Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
î ya berî y yê - tirşik
î ya berî y yê
(18) (5) (3)
di mijarê de bigere

1. min dibeecîne .



12.08.2013 00:17 | cîncoqo

2. mixabin qedera wî guherîna ber bi "i" ye û bêbext e.

(bnr: kurdî de berî tîpên h û y nenivîsandina tîpa î)



12.08.2013 17:19 | simurg56

3. pir kêfa min tîne ji ber ku li klavyeya tirkî de î ê û nivîsandin zehmet e û ev yek hêjmara î'yan kêm dike. yaw ya rebbî şikir, ez çiqas tiral im lo?

(bnr: tiralo tir lê baro)



12.08.2013 22:18 | gerezbabuma minêporêtebialasta

4. li gorî hinek rêzimaninan dengê wê dikeve û dibe i.. li gorî min jî çendî zêde ne rêzikek girîng û elzem be jî bê guhdan û pratîzekirin wê çêtir be..



12.08.2013 22:42 | endazer

5. her çendê "i"ya beriya "y"yê rihettir bê xwendin û toh ez jî wiha binivîsim jî, divê ev nebe qaydeyeke zimanê me û li ser navê standardizasyonê li ser me neyê ferzkirin.



13.08.2013 00:26 | înano lo

6. bawer Im qaîdeyek pêwîst e, û wextê ku heye divê em guh bidinê, hinek heval çavên xwe li tirkî digerînin û dû re çi di kurdî de tune be dibêjin kêmasiyeke giring e û çi lê zêde be dibêjin ne pêwîst û sergêjiyek e. ka herine lo, ev zimaneke cuda ye hA.

NOT:HIN KES GUH NADINÊ JI BER WÊ JÎ VÊ MIJARÊ VEDIJÎNIM.



14.09.2013 23:02 | azadixwaz

7. biborînin lê ez ne bawerim ku ev qeyde hêsaniyek ji bo xwendina ziman pêk tîne. weke mînak, peyva "biyan".



biyan an jî bÎyan, xwendina kîjan peyvê hêsantir e bifikirin.



edit: rênivîs



19.10.2013 12:06 | seranser

8. I ya ku çewt hatiye nivîsandin .



22.10.2013 00:35 | brusk56

9. dibe 'i'..



22.10.2013 01:39 | rexnegirêtagirtî

10. herfa y'yê bûye sebeb ku milê hin herêman bibe ling û li hin hereman jî ling bibe mil:

Qaîdeyek rêzimaniyê çi herfa "î" be çi jî herfa "ê" be dema ku herfa y'yê tê pêşiya wan her dû herf diqulipin dibin "i".

Pî:mil

pê:ling



piyê min:milê min

piyê min:lingê min.



22.10.2013 08:54 | aryâspa

11. ser o pêameyîşêk çin o. hewce nîyo ke merdim "î"yo ke verê herfa "y"î de yo sey "i" binuso. Wendiş û nuştiş de alozî vejeno meydan.



22.10.2013 13:04 | kurdane

12. di kirmanckî de ev yek nîn e û di kurmancî de jî me li serê xwe kiriye bela.

Dê+a+min dibe diya min.

pê+a+min dibe piyê min(mil an ling)

mînak gelek in.



22.10.2013 14:57 | gulan

13. Weşanxaneya nûbiharê dev jê berda niha jî piştî 10 salan Weşanxaneya lîsê destpê kiriye

Ma rênas jiyan piştî vî emrî wê navê xwe biguherîne ma dibe law

Îja rênas jîyan



13.04.2015 22:11 | cîncoqo

14. (bnr: kurdî de berî tîpên h û y nenivîsandina tîpa î)

êdî ji bo min jî mîna î'yên din e. berê min gelek dîqat dikir ku vê qeydeyê binpê nekim lê êdî zêde bala xwe nadimê. zêde mantiqa wê tune.

jixwe ne bawer im di rojên azad de jî bikare were sepandin. wê piraniya gel dîsa xelet binivîse. wê ji "de" ya tirkan xerabtir bibe.



13.04.2015 22:15 | simurg56

15. li gor biryara rêbera rastnivîsînê êdî azad e, ne hewce ye xwe bike i.



17.03.2019 11:58 | xendekî

16. tevlî tîpên azad bûye. ji bo wî/wê kêfxweş bûm, jixwe min jî îradeya xwe ya ji bo azadkirina wî/wê berî 4 salan dîyar kiribû: î ya berî y yê/65509
niha bila îadeya îtîbara wî/wê jî were kirin!



