Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
bila moderator endazer were guhertin - tirşik
bila moderator endazer were guhertin
(27) (19) (3)
di mijarê de bigere

20. endezar bibore lê mehdê te ne ti mehd e hizirên te yên kirêt xwe dayê rûyê te jî.dibe ku ji gelik milan ve tu kêrhatî bî lê helwesta te ya pêşberî nirx û fedakariyan hemî keda te jî binav dike.Xwezî te bikara tu layiqî pezkûviyekê cûdî bibî.lê rewşa te ya niha ne bedelî kuşpilekî kehrikê ye jî.

(bnr: kuşpilê çi halê çi, qedrê liqê mirîşkê)



21.02.2014 00:50 | cekdar


22. gava ku min peyama cekdar xwend dilê min geriya. ne hewce ye lê zêde bikim ji bo qedrê xwedê ji xeynî heqeretan tu bi tiştekî din hîn nebûyî? peyva 'edeb'ê qet neket kolana te ma tu qet ji aqilê jî para xwe negirt? ez dizanim tu li gorî formatê jî nîn î û ev peyama min jî şaş e lê min xwe ranegirt divê mariv ji bo însanên wek ên te bêdeng be lê tu wê helwestê jî heq nakî xwezî tu piçikek din xwe bilewitandana ku min jî bigota qey dîn e ya baş dev jê berde...



21.02.2014 01:09 | ferhenga şikestî

23. (bnr: tirşik forum)

(bnr: formata tirşikê)



21.02.2014 01:12 | brusk56

24. tiştek welê hatiye nivîsîn ku mirov ji kena zikopişto dibe.roj baş ezbenî roj baş.ev gotinên klasîk wê kengê ji tûrikê we xilas bibe.de ka lê binêr dibêje "wê pkk kengê fêm bike ku ji xeynî pkkê partî û fikir hene".heke mesele bê ser partiyên ji bilî pkkê ji dîroka partiyên kurdî (psk,kuk,kuk-se,rizgarî,ala rizgarîkdp,tkdp,t-kdp,yekbûn,strêkasor hwk.),) mû dibîne ku ka kîjikî çi gû belav kiriye.yekê nekariye bi pişkekê ve bimîne hemî wey q.zê kerê bûne perem-perçe.yê ji kerê xwe bienire/bixeyide partiyek ava dikir.parityê ji sepxatirê kerî hatibe avakirin helbet xwe di nav kurdan de nagire.heke ideolojî,polîtîka û stratejiyek qayîm bidana ava kirin wê ew di nava dilê vî miletî de cih bigirta.rêveberên van partiyên hûn dibêjin "yên ji bilî pkkê" hemî ji tirsa qûnê çûn ji swêdê, hir de, vir de re derketin.lê kadroyên tevgera azadiyê hemiyan xwe li kurdistanê de vehewand, ne çûn nerûniştin tûka swêd û parîsê de... tiştek destê we de nema, tiştek nema hûn binketinên xwe pê binixumînin vêca hûnê rabin bêjin "mane partiyên dî jî hene".mala minê, kero nemire bihar hat

nexweşiyek di nav kurdên me yên qaşo 'mûxalîf' de heye, heke lingê wan li kuçekê/kevirekê dikeve dibêjin hebe nebe pkkê daniye vir.yaww! de ka bis e, bêhna xwe fireh bike ma filfil te de heye, bes devjenî û lewçetiyê bike hima carekê jî dest ji reş kirinê berde û ya xwe bêje ka tu çi yî , tu çi dikî çima tu rêxistinek çêtir ava nakî ku kurd pey biçin.Stratejî , poltika ,îdeolojî û serokatiya vê partiyê xwe gihandiye vê merhelê heke tu jê ne qaneyî here xwe bide tavê û me tu navê.lê kerbê te pê vê jî neşkest nexwe here serê xwe li berên ber besta bide



21.02.2014 01:38 | cekdar

25. çekdar dîroknasiya te jî weke dîroknasiya tirkan e * tu nizanî bê wan çawa dikir û çawa xelasbûn, an jî tu zanî lê tu naxwazî qebûl bike mîna kemalîstan



(bnr: pkkê dinya avakir)



zêde bi te re nakevim gengeşiyê, lewra tu bi 7 zimanan nizanî ;) (tu tenê yekê zanî ew jî a pkkê ye)



biner: http://listelist.com/wp-content/uploads/2014/01/ilber-ortayli-5.jpg



21.02.2014 01:53 | berxweda

26. piştrastkirina tespîta "de ka bis e, bêhna xwe fireh bike ma filfil te de heye, bes devjenî û lewçetiyê bike hima carekê jî dest ji reş kirinê berde û ya xwe bêje".dîsa aynî tir û fis(bnr: zimanê krîminalîze.)



21.02.2014 12:33 | cekdar

27. (bnr: azadiya ramanê)



18.12.2017 00:58 | cûndûllah el-kurdî

28. (bnr: endazer li kû ye)



18.12.2017 01:39 | cinorek

29. ev mijar çar sal û çar meh berê vebûye, kê vekiriye? berredayiyekî bi navê quto
quto kî ye? ewê ku herî dawî çar sal û du meh berê ketiye tirşikê dûre xeber jê nehatiye lê endazer hêj li vir e mîna surhên me*
yahû ev mijar wek do tê bîra min, wan çaxan min qeyda xwe çÊnekiribû lê min her ro tirşikê dixwend. wext çi zû dibuhure gidî!
(bnr: ro bi ro xwezî bi do)



18.12.2017 14:30 | ferhenga şikestî

30. (bnr: endazer arkadaş li kû ye?)



18.05.2018 22:20 | cinorek

31. Dema ku tirşikvanek tiştekî çewt bike ji aliyê tirşikvanên din ve wek motto ango slogan tê bikaranîn.
quto xwediyê vî sloganê ye.
bila moderator endazer were guhertin



04.04.2020 20:30 | brzn

32. Mijara ku êdî bes kenê mirov tîne

Dûrî mijarê di min de gelek deveran tê bi kar anîn, dema ez dibînim dixwazim jê bibim



19.05.2021 11:07 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» bila logoya tirşikê were guhertin
» moderator
» endazer li kû ye
» were qurban
» guhertina ekrana telefonan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî