ya Wilayetê bê dayîn. Nexweşxaneya ku Miduriyeta Tenduristiyê ya Wilayetê sevk kirî ku di raporê de heman tuştî bêje birayar teqez dibe. Lê ku biryarek cuda derkeve, Miduriyetên Tenduristiyê ya Wilayetê sevka Nexeşxaneya Hakem dike. Biryarên nexweşxaneya hakem teqez in.



MAFÊ XANEYÊ (konut hakkı)



Mafên Di Pişkavêtina TOKI yan de



Di kampanyayên TOKI yan de berastengên ku hemû şertên wan temam in di serî de ji rêzika berastengan de dikevin dorê, lê ku di vê pişkavêtinê de dor negihe wan dikarin cara diduyan bikevin dora pişkavêtina giştî. Dema ku we serî li pêşkavitinê da bala xwe bidin vê xalê.

Verastina Xaneyên ku Berasteng lê Dijîn



Li avahiya ku kesên berasteng lê rûdinin li gorî rêziknameyê ji bo berastengan hin guherîn tên kirin.



BERASTENGÊN WERZÎŞVAN



Da ku kesên berasten bikaribin bi profesyonelî werzîşê bikin Federasyona Werzîşên Berastengan hatiye sazkirin

Berastengên ciwan dema ku di Olîmpiyatên Teybet yên Cîhanê de ji Lîstikên Paralîmpîk û Deafolîmpîk bikevin rêzika 1. 2. û 3. pûanek teybet digirin. Ev kes nakevin azmûnê û bicêhkirina wan ji hêla OSYM ê çêdibe. Bê azmûna YGS ê dikevin zanîngehê.



DERXISTINA QERTA NASNAMEYA BERASTENGÎ



Qertên nasnameya berastengî li ‘Miduriyetên Xizmetên Civakî ya Wilayeta’ ku girêdahiyê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ye tê dayîn. Di vê qertê de kesên berasteng ne mecbûr in ku heya 15 saliya xwe wêneyê bi qertê ve bikin. Dema ku 15 saliya xwe dagirt ji bo wêne pê ve bike, divê bi qerta kevin û ewraqên din serî li miduriyeta Xizmetên Civakî ya Wilayetê bê dayîn. Qertên berastengan ji bo hemû daxistin, maf û xizmetên berastengan tê bikaranîn.



XIZMETÊN ŞAREDARIYÊ



Hemû bajarên mezin, wilayet, navçe û belde di xebatên derbarê berastengan de berpirsiyar in. Hûn dikarin serî li şaredariya ku hûn girêdahî ne bidin û xebatên ji bo berastengan hîn bibin. Kursên Pîşeyî, aqijî, Navendên Jiyanê, Navendên Rehabîlîtasyonê, Xizmetên Piştgiriya Derûnî, Alîkariya Civakî, Xwedîkirin û restore çend xizmetên şaredariyê ne. Ji bo ku ji van xizmetan fêde bê girtin divê li Yekeya Xizmetên Berastengan ya Şaredariyê qeyîdkirî be.

Daxistina Heqê Avê

Daxistina avê li her şaredariyê tê guhertin. Lê her şaredarî divê herî kêm %30 daxistin bike. Şaredariyên ku vê daxistinê nakin,hûn dikarin wan gilî bikin.



JI BO WESAÎTÊN BERASTENGAN CIHÊ PARKÊ



Kesên ku wesîtên wan yên bi daxistina OTV yê kirîne ji bo parka wesaîtên xwe dikarin serî li şaredariyê bidin.

Wekî din kesên berasteng li ser rêya otobanê dikare heya 15 deqeyan erebeya xwe bikişîne keviya rê.

Li balafirgeha otoparkên ku girêdahiyê şaredariyê ne dikarin erebeyên xwe bêheq park bike.



Îstasyonên Muayeneyên Wesaîtan pêşdorî ya wesaîtên bi daxistina OTV yê girtine.



Peydakirina Qerta Parkê Ya Wesaîtên Berastengan

Berastengên ku bixwaze qerta parkê ya wesaîtên berastengan bistîne divê serî li Beşa Tescîlê a Çûnehatê (trafik tescil şubesi) bide

Wekî din kesên ku %90 û zêdetir berastengiya wan heye û ji OTV yê muaf e, dikarin vê qertê bistînin.



ALO 1837/ Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî

Miduriyeta Giştî ya Xizmetên Extiyar û Berastengan



Rêya Eskîşehîrê taxa Soğutozuyê. Kuçeya 2177.. 10/A

qet: 14-15-16 06510, Çenqaya/Enqere

Tel : (0312) 284 38 38

Santral : (0312) 705 70 00 - 01 - 02

Fax : (0312) 705 70 50

ePosta: bilgiedinme.eyhgm@aile.gov.tr

www.aile.gov.tr



ALO 144 / Xeta Alîkariya Civakî

Xizmetên ji hêla SYDF tên meşandin: Perwerdehî/tenduristiya bi şert, komir, alîkariya zêd, hewîn, alîkariya jinên ku hevserê wan mirine hwd. û hemû daxwaz, pêşniyar û giliyên derbarê projeyên piştgiriyê tên stendin. Ev agahî tên qeyîdkirin û şûnde li kesê ku serî lê dayî vedigerin û wan agahdar dikin. Şûnde berê wan kesan didin SYDF’yê wilayet/navçeyan.













ALO 150 / BİMER – Navenda Agahî Girtin a Serokwezîrtiyê

Dema ku hûn li saziyên kamuyê rastê neheqiyeke hatin, hûn dikarin serî lê bidin.

bimerapplication.basbakanlik.gov.tr

ALO 170 / SGK – Saziya Ewlekariya Civakî (sosyal güvenlik kurumu)

Navenda ragihandina xebat û ewlehiya civakî,

7 roj û 24 saet di xizmetê de ye

Kuçeya Ziyabey no: 6 06520 Balgat/Enqere

Tel : (90 312) 207 80 00

www.sgk.gov.tr



KOMÎSYONA DAXWAZNAMEYA YA TBMM’ê

Ji vê navnîşana înternetê, hûn dikarin li komîsyona daxwaznameya ya TBMM’ê qeyd bibin û mafê xwe yê daxwaznameyê bikarbînin

edilekce.tbmm.gov.tr

KOMELEYA SEQETÊN TIRKIYÊ

www.tsd.org.tr



28.12.2015 14:08 ~2016.01.02 11:14 | renas

2. rênîşana divê hinek din jî bê nîşandan daku ez jî jê fehmbikim jiber ez ji hişê xwe seqetim dereng fehm dikim niha özürlîyek bê miaşim divê bilez hê tirkîye xera nebûye ez jî feyde bibînim ji vê dewleta wehş mafê xwe bistînim.. ji kerema xwere hinek bi kurtî mijarê ber fireh bikin erebeyek meriv hebe meriv dikare jê bifeyde bibe?



hişyarî: bê henek ji camêrekî bîna minra lazime *



28.12.2015 17:16 ~17:22 | shorbevan

3. a rast min baş nefêhmî çi kêm e. dibe ku kêmasî jî hebe lê teksta ku min wergera wê kirî ev qas bû



02.01.2016 11:17 | renas

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rênîşana mafê berastengan
» mafê çomezan an çomezîzm

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî