Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; î ya berî y yê
peyamên çepikkirî

7033. pir kêfa min tîne ji ber ku li klavyeya tirkî de î ê û nivîsandin zehmet e û ev yek hêjmara î'yan kêm dike. yaw ya rebbî şikir, ez çiqas tiral im lo?

(bnr: tiralo tir lê baro)



02.06.2013 17:23 | endazer

117521. rêbera rastnenivîsandinê ya komxebata ne-komxebata kurmancî* ferman daye, bila êdî î wekî xwe bimîne. anku bi ya wan êdî ne hewce ye ku î-ya berî y-yê wekî i bê nivîsandin. lê ew bi xwe tê de, bi çavsorî, bi dînitiyeke nezanî hemû -iy dikin -îy. ne tenê xanî-yê> xanîyê lê her wiha çiya-çîya, kiriye-kirîye! û hwd. Çima?

û di vê noqteyê de tu argumana wan a zanîstî tune ye! ew bi xwe nizanin divê -iy li kuderê -îy be, li kurderê -iy bi xwe ye! sirf karibin bibêjin em tiştên nû dikin, van biryaran dane û ji xelkê re ferz dikin!

kesên tembel jî dane dû wan û bi hev re bi navê zanistî û komxebatê kurdiya standart a ji hawarê vir ve ev 80 sal zêdetir e tê nivîsîn wêran dikin, xira dikin û hildiweşînin.

û li vir bala min kişand: navê celadet alî bedirxan bi xweşî nayê bilêvkirin, wekî ku tune ye, wekî ku wî ev alfabe neafirandiye...

ka lê binerin şemsettin işikli çi dibêje:

Di rûpela 123yan de rêber hevokeke wiha dinivîse: ‘Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikreka din jî heye. Nimûneyên vê fikra ku Celadet Bedirxan jî piştgiriya wê dike, weha ne.’ Di rûpela 137an de jî Rêber navê Celadet Bedirxan dinivîse û dibêje; veqetandeka ‘ine’yê nabe, bila bibe ‘inên’. Min di van hevokan de problem dît. Hevok ne rast e, Celadet Bedirxan ne piştgir e. Û ji bo çi Rêber di lidijderketinên xwe de navê Celadet Bedirxan bi bîr anîye?


neheqî û nankorî tê kirin.

rêbera rastnivîsînê/117084



06.06.2013 16:08 | endazer

122504. xuya ye, ev mesele kengî were ber min, ez ê aciziya xwe binivîsînim, tevî ku xwe ducar bikim. bila kesek li qisûra min nenêre.

standarda kurdiya kurmancî, ji avakerê alfabeya latînî vir ve, ji xwe hebû. di wê standardê de pirsgirêka -iy/îy ji xwe hatibû çareserkirin, ji aliyê celadet alî bedirxan bi xwe.

ew saziya ku rabûn komxebateke biguman hev da û biryarên ecêb standin, kurdiya standard xera dike.

erê. qasî du sê rojên dîsa bibêjim: komxebata kurmancîyê ya weqfa mezopotamyayê standarda kurmancî xera dike, bin pê dike, edim dike, mahf dike.

çima biryarên wan şaş in hûn dizanin? ji ber ku îdiaya wan derew e! îdiaya wan ev e: kurmancî ne standard e. lê kesên ku ev tişt dibêjin, derewçîn in. heke standarda kurmancî nebaya, rojname û kovar û weşanxaneyan heta niha bi devokên xwe dinivîsandin? wan bi çi nivîsand? bi standarda kurmancî! herin ji avesta, ji nûbihar, herin ji azadiya welat an jî herin ji hawar û kovarên din mînakan bînin ber hevûdin. rastnivîsîna wan hema hema eynî ne. ez dibêjim hema hema, jbk dema saziyeke resmî ya zimanan tunebe -binerin dibêjim saziyekê resmî ne komxebateke tiroviro- wê her tim kes û kûs derkeve bi ya xwe guhertinan bike. lê tu car ev guhertinên şexsî nabe ferzkirinên gelemperî.

binêrin. pirsgirêka standardkirina kurmancî tuneye. mesele ev e: pirsgirêkên kurmanciya standard hene. û ew -iy/-îy ne yek ji wan e. mesela çi ye? herfên cotî. ker-kerr, pir, pirr... ev pirsgirêk e. ha çima -iy/îy kirin pirsgirêk hûn dizanin? ji ber ku bêxîret û aciz û tenbel in! erê, bavê min bi kar bîne, ez ê bibêjim tu bêxîret î! heke 2+2 =4 be, ew çar e. heke y were paş î-yê, ew dibe i. binêrin ev matematîk e. tenê ên tenbel ji matematîkê hez nakin.

mesela di rastnivîsînê de meseleyek din heye, ferhengek me ya standardkirî tuneye. yanî ev e: di kurdiya bavûkalên me de ji bo cenetê peyvek din heye û ew peyv bi hezar formê tên nivîsîn: behişt, beheşt, bêhişt, bihişt, bihuşt, buhişt, buhuşt... niha çavkaniya vê mesele ev e: ji ber ku standarda kurdî ji aliyê saziyeke fermî nehatiye sazkirin/avakirin/afirandin, rasterast pişta xwe nade devokekê. mîsal standarda tirkî pişta xwe dide devoka stenbolê, di vê devokê de çawa tê gotin, wiha tê nivîsandin bo hemû zimanê nivîsê. bo kurdî? xebateke giranbiha heye. ev salan in bi kar tînim: ji bo rastnivîsînê ferhenga kurdî kurmancî tirkî/122598. xebat û ceribandineke din nizanim ku ji bo standardkirina peyvan hatiye kirin. mîsal ev ferheng dibêje, bila behişt be. xelas. (binêrin heta niha ez ne ji beşdarên vê komxebatê, biryarên wê komxebatê yan jî biryarên mistefa aydogan rexne dikim. an na gelek ji beşdarên vê komxebatê rabûne vê ferhenga formên standardkirî amade kiriye)

mesela di standarda kurdî de pirsgirêka zayendîtî heye. mêrdînî peyva tiştê wekî nêr bi kar tînin, hekarî jî wekî mê. û di gelek peyvên din ên hevpar û berbelav de ev pirsgirêk heye.

mesela di kurdî de heman deng du caran tê ser hevûdin? gelek- gellek, île - îlle, wele - welle, serrast - serast...

hene, hîn hene.... lê di pirsgirêkên standarda kurdî de î ya berî y yê tune ye! ew xwe biçirînin jî ev ne pirsgirêk e, ew qeîdeya 70 80 salî ye. qeîde.

heta carekê din, bi silametî. ez ê dîsa û dîsa û dîsa binivîsînim û nerehetiya xwe vebêjim.



06.06.2013 16:08 | endazer