17.03.2019 17:16 | simurg56

17. ji bo min mîrateya Celadet e, di vê jiyana min a kambax de kêm tiştên ku ji bo min quds û pîroz in hene. yek ji wan jî celadet e. ji bo malpereke biyanî carûbaran karê transkrîb, û wergêriya kurmancî dikim. Çend roj berê min dît ji min re maileke reworkê şandine ji bo ez î yên berê y yê destê xwe nedimê, min qebûl nekir, min got ev bû heftî heştî sal ev rêzik heye, xelet jî be cihê xwe girtiye. ez ê neguherînim û eger hûn ê biguherînin ez ê êdî ji bo we tu karî nekim! gotin bila, ew sax û ez silamet! yên ku bi pey van tiştên beredayî ketine, li ser mîrasa celadet dixwazin navê xwe derxin pêş, şîret û qewîtiya min li wan aş çûye bila bela xwe ji çeqçeqokê vekin!



16.02.2020 15:31 | endazer

18. Tiştê ku nikarim dev jê berdim. Kurdên li dinyayê giş kom bibin û bêjin "ev xelet e" jî Ez ê heta mirinê wisa binivîsim.



17.02.2020 03:01 | biaqila malê

19. (bnr: hindik ma ez bigirîm)



17.02.2020 07:41 | mirovekirind

20. min cara ewil xwe li ber nenivîsandina î'yê eciz kiribû lê bi tecrûbeya salan fêrî vê rêzikê bûm, aniha jî nikarim fêrî nivîsandina î'yê bibim, ez bawer dikim ku piştî tecrûbeya salan fêrî î'yê bim û dûre cardî zimanzan û pispor derên û bêjin na êdî i ye*



17.02.2020 09:44 | ferhenga şikestî

21. çi qas tiştek xweş e newsa. em weke gelê kurd, aliyê zimên ve gelek bi pêş ketin. aniha em mirovên normal, meseleyên rêzimanê ji xwe re dikin derd *

pênas : tîpa ku em bela xwe jê venakin.



17.02.2020 23:01 | brusk56

22. rêbera rastnenivîsandinê ya komxebata ne-komxebata kurmancî* ferman daye, bila êdî î wekî xwe bimîne. anku bi ya wan êdî ne hewce ye ku î-ya berî y-yê wekî i bê nivîsandin. lê ew bi xwe tê de, bi çavsorî, bi dînitiyeke nezanî hemû -iy dikin -îy. ne tenê xanî-yê> xanîyê lê her wiha çiya-çîya, kiriye-kirîye! û hwd. Çima?

û di vê noqteyê de tu argumana wan a zanîstî tune ye! ew bi xwe nizanin divê -iy li kuderê -îy be, li kurderê -iy bi xwe ye! sirf karibin bibêjin em tiştên nû dikin, van biryaran dane û ji xelkê re ferz dikin!

kesên tembel jî dane dû wan û bi hev re bi navê zanistî û komxebatê kurdiya standart a ji hawarê vir ve ev 80 sal zêdetir e tê nivîsîn wêran dikin, xira dikin û hildiweşînin.

û li vir bala min kişand: navê celadet alî bedirxan bi xweşî nayê bilêvkirin, wekî ku tune ye, wekî ku wî ev alfabe neafirandiye...

ka lê binerin şemsettin işikli çi dibêje:

Di rûpela 123yan de rêber hevokeke wiha dinivîse: ‘Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikreka din jî heye. Nimûneyên vê fikra ku Celadet Bedirxan jî piştgiriya wê dike, weha ne.’ Di rûpela 137an de jî Rêber navê Celadet Bedirxan dinivîse û dibêje; veqetandeka ‘ine’yê nabe, bila bibe ‘inên’. Min di van hevokan de problem dît. Hevok ne rast e, Celadet Bedirxan ne piştgir e. Û ji bo çi Rêber di lidijderketinên xwe de navê Celadet Bedirxan bi bîr anîye?


neheqî û nankorî tê kirin.

rêbera rastnivîsînê/117084



18.02.2020 15:04 ~16:31 | biruya hayao miyazaki

23. Ez peyvên jîyan, Cîh, çîya...hwd wek î bi lêv dikim lê di nivîsandinê de wek i dinivîsim. Bi qasî ku ez dizanim ji xeynî mehmed emîn bozarslan kesî/ê wek î nedinivisand û her kes î'ya beriya y û h'yê dikir i. Tiştê ez fêm nakim ew e: ev komxebat ji bo ku problemên nivîsîna kurdî çareser bibe û standartdeke giştî û qebûlbûyî çêbe civîyane. Helbet karê wan hêja ye. Ez bixwe piştevanîya komxebatan dikim lê di nivîsîna î û i'yê de standartek çêbûbû û hemî nivîskar, weşanxane û zimanzan pêbendî vê Qaîdeyê bûn. Bo çi problemeke çareserbûyî li serê xwe kirin bela û problemeke dî derxistin?



18.02.2020 23:07 ~23:10 | ferhenga şikestî

24. bi salan e guh nadim vê qaîdeyê. berê min jî bala xwe didayê lê berî gelek salan min dît ku bi darê zorê çênabe. min dev ji qaîdeyê berda û niha bi kîjan tîpê bi lêv bikim bi wê dinivîsim.

carinan ferheng dinivîse * lê ne xem e.



18.02.2020 23:25 | berxweda

25. Nabe i. Moderatorek bi sermijara min binavê "hesûdîya kurdan" vekirî leystîye , î kirye i.



04.05.2020 21:57 | hespêsor

26. Polemîkeke qedîm e. Weke her polemîkên benîademiyan ji bavê me adem û vir de didome, li gor agahiyên rojnemeyan dibêjin, dibe ku herba cihanê ya 3. li ser vê bobelatê çê bibe, xweda hafiz



04.05.2020 22:09 | paşopêş

27. (bnr: di kurmancî de berî tîpên h û y'ê nenivîsandina tîpa î'yê)
Li vir jî gotarekî baran rizgar heye ; Here lînkê Bi ya min vegotinek baş bûye.



04.05.2020 22:38 ~22:39 | brzn

28. ez di xewna xwe de jî "î ya berî y yê" weke "i" dibînim * min vê qaîdeyê ew qas pejirandiye yanê.



04.05.2020 23:07 | brusk56

29. ev qeîde ji aliyê celadet alî bedirxan ve hatiye danîn. berî li ser vê qeîde biryar bide, dehan hejmarên hawarê bi -îy- nivîsandiye lê piştre ji ber hin sebebên zimannasiyê û taybetiyên kurdî dev jê berdaye û wekî îro -iy- qebûl kiriye. ji hawarê vir ve wiha tê nivîsîn lê komxebatek rabû, li ser xelkê ferz kir. hin ji xelkê jî bê minaqeşekirin qebûl kir. lê biryara wan bêyî zanyarî bû, şexsî bû, ferzkirineke beredayî bû. ji me re ne tenê zimanzan, her wiha zimannas lazim e.

husein muhammed li vir divê kurd çima vê qeîdeyê biparêze û edeta tastnivîsê ya kurdî ya 70 80 salî biparêze, wekî kurte vegotiye: Here lînkê

rêbera rastnivîsînê/117084



05.05.2020 00:42 ~00:44 | biruya hayao miyazaki

30. Bîryara celadet e balam bi bîryara rêbera rastnivîsînê êdî azad e, lê ez hîn bûme êdî nikarim bikim -î-
Ez dibêm divê herdû ji ber -y- ê rabin



05.05.2020 03:02 ~03:07 | qijilyo

31. Piştî biryara weqfa mezoptomyayê bikaranîna vê qaîdeyê de bêbiryar dimînim. Sedem çibû di nav ev qas êş û derd û kulan de êşekî din ji me zêde kirin. Bi min êşekî giran e.



05.05.2020 03:49 | kajav

32. Çêtirîn e. Î



06.05.2020 01:24 | dilnaz

33. mijareke belengaz e ku kurdan hîn li ser kumika wî li hev nekirine.

dema bi bejan xwe ya ziraf û nazik tê beriya y,w,hyê tê zimanzanên kurdan li ser teoriyên xwe yê çi rast çi şaş nikarin li hev bikin. ji ber vî pir tişt hêvî nakim...



06.05.2020 03:26 | roberz

34. pirsgirêka rêzimanî ya ku hîn em nikarin li ser wê li hev bikin. Li gorî min kîjanê jî be ferq nake. Biryara sazîyê bipejirînin da ku zimanekî standard çêbibe. Çima ewqas gengeşe fahm nakim. Yanî em "kêlîyên xweş" binivîsin çi dibe, "kêliyên xweş" be çi dibe? Deng her yek e ji xwe. Hîn em li ser vê meselekê li hev nakin sibê dewlet çêbibe em zagonên wê jî qebûl nakin li gorî vê rewşê...



06.05.2020 03:47 | xabûrî

35. xuya ye, ev mesele kengî were ber min, ez ê aciziya xwe binivîsînim, tevî ku xwe ducar bikim. bila kesek li qisûra min nenêre.

standarda kurdiya kurmancî, ji avakerê alfabeya latînî vir ve, ji xwe hebû. di wê standardê de pirsgirêka -iy/îy ji xwe hatibû çareserkirin, ji aliyê celadet alî bedirxan bi xwe.

ew saziya ku rabûn komxebateke biguman hev da û biryarên ecêb standin, kurdiya standard xera dike.

erê. qasî du sê rojên dîsa bibêjim: komxebata kurmancîyê ya weqfa mezopotamyayê standarda kurmancî xera dike, bin pê dike, edim dike, mahf dike.

çima biryarên wan şaş in hûn dizanin? ji ber ku îdiaya wan derew e! îdiaya wan ev e: kurmancî ne standard e. lê kesên ku ev tişt dibêjin, derewçîn in. heke standarda kurmancî nebaya, rojname û kovar û weşanxaneyan heta niha bi devokên xwe dinivîsandin? wan bi çi nivîsand? bi standarda kurmancî! herin ji avesta, ji nûbihar, herin ji azadiya welat an jî herin ji hawar û kovarên din mînakan bînin ber hevûdin. rastnivîsîna wan hema hema eynî ne. ez dibêjim hema hema, jbk dema saziyeke resmî ya zimanan tunebe -binerin dibêjim saziyekê resmî ne komxebateke tiroviro- wê her tim kes û kûs derkeve bi ya xwe guhertinan bike. lê tu car ev guhertinên şexsî nabe ferzkirinên gelemperî.

binêrin. pirsgirêka standardkirina kurmancî tuneye. mesele ev e: pirsgirêkên kurmanciya standard hene. û ew -iy/-îy ne yek ji wan e. mesela çi ye? herfên cotî. ker-kerr, pir, pirr... ev pirsgirêk e. ha çima -iy/îy kirin pirsgirêk hûn dizanin? ji ber ku bêxîret û aciz û tenbel in! erê, bavê min bi kar bîne, ez ê bibêjim tu bêxîret î! heke 2+2 =4 be, ew çar e. heke y were paş î-yê, ew dibe i. binêrin ev matematîk e. tenê ên tenbel ji matematîkê hez nakin.

mesela di rastnivîsînê de meseleyek din heye, ferhengek me ya standardkirî tuneye. yanî ev e: di kurdiya bavûkalên me de ji bo cenetê peyvek din heye û ew peyv bi hezar formê tên nivîsîn: behişt, beheşt, bêhişt, bihişt, bihuşt, buhişt, buhuşt... niha çavkaniya vê mesele ev e: ji ber ku standarda kurdî ji aliyê saziyeke fermî nehatiye sazkirin/avakirin/afirandin, rasterast pişta xwe nade devokekê. mîsal standarda tirkî pişta xwe dide devoka stenbolê, di vê devokê de çawa tê gotin, wiha tê nivîsandin bo hemû zimanê nivîsê. bo kurdî? xebateke giranbiha heye. ev salan in bi kar tînim: ji bo rastnivîsînê ferhenga kurdî kurmancî tirkî/122598. xebat û ceribandineke din nizanim ku ji bo standardkirina peyvan hatiye kirin. mîsal ev ferheng dibêje, bila behişt be. xelas. (binêrin heta niha ez ne ji beşdarên vê komxebatê, biryarên wê komxebatê yan jî biryarên mistefa aydogan rexne dikim. an na gelek ji beşdarên vê komxebatê rabûne vê ferhenga formên standardkirî amade kiriye)

mesela di standarda kurdî de pirsgirêka zayendîtî heye. mêrdînî peyva tiştê wekî nêr bi kar tînin, hekarî jî wekî mê. û di gelek peyvên din ên hevpar û berbelav de ev pirsgirêk heye.

mesela di kurdî de heman deng du caran tê ser hevûdin? gelek- gellek, île - îlle, wele - welle, serrast - serast...

hene, hîn hene.... lê di pirsgirêkên standarda kurdî de î ya berî y yê tune ye! ew xwe biçirînin jî ev ne pirsgirêk e, ew qeîdeya 70 80 salî ye. qeîde.

heta carekê din, bi silametî. ez ê dîsa û dîsa û dîsa binivîsînim û nerehetiya xwe vebêjim.



06.05.2020 14:33 ~2020.05.07 13:34 | biruya hayao miyazaki

36. nakokî di vê qeyîdeyê heye. lê belê ez niha dijî wê me ku bêyî lêkolîn û pênase û delîl û îzahatan rabin qayîdeya "î ya berî y yê dibe i" biguherînîn û bikin tiştekî din a ku ew jî nakokiyan bihewîne.

min ji serî de sebeba dijberiya xwe wiha îzah kir: erê ev qayîde (-îy->-iy-) nakokî dihewîne. ji ber ku li her derê mirov nikare bi dilrehetî bisepîne. lê belê divê kurmanc li kû -îy- li kû -iy-binivîse ne eşkere ye, kesek analîza vî tiştî nekiriye. baran rizgar xwestiye vî tiştî bike.

min kurdiya xwe bi saya pirtûkên baran rizgar pêşve bir. lê belê rexneya min a pêşîn ev e: tespîta pirsgirêkê baş e lê belê ji ber ku usluba wê xîret û xebata qanihkeriyê dihewîne, rastî (yên zimên) li bin siya wê maye. tu çima mîna qûnciknivîsan dixwazî xelkê qanih bikî? ji xwe, çi xweş te navê pirsgirêkê daniye û mînak bi mînak dest bi îzahatê kiriye. berde, yên heq dan, yên fêm kir ji xwe wê qanih bibe. hindik maye, wê di nav hevokan de peyvên mîna "bi quran lo, ma tu bawer nakî" derkeve.*

baran rizgar yekser îy > iy red kiriye, rexneya xwe jî piranî biriye ser kesên ku ne girêdayî vê qeydeya tevahî lê tenê iy diparêzin. wekî tê zanîn di Celadetê gorbehişt de ev -y-, dengên -ê- û -û- yên berî xwe jî dike i, an jî e. lê di nav demê de ev bêyîferzkirin hatiye guherîn û wekî xwe hatine nivîsîn.

ji xwe em dizanin ku di nav demê de ev wiha bûye. lê derdê me ne ebedîkirina iy li şûna îy e. Mesele ev e ku herçiqas li her derî -iy- nebe jî, herwiha li her derî jî -îy- nabe. ji ber ku komxebata kurmanciyê tê de ya ku ew peywira ferzkirinê hildaye ser milên xwe, ji aliyê kesek ve nehatiye vekolandin ka li kû derê dibin -iy- li kû derê dibin -îy. divê cihên wan bên tespîtkirin. bêyî tespit kirin mirov nikare li şûna qayîdeyekê nakokdar, rabe qayîdeyekê din a nakokdar dîne. ev bêmentiqî ye û li dijî bêmentiqiyê me. ji ber wê jî alîgirê ev qayîdeya 70-80ê salî me ku kurd bêyî şewata mejiyê wê hîn bûne û ew bi kar aniye.

***
kanî - kanîya mezin > kan'ya mezin
derî - derîyê zer > der'yê zer
di van mînakan de îzaha baran rizgar kêm e, di zimannasiyê de rêzikek basît heye: dengên dirêj nakevin, dengên dirêj berê diguherin dibin dengên kurt, û piştre ji ber sivikiyê dikevin. di vir de rêdana wê xelet e, yan jî bi zanebûn rê nedaye. divê wiha rê bida ya kanî > kanîya mezin > kaniya mezin > kan'ya mezin. tu nikarî bêyî rêdana vê guhertinê vê meselê zelal bikî û bibêjî "tu derê qet'en îy nabe iy". ji xwe min di rexneya xwe ya ewil de got, ev paşguhkirin an jî nedîtin ji ber xîreta baran rizgarî ya qanihkeriyê ye. li vir î bûye i, ji ber sivikiyê jî wekî piraniya peyvên i dihewînin, i ketiye yan berketinê ye.

baran rizgar nêrîn û pêşnîyaza celadet alî bedirxan pir erzan kiriye, rizgar hewqas erzan kiriye ku wekî celadet bi xwe nizane çima biryarek wiha daye. Ev tê çi maneyê? divê mirov mîsyona qanihkeriyê hilnede ya na ew ê ji zanyariyê dûr keve. wergirtin ji nivîsa wî: "Ji xwe wî bi xwe jî di vî warî de analîzek pêşkêş nekiriye; yekser qaydeyên jorgotî rêz kirine."

ji ber vê rewşa wî ya derzanyariyê, di dema xwendinê de kêfa meraqa min xerab bû lê belê di dawiyê de pirsek xweş pirsiye: i, î û ê di kîjan rewşan de dikevin? Ev pirs bi rastî ji bo zelalkirina vê meseleyê feydeyê bide kurdan.

nivîs ev e: MIJARA 'îy' û 'iy', 'êy' û 'iy'; DI HIN REWŞAN DE KETINA DENGDÊRÊN i, î û êHere lînkê



08.05.2020 12:53 ~13:14 | biruya hayao miyazaki

37. gorî rêzimana kurmanciyê divê wek i bê nivîsîn lê wek î bê xwandin. bawer im ji ber ku di kurmanciyê de ti carî (yanî bi kêmasî wisa bawer dikin) dengê i-yê berî y-yê nayê ev rêzike hatiye danîn. tenanet dema em dibêjin "çi ye" jî di rastiyê de em dibêjin "çî ye". lê di devoka me û ya dêrîk, amûdê, serê kaniyê de rewşek heye ku ji bo vê rêzikê awarte ye. bo nimûne di van peyvana de: dayiyê (daye wî/wê), çûyiyê (çûye wir) vegeriyayiyê (vegeriyaye wir) i-ya berî y-yê bi rastî jî i ye û wek i tê gotin lê gorî vê rêzikê kesekî/a ne ji van deverana dê wek î bixwîne. herwa bi kurmanciya yekgirtî jî em dikarin mînak bidin, bo nimûne: "hin deverên soranîpeyiv daçeka jiyê bi kar tînin". em ê çawa bizanin di vê risteyê de qala "ji"yê dike yan "jî"yê?

ji ber evana bi min divê î her wek xwe bê nivîsîn. lê ji ber ku ji kumikê tîpa îyê hez nakim ez jî wek iy dinivîsim :D



26.08.2021 18:15 | keyomerd

38. (bnr: me her tişt safî kir, ma dora vê)

Henek li alîyekî min vî tiştî cara pêşî berî aniha çend mehan li tirşikê bihîst û ez ecêbmayî mam.
(bnr: wek çavkanîyek tirşik.net)
Lê dûra piçek min koland û wek ku gelek kes a xwe kirine yek ez jî dibêm ê bibe tevlîhevkirina hin peyvan. Ji ber vê hebûna vî rêgezî zêdebûna li ser kezebê ye ji bo min



27.08.2021 07:33 ~08:08 | pîroz

39. Ji bo tirşikê kêşeyek e. Tirşik di dayina bnr û vbnryan de tîpa "i" û "î" ji hev cûda nake. Bi kîjan tîpê were nivîsîn, dîsa jî weke ku ew mijar vebuye xwuya dike, lê tenê ya bi tîpa mijar pê hatiye vekirin vedibe.

Herweha dayîna vbnr jî dibe zehmet. Mijar ger bi tîpa "î" hatibe nivîsîn û ew peyv di nava hevokê de were bikar anîn û rastî "y" ê were wê bibe "i". Paşê ger tu vbnr bikî wê wekî ku mijar vebuye xwuya bike lê tu bitikînî mijar venabe.



15.11.2021 01:22 | tîrêj zana 21

40. hin kurd hene ku vê formula peyv + qertafê nikarin fêm bikin an jî ezber bikin: [ î + y = i ] loma bûne dijminê vê qaîdeya reben.* hin kurdên sazîperest jî hene ku bo fetîşa xwe ya kumikê dev ji vê formulê berdane. heyfa zimanê min.

ev bersiv bû.



12.10.2022 20:48 | biruya hayao miyazaki

41. Meseleya ku roşan lezgîn jî îro li ser malpêra botan timesê derbarê wê bi berfirehî axiviye.

Here lînkê



18.01.2024 07:35 ~07:35 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene