Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
yasa - tirşik
yasa
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji xwe bala me kurdan nakişîne ji ber ku weke "ya sa" ango "ya ku aîdê kuçikan e" tê fêhmkirin.



11.08.2013 18:14 | azadixwaz

2. kurdên li başûrê kurdistanê yanî bahdînekan û soranekan vê peyvê di berdêla qanûnê de bikar tînin.. divê demildest dest jê berdin û devê xwe jê bişûn û vegerin ser qanûna ku kurd hemîşe li ser tifaq in..



11.09.2013 14:52 | endazer

3. tu eleqeya wê bi kurdî re nîne û fonetîka wê jî lê nayê lê dîsa jî ji aliyê malperên başûrî ve zêde tê bikaranîn. weke alternatîf zagon heye, qanûn heye...

li gorî tdkyê tirkî ye li gorî ferhenga nişanyan ji mogolî hatiye.



29.04.2015 22:41 | simurg56

4. peyveke ji tirkiya kevin e. mongolî. Jixwe rayê van zimanan yek e. di tirkî de yasak (qedexe) heye li gor wîkîferhengê ji peyva yasakê hatiye dariştin. Axir başûrî bikar tînin. Lê peyva qanûn hebe çima mirov yasayê bikar bîne :/



30.04.2015 10:00 | xendekî

5. li gor wîkîferhenga me:



Kurdan "qanûn" ji erebî kurdî-erebî: قانوون (qanûn) wergirtiye lê ereban bi xwe jî ew ji yewnanî "κανών" (kanón) deyn kiriye. Yûnanan ew ji peyva "κάννα" (kanna: rûl, çîx, qamîş) çêkiriye. Lê wan jî peyva "κάννα" îcar ji akadî " (qanû) deyn kiriye. Jixwe akadî jî ew ji sûmerî (gi.na) deyn kiriye... û dîroka peyvê belkî hê jî dûrtir diçe.



yanî me qafa nexwariye babam *



30.04.2015 20:10 ~20:12 | xendekî

6. ceynika serê kurdên başûr ji ereban diçe, ji ber wê dema ji bo soranî an kurmancî li peyveke digerin qistas û krîtera wan ya ewil bila ne bi erebî be ye..bawerim ev meseleya yasayê jî berhemeka vî aqil û ferasetî ye, parastin baş e lê parastina zêde jî dikeve nav sînorên paranoyayê, demekî di koma zimanê kurdî de li ser facebookê gotûbêjek dirêj li dora vê peyvê gerihabû, lê me tu ji hevdu safî nekiribû..



30.04.2015 20:42 | endazer

7. ma qey zagon pîç e ku em wê bi kar nayînin.. li gor min ya herî xweş ev e.

li gorî wîkî ferhengê ji rûsî hatiye lê ji peyvên ereb û tirkan guncawtir e..



30.04.2015 20:51 ~20:52 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» yasa

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî