Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    michel foucault - tirşik
    michel foucault
    (2) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. di sala1926'ê de li Fransa yê hatiye dinê û 1984 De ji ber nexweşiya aids'ê jiyana xwe dest da ye

    wekî feylasof,dîroknas,rêxnegirê wêje,antropolog û cîvaknas tê nasîn.di aliyê fikrî û ramanê xwe de kesekî raman azad û postmodernîst tê pejirandin.Fuco mijarê ku zede li ser tîr û kûr bûyê pirsgika modernîte û destilatiyê.ji ber vî sedemê dîrok zîndana bigrê heya pirsgirka zayendî di çerçovekî fire de nîrxandiye û li ser pirtûk nivîsiye.angori wî modernîte mirina mîrovayiyê ..



    2013.08.12-00:48 | newenda

    2. Di felsefeya wî de têgeyên wekî hêz, serdestî, biyo-îktîdar û zanîn cîhekê girîn digrin. abdullah ocalan di pirtûka “parastina gelekî” de çend tezên xwe li der barê hêzê ser bingeha teoriyên Foucault ava kir.



    2014.04.10-01:56 | bijîmillah

    3. nivîskarê ku ji zûda ye ku dixwazim pirtûkên wî bixwînim û bi wê mebestê ji vir çend roj berê çûm pirtûkfiroşekê ku bikirim lê pirtûka wî teqrîben 400 rûpel e lê 40 mîlyon e...!! te xêr e kuro?? ma çawa çêbûûû.... bi xwedê zîv û zêr jî be ez heta ku qorsana wê pirtûkê peyda nekim û bi deh mîlyonê nekirim, 40 mîlyon nadim û naxwînim



    2014.04.10-02:20 | ferhenga şikestî

    4. "Wek encam tekane welatê mirov ê rast, tekane axa ku mirov bikare lingê xwe dane ser û li ser bijî, tekane mala ku mirov bikaribe xwe bike bin banê wê de û xwe tê de bistirîne, ziman e, ew zimanê ku mirov ji zarokatiya xwe ve hîn bûyî."

    Michel Foucault



    ji pirtûka bi navê hevpeyvîna michel foucault û claude bonnefoy, 1968

    r: 30



    2015.04.11-20:29 | xendekî

    5. Di berhemên Foucault de tişta herî giran ku cîh digire hez û avakirina rastîyê ye ku li ser van bi kurahi li ser avakirina kesan (bi îngîlîzî 'subject') disekine. Weke ku di pirtuka bi navê Terbîye û Ceza de (Discipline and Punish) nîqaş dike, mirov di serdema modern de ji alîyên desthilatdaran ve têne avakirin û pergala nû ya ceza kirinê wek mînak vêna nîşan dide. Ji ber vê yekê, binnavê vê pirtûkê wek Zayîna Girtîgehê (The Birth of Prison) ji alîyê Foucault ve hatîye danîn dema ev pirtûk ji bo Îngîlîzî hatîye zîvirandin (navê pirtûkê bi Fransi La Surveillance ye, lê dema hatîye zîvirandin Foucault navê Discipline and Punish lê danî ye).

    Di vê pergala nû de, ji bo ceza kirinê êdî armanc ne laşê suncdare ku bere dihat îşkence kirin, lê nîşan rihe sucdare ku bi vî awayî desthilatdar "rastî" û "şaşîyê" ava dikin. Guherandina ceza kirina suncdar li derve ( li ber milet) bi ceza kirina di hindiru de wek sembola gunerandina laş bi rih e, ku armanc bûye rihê mirov. Û ji ber vê yekê Foucault laşê mirov wek girtîgeha rih dide naskirin. Bi tanzîm kirina jiyana girtî (ku suncdar tê dîtin) bi rêya laşê wî/wê, ew tê qana kirin ku ew tişta ew ji ber hatîye girtin sunc e, yanî şaşî ye. Ji bo ve qana kirinê, hesta tawanbarî (sucdarî) (guilt bi Îngîlîzî) di nava girtî de tê ava kirin ku armanca pergelê li ser rih jî ev e û hesta tawanbarî wek girtîgeha rih hertim dimîne û nahêle ew kes ji rêya ku wek rast hatîye ava kirin derkeve.

    Bi vî awayî bi girtî tê qebul kirin ku tişta ew li ser hatîye girtin şaşî ye, yanî sunc e. Bi vê qebul kirinê "rastî" tê ava kirin ku bi vê "rastîyê", bi qebul kirina tiştekî wek rast, civak tê terbîye kirin. Ji ber ku hebûna girtîgehê didê xûyan ku kesên vê qebul nakê tê girtin û windahîya kesên girtî ji ber çavan jî ji civakê re hebûna girtîgehê didê nîşandan, girtîgeh wek navendeke ava kirina kesan di serdema modern de cihê xwe digire. Ji ber ku bê çi "rast" û bê çi "şaşî ye" avadike, yanî çi sunc e û çi jî ne sunce, desthilatdarî bi vî rengî, hertim xwe ji nû ve dide ava kirin. Her wiha, dibistan, medya, tanzîm kirina jiyana rojane jî vî karî dibîne ku di jiyana modern de kes bi her awayî tê ava kirin.

    Her çiqas Foucault li ser Fransa jî nivîsandibe, kêm û zêde, mentiqa vê pergalê dide nîşandan ku îro li hemû dinyayê hatîye ava kirin. Her çiqas li hemû derî desthilatdar nikarin vêna bi kar bînin jî rastîya vê ev e.



    2018.02.17-00:02 [guhertin:2018.02.17 00:09]| mikurhat

    6. Wek hevalan anî ziman Foucault alimekî hêja ye û fikr û raman wî zahf girîng in bo fêmkirina dewlet çawa mirovan/hemwelatiyên dixwaze kontrol bike û dike. Foucault gelek mînakan dide der barê dewletek/pergalek/hêzek çawa jiyana nisanan ya rojanî kontrol dike bi enstîtûyên wek dibistan, nexweşxane, girtgîgehan lê belê Foucault dermanekî jî pêşkeş nake çawa ferdek dikarî xwe biparze hemberî vê sîstemê, vê mesele di pirtuka xwe ya Sexuality hinekî dinirxine, gelo ev sîstema panopticon bo enstîtûyên mezin tenê hene û rexneyeke din dijî Foucault ew e ku ew qet behsa kolonîyên Fransa nake.
    Zimanê vî giran e dibe ku mirov carna berhemeke wî sê/car bixwîne*



    2018.02.17-00:55 | kerboran

    7. balkêş e, wî fikiriye ku bi şoreşa îranê ya îslamê ve dê rewşa hevzayendiyan hema nebe li îranê baştir bibe. berî şoreşê jî piştgiriya xwe daye xumeynî. wekî herkes dizane ku tiştê ku di vê mijarê de pêkhatiye û pêk tê, ne li gorî texmîna mêrxas e û piştî şoreşê jî tu nirxandin nekiriye li ser vê meselê. herwiha, çima xeletî? bersiv hêsan e: fukoyê fukfuko, xeyalkêşiya serdemên kevnare kiriye û tiştên ku ew tespît kiriye, di realiteyê de ji fikirê zêde ne tu tişt in, ji xeyrî li paş deriyên girtî.... wî jiyana "hevzayendiyan" ên li darulîslamê, bi çewtî girêdaye "toleransê". lê divê zaniba ku pratîka (berbelav lê) veşartî û teoriya/qanûna nivîsandî ya qebilandî, bi şoreşên vê cureyî ve çêtir ji hev vediqetin. şoreşa maoyê bi bîr bînin. di esasê de sosyalîst divê giringiyê bida çandê û bernameya çandê hebaya bo paşrojê, lê çi bû; ji pirtûk bigirin peyker û wêneyên "paş-mayî" hat qelihandin, mîratên dîrokê ji hortê rakirin. mesela hevzayendî û şoreşa îslamê jî jê ne dûrtir e. (divê çêtirîn guftûgo bê kirin..)

    çima fuko wiha fikirîbû û şoreşa îranê wekî şansekî didît? di destên wî de gelek metnên wêjeya xelkên misilman hebû ku gelekên ji wan bi eşkere qala serpêhatiyên xwe yên hevzayendî dikir. lê ji bîra fuko çûye ku wêjeya kevn (heta belkî îro jî) xitabî komeke kêmendaman dike ku ew ji ber derfetê ve xwediyê avantaj in. (wêjeya dîwanê ya osmanliyan mînakeke xweş e, ya îranê û ereb jî jê ne cuda ye.) her wiha...

    fikr û tesbîtên wî yên li ser zayendiya yewnana kevnare jî pir nakeve serê min. fuko "tê bêjî" mîna oryantalîstan tev dide. lê helbet ez nabejîm ji sedî sed neheq e.



    2018.02.17-15:59 [guhertin:2018.02.17 16:03]| biruya hayao miyazaki

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê [1]
    partosa gîhayan!
    merivê xwe serserkî biavêjê partosê oxx.. bib...
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [4]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [9]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    akrostîşên tirşikê [7]
    T ir û fis hemam germ nakin
    I rsî ye ev rik, dev jê bernadin
    R...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » michel foucault
    » foucault sarkacı

    Kategoriyên mijarê:: felsefe
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî