Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
denozer72 - tirşik
denozer72

Navê mijarê ya ewil ev bû:72deno
(11) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. navê bikarhinêrek instagramê ye.

vîdyoyên gelek komîk ên 30 çirke felan digire û parve dike. piraniya wan jî bi kurdÎ ye. mêrik ji xwe şanoger e bawerke. di profîla wî de tov tiyatro dinivÎse.

pêşniyar dikim bişopînin ..



06.01.2016 10:57 | brusk56

2. Min pêla hanê hemû ji vîdyoyên wî sêr kir ku dît rast e meriv bi kurdî jî dikare bikene.



di mîzaha kurdî de ji ber ajîtasyon, nezanî, lumpenî, texlîd kirina çepgira tirkan dilê meriv hev dikeve lê ev Gede baş e...



Here lînkê









06.02.2016 14:04 ~14:08 | mîr

3. Xwediyê kurmanciyek pir xweş e. Tenê ji ber vê dikare were temaşe kirin.



06.02.2016 15:37 | brusk56

4. bi rastî jî vîdyoyên li gorî konsepta vine'ê dikişîne. serkeftî ye. ji ber hinek vîdyoyên wî zikopişto bûm.



07.02.2016 11:29 | simurg56

5. Bi vê vayna xwe Here lînkê ez ji kena kuştim. Û gelek bîranînên min ên zarokatiyê bi bîra min xistin.



25.07.2016 14:32 | endazer

6. ev vine jî dikenîne... kurro tirşik ,tirşik.



https://www.instagram.com/p/BFO_YSzEwZe/



25.07.2016 15:19 | mijdar

7. vine'van û şanogerê kurd ku vîdeoyên kurdî amade dike.ji aliyê mîzaha xwe serketî ye û xwediyê tespîtên baş in.lê ev zilam çima nizane bi kurdî binivîse min fêhm nekiriye.



25.07.2016 18:49 | bayesar

8. Eger tistekî neyê serê min, qet komîk nîn e...

(bnr: min biricimînin)



26.07.2016 15:58 | ferhenga şikestî

9. ne ji ber ku tunebûna fenomenên kurd yên komîk, bi rastî jî têra xwe komîk e. vîdyoyên beredayî jî hene lê di hinek vîdyoyên wî de tespîtên gelek xweşik hene.

bi taybetî min ji vê vîdyoyê gelek hez kir, him komîk e him jî tama gotinên pêşiyan jê tê;

Here lînkê



26.07.2016 21:15 ~21:17 | simurg56

10. Bi saya van vîdeoyên kurt gelek navdar bû, zêdetirî 170 hezar şopînêrên wî hene, ji vî karî nan dixwe, ihtimaleke mezin demeke şûnde reklaman bigire û gelek pere jî qezenç Bike* welhasil tevî van hemî motivasyonan dîsa jî fêrî nivîsandina kurdî nebûye xwelî li serî be. Digel ku motivasyona tirşikê jê gelekî kêmtir e jî Di tirşikê de gelek nivîskarên ku kurdiya wan di asta perwin buldanê de bûn, aniha bûne ordiyaryûsa/ê zimanê kurdî.

Ev jî pirr baş dide xuyakirin ku qîmeta kurdî li ba wî çend qirûşan e..

Ha ger hûn bêjin ku tu eleqeya kurdî ú karê ku ew dike tune ye, divê hûn li ser stranbejên denge tv'yê jî bigihîjin vê qinyatê dawiya dawîn ew jî gotinan bi newayekî li hev tînin.

Çend heb ên komîk hene rast e, lê bi pirranî dubare ne û hin ji wan jî întixal in, ango qewisandine...



26.07.2016 22:10 ~22:12 | ferhenga şikestî

11. mijara qet bala min nakişîne.

gelo ez zêde pîr bume, êdî nikarim bigihêm rojeva ciwanan.

(bnr: sendroma 35 saliyê)



nîşe: hê nebume 35, gelo min bigota sendroma pre-35 saliyê!?



26.07.2016 23:29 | azadixwaz

12. hevalê min ê malê jî ketî û miriyê vî fenomenî ye, her roj destê wÎ de telefon wekê derwêşeke bicizbêketî li dora min diçe û tê û bi vaynên vî camêrî dikene. gelek vaynên wî an zêde amator in an jî teqlîd in, ji ber wê kenê min pê nayê, lê ew vayna wî ya min di peyama xwe ya din de lÎnka wê daye, gelekî ez kenandim û kêfa min anî. erê kenê min bi gelek vaynên wÎ nayê, lê ji ber ku vaynên wÎ bi kurmancî ne, ji ber ku di hin vaynên xwe de cih dide rastî û diyardeyên civaka kurdî -wek pêşgîra mêvana, telika mêvana, balîfê mêvana, şekirê mêvana - ez li cem hevalê xwe vaynên wî reş nakim, heta gelek caran , çi qasî kenê min neyê jî, devê xwe beş dikim. *



28.07.2016 17:44 | endazer

13. îro du vîdyoyên bi sernavê serpêhatiyên mehmûd parve kirine. gelek komîk bû. ji xwe re gencîneyek xweş dîtiye, ez dibêm wê gelek vîdyoyên xweş derxe ji vî mijarî.







binnivîsên bi tirkî ne tu kar e di vê navberê de.



29.11.2019 23:48 | simurg56

14. Ciwanekî ji bo parastina çand û zimanê kurdî dixebite.Karekî grîng dike.Di nav ciwanan de hişyarî diafirîne(heya astekî).Ez lê pîroz dikim lê vî demên dawî bi taybetî projeya Mala Minê de hebûna wî mirov aciz dike.Bi kesên wek mîna Ozlem Taş ve xebitîna wî xelet e.Dîsa jî em pişta wî ne ! Spas Deno



30.11.2019 00:26 | mêrxasê serhedê

15. xwedî deh navan e: deno, deno72, 72deno, denozer, denozer72, deniz ozer û hwd.
min navê mijarê kir denozer72, dîsa ev ji hemûyan berbilavtir e.

berî 3 rojan bi ciwan haco re weşana zindî kiribû. beşek jê di hesaba wî ya youtubeê de heye:



gelek bi heyecan bû. dema ciean haco pesna wî da, ji kelecana xwe, got "ez pê xemgîn bûm".
tabî bêguman mesele hat konsera ciwan haco ya li batmanê jî. ez bawer im êdî di hemû hevpeyvînên di gel ciwan haco de, behsa wê tê kirin. lê heqê deno heye, camêr jixwe batmanî ye û konser li ber derîyê mala wan çêbûye.



03.05.2020 19:28 | simurg56

16. fenomeneke kurd.heyranê ciwan heco.
Bi ya min eger xwe pêş bixe wê bibe şanogerek navdar



03.05.2020 19:40 | jehr

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» denozer72

Kategoriyên mijarê:: komikvidyo kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî