Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bila moderator endazer were guhertin - tirşik
bila moderator endazer were guhertin
(27) (19) (3)
di mijarê de bigere

1. endazer yek ji moderatorê tirşikê ye lê camêr îş û karê wî heqaret û biçûkdîtina bdpê û pkkê ye. gotinên wî tu carî ne rexne, yekser heqaret û biçûkdîtin e.

ji ber vê jî beriya ku di tirşikê de serîhildanek çêbibe divê moderator endazer were guhertin.

silav û rêz



12.08.2013 09:35 | quto

2. mixabin ne daxwazek di cî de ye. ji ber ku sedema daxwazê ne bêedaletbûna wî, kirinên wî yên şaş û hwd. in; lê fikr û ramanên wî ne.

her kurdê ku bikare nêrînên û daxwazên xwe bi vî zimanî bîne ziman, dikare li vir binivîse.

jixwe ku ne wisa be, li vir wê ne parvekirin, ne gûftûgo û nîqaş û ne jî pevçûn hebin û wê demê malper wê ne tirşik be, wê malper bibe berfeşîra sade



12.08.2013 17:17 | simurg56

3. Mixabin daxwazek di cîh de ye.Li derdor ewqas dijmin hene birakê me erîş dide ser gelê xwe.Heyf e



12.08.2013 21:13 | felat

4. daxwazeke vala ye ji ber ku weke malperên din ên weke tirşikê yên zimanên din de, li vir jî kesên hezkerê pkkê, yên akpyî, yên gulenvan, yên anarşîst, yên oldar, yên qunde û yên nizam çi quzzilqurt wê hebin.



12.08.2013 21:25 | gerezbabuma minêporêtebialasta

5. pêwist e tirşikvan bizanin kesayetên ku di dilê gelan de, di dilê kurdan de rêz girtine, berdêl dane ; wekî serok, rêber, mafê kesî tine heqeretê li wan kesayetan bike. ji xwe di malperên din de ji sibê heta êvarê heqaret li van kesayetan tên kirin. ger em bi xwe heqaretê li xwe bikin. ji malperén nijadperest ên tirk çi cûdahiya tirşikvanan dimîne nexwe. ew jî ; tirşikvan bi zimanê xwe heqeratê li xwe bikin...



12.08.2013 23:20 | gabarî

6. eger wek heqaret neyê hesabê:

(bnr: berî hûn min daliqînin) *

êdî ez ê ji vir herim çav û biryan ji kê re kil kî, esmerê lê lê çavreşê lê lê yarê..



12.08.2013 23:32 | endazer

7. (bnr: rexne)

(bnr: heqaret)



12.08.2013 23:48 | gabarî

8. daxwazake badilhewa ye. me divê pêşî em bizanibin ku ka rexne û heqaret çi ye. bila mebest ji vê guhestinê ne fikr û boçûn bin gidî.



13.08.2013 00:19 | înano lo

9. rexne tiştekî xweş e. lê gerek tiştin jî baş werin xwendin. endazer di nav rexneyan de gotinên nexweş dike. mînak dibêje xwîna min ji karayilan nizanim çilo dibe U negirêdayî mijarê vî tiştî dixe nav hevokên xwe. çend tiştên din bi vî awayî min xwendin. di vir de dibe endazer hinekî rexneyê bîne ser xwe. ji ber ku ev rêbaz, nivîskar û xwendavanan provakê dike. ha endazer dikare bêje ji kîrê min ve kî provake dibe bere bibe. wê demê rewş tê guhertin.Herkes kurê bavê xwe ye.



13.08.2013 00:51 | reşkêşevê

10. navbera moderatorî û nivîskariyê de tu ferq tune, ev ne saziyeke dewletê ye. ger hinek vê îdîayê biparêzin, nexwe divê nivîskariya endazer jî nepejirînin.

ji aliyê din ve malpera tirşikê de sîstema "karma"yê heye ku ev sîstem li gorî reydanên nivîskarên din, pûanek dide we. (dema hûn têkevin profîla kesekî hûn dikarin bibînin)

bi qasê dibînim malperê de pûana karmayê yê endazer, ji her kesî zêdetir e. (2 pûan ji min kêm e*) yanî nivîsên wî hatine ecibandin, newsa?

(bnr: nîşandana profîla nivîskaran)



13.08.2013 17:55 | simurg56

11. eslê xwe de li vir daxwaz ne rakirina moderatoriya endazer e, ji ber ku weke "bila moderator endazer were guhertin" hatiye gotin. yanî tê xwestin ku em endazer biguherînin.

ev jî encax bi axaftinê, nivîsandinê, xapandinê û îknakirinê dikare were kirin. *



13.08.2013 22:31 | simurg56

12. daxwaza ku kenê mi aniye ye *

yanê tu kes nikare dijûnan li nirxên kurdan bike. ez bi xwe vê yekê qet qebûl nakim. rexne serbest e û di nav rexneyekê de mesela di wateya xaîn de tiştin gotin jî serbest e .

ger em ser mînakan biaxivin, mesela yekî derkeve bêje, "birêz murat karayilan ajanê îsraîlê ye û xaînetî li kurdan dike" . ez jê re, weke moderatorek tu tişt nabêjim. lê weke nivîskarek ez ê birîm ser devê wî .

lê ger yekî derkeve û ji bo nirxekî kurdan bêje "hey mint wisa diya nizanim kê kirî" . ez ê cî de wê peyamê jê bibim û xwediyê wê peyamê hişyar bikim.

yanê ez, mehmet metiner weke xaînek dibînim lê aligirên wî jî min weke xaîn dibîne. hewce ye em bikarin rêzê nîşanî fikrên hev bikin û bikarin bê heqeret û dijûn fikrên xwe bînin ziman.

dema em fikrekî xweşa me neçe bibînî, hewce ye em bersiva xwe di çerçoveya formata tirşikê de, bê dijûn bînin ziman.

gotinên min ev qas bû heta bernameyek din bimînin di xêr û xweşiyê de. brusk56/ji mêrsînê ragihand *



16.08.2013 01:04 | brusk56

13. daxwaz nehat qebûlkirin. ji kerema xwe aqil û hiş û bîr û baweriyên xwe û zimanê xwe ji bo tiştên baştir tûj bikin.



19.08.2013 04:55 | terkexem

14. Daxwaza ku ew kesên ku dixwaz in tirşikê girêdayî partiyek û serokekî bibînin e.. Ev der malperek azad e. Kî çi bêjê bila bibêjê..Mixabin der û dora partiya ku navê demokrasiyê pê ve ye ji aliyê rexneyê ve bê tehemmuliyeke kesî nedîtî heye.. Rexne bê rexne.. Çi apo be, Çi berzanî be, Çi telebanî an jî çî kesayetên kurd bin..Mane ev ne milyaket in, ne pêxember in..



28.08.2013 00:29 | nan û av

15. mesela ku ez baş nizanim çi ye, lê belê ev sernivîs replîkek fîlmê vîzontele anî bira min.
(bnr: mahmut arkadaş, nafiz arkadaş bu arkadaşa söyleyin öyle bakmasın arkadaş!)



28.08.2013 01:35 ~2020.04.06 02:09 | giyanstêr

16. (bnr: bila moderator endazer were sirgûn kirîn)



21.09.2013 20:17 ~2017.12.18 15:30 | cinorek

17. her tişt li derekê. ev endazarê ku ji ber gotinên wî yên kirêt mirov pê aciz dibe. nizanim çima li vir bernavkê xwe yê pezkûviyê cudî bikarnaynÎ. Gelo ma xwe ditirsÎne lew ?



21.02.2014 00:33 | cekdar

18. (bnr: lêxin lêxin hîn zilam nemir)



21.02.2014 00:37 | mergehez

19. (bnr: pezkûviyê cûdî)



simurg56 ev nav li serê min kir bela.. nexwe navê ku ez lê difikirîm jî ne kêmî yê tivirloismail û gerezbabumamineporatebialasta bû.. *



hevalên ku gelekî mereqa pezkûviyê cûdî dikin: http://pezkuviyecudi.blogspot.com.tr/



21.02.2014 00:40 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bila mirov ne biçûkên birayan be, bila çêlikê guran be
» moderatoriya tirşikê
» endazer û emre uslu
» were fêrî kurdî be
» guhertina avatarê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî