Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
the revenant - tirşik

bazirganên çermên heywanên kovî, li welatê çermsoran dinyayê him ji xwe re him ji wan re kirine dojeh. di vê sar û seqama dinyayê de her mirovekî, mîna her heywaneke wê xwezayê li pey xelaskirina jiya...
(6 şîrove)
the revenant
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê fîlma ku bi derhêneriya alejandro gonzalez inarritu'yî di sala 2014'an de ket vîzyonê

serlehengê fîlmê leonardo dicaprio ye..



ez bawer dikim ku hê ji xeynî min kesek ji me temaşeyî vê fîlmê nekiriye an jî gelek kêm kes temaşe kirine loma ezê zêde spoiler nedim..

fîlmeke xweş bû di vê fîlmê de leonardo ango bi navê wî yê fîlmê hugh glass nêçîrvanê heywanan e ku bi seydê kurkên stûr û kêrhatî yên heywanan digire û bazirganiya kurkan dike, lê di êrîşekê de koma wan a nêçîrê belav dibe, li pişt êrîşê jî jî hêla hirçekê birîndar dibe û hevalekî wî îxanetî wî dike û bingeha fîlmê jî li ser vê bûyerê ava dibe falan fîlan..

bo tirkî wek diriliş hatiye wergerandin ango vejîn



05.01.2016 19:14 | ferhenga şikestî

2. (bnr: ferhenga şikestî) heyrana her sê çavê te me. min hefteyek berê min ê binivîsanda, lê mixabin ji ber fînalên saçme min dem peyda nekir binivîsim. min ê îro vekira, lê min dît te zîrekatî kiriye û vekiriye. dastxoş!



innaritu filîmekî western çêkiriye û vê carê performansa kurê min bilindtir e û her wiha ez bawerim vê hemû xelatan vegire. canekem di caprio heqê rola xwe didê û li ber çavên min bêhtir qarîzmatîktir bû. îşela vê carê akademî wî piştguh neke, neku ez ê guhê wan bigêm!




sehneya di caprio û hirçî
pir ecêb e, tebî ne du sed caran bê temaşe kirin.



lê, lê babam helbet lîstikvanê min ê favorî tom hardy ye. ew bi vê performansê pêşerojekî peyt û zexm bigire. amîn îşela!









07.01.2016 14:44 | wiha wilo wisa

3. fîlma ku êdî di beşa fîlman ya tirşikê de jî heye;

Here lînkê (moderatorên ku fîlmê temaşe kirine lê li tirşikê zêde nekirine, şermezar dikim. him jî bi awayek tund)



ger em werin fîlmê; di serî de bêjim min 93 puan dan fîlmê.

naverok: dinya sar e, mirov sar in, her kes ditirse. ser û binê fîlmê serma û berf e, avên cemidî û cemd e. hinavên mirov dicemidin ji ber vê hawirdora fîlmê.

fîlmên tolhildanê, zehmet e ku ne xweş bin. lê vê fîlmê ne tenê ji ber vê avantaja xwe, bi lîstikvanên xwe û senaryoya xwe jî heqê cûreyê daye.



lîstikvaniya leonardo dicaprio hêjayî pesnê ye. ger haya mirov ji castê tune be, zehmet e ku mirov wî nas bike. di nav şertên wisa de lîstiye.



tenê kitekitek, xeletiyek bala min kişand di fîlmê de. ew jî tiştek bêwate ye;


piştî kurê glass dimire, rojek di ser de derbas dibe û glass nû xwe digihine termê wî. wê şevê li ser bedena kurê xwe radizê. dema roja dîtir radibe, biryar dide ku here tola xwe hilde. loma qolyeya li stûyê kurê xwe hêdika dikişîne jor û bi hêsanî ji ser serê wî derdixe. bi hêsanî derdixe, ji ber ku serê kurê wî, mîna ku berî 5 deqeyan miribe, bi hêsanî ber bi pêş ve ditewe û alîkariya bavê xwe dike. lê diviyabû ne wisa be, piştî evqas dem li ser miriyek derbas dibe, rîgor mortîs pêk tê û termê cenazeyê dibe mîna tehtê. tiştek wisa nebe jî, di sermayek wisa de, dîsa jî diviyabû laşê kurê glass mîna darikek hişk bûya û şûna bitewe encax bişika. neyse, kitekitek gelek biçûk e lê bala min kişand




min ji fîlmê gelek hez kir û bê dilxweşî temaşe kir.



17.01.2016 20:21 | simurg56

4. weke ku di şîroveyên jor de jî hatiye diyar kirin fîlmeke xweş bû. dîsa bandora yılmaz güney heye. bi taybtî: sehneya ku mêrik ji ber sermê dikeve hundirê hespê û jiyanên mirovên cuda yên rastî hevûdu tên...



05.02.2016 14:09 | nazim tolhildan

5. Filma min nû temaşe kirî. Film bi rastî baş e lê qasê min hêvî dikir bandor li min nekir . (Bawerim psîkolojiya wextê min temaşe dikir ez têde bum bêtir li benda senaryoyeke tevlîhevtir bu)
Ew dîmenên şerê navbera leonardo û hirçîde bêhempa bu û hirç bi zêdahî ve rateqîn bu.
Weke li jor hatî behskirin zêde zêde berf, qeşa, serma, ba û bahoz dihewand.
Destxweş be...



08.07.2017 14:49 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» the lost room

Kategoriyên mijarê:: sinema sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî