Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
helbestên evîné - tirşik
helbestên evîné
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di tariya şeva kambax de şemal didî

Bi stêrkan re dimeşî tu

Ew deng, ew destdayîna ku

Nava dilê min dihejîne

Bêhna ku distînim, tiştên ku dibînim dîsa tu, dîsa tu

Pistepista ku di guhê min de

Olan dide

Carinan qêrînek, carinan hawarek

Dîsa tu, dîsa tu



Û dawiya peyvê

Destpêka her tiştî tu

Tişta her tişt lê bi dawî dibe dîsa tu, dîsa tu..

(Helbest :Welat Bazîdî.)



10.08.2013 23:47 | gabarî

2. min bedewiya xwe de veşére

di bédawîya xwe de

......

gulîyên xwe bike star,

gulîyên xwe bike xemla hêvîyên min



(bnr: hîvron- dicemidim)



11.08.2013 12:56 | gabarî

3. (bnr: melayÊ cizÎrÎ) - sabah el xeyr

BI DENG Û AWAZÊ (bnr: zubÊr salih)







11.08.2013 20:49 | seydayê_peyvan

4. Bajarek…

Bajarek bifikire ku

di nav de ez

bêkes û tenê.

Te difikirim

te digerim

te dixwazim

hesreta te dikişînim.

Bajarek bifikire ku

bê te bi hertiştên xwe min dixeniqîne

tehma jiyana min jehr kiriye.

Bajarek bifikire ku

bûye hepsa min

ez bûme mehkûmê wî

dest û lingên min girê daye

min dixapîne.

Bajarek

ez û tu

eşq û tenêtî

hesret û gazin…

Çi bibêjim

tenêtî ji her alî ve min dikuje

Bizanibe ku ez dimirim

saet bi saet

roj bi roj ez dimirim

tu tune yî

ez dimirim…OCCO MAHABAD



14.08.2013 17:24 | şevko

5. Nexşeya te ji ber çavên min dizîn

Agirê maça te ji ser lêvên min dizîn

Ji hestên min ferhenga zimanê te dizîn,

Ji buhara min keskesora kenê te dizîn

Ji sibeha min xunava gizinga te dizîn

Ji êvara min tavsorka asoyên te dizîn

Ji guhên min ritm û newaya navê te dizîn

Lê dikin û nakin…,

Nikarin evîna te ji dilê min bidizin. Ehmed huseynî / evîna te...



07.06.2016 14:59 ~15:02 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ku nivîskarên wan ne diyar in

Kategoriyên mijarê:: tekili cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî