Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
di bin pantor de li xwe kirina pêceme - tirşik
di bin pantor de li xwe kirina pêceme
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji ber ku mirov xwe ji sermayê biparêze bûyereke normal e ku mirov di bin pantorê xwe de pêcemeyên tenik an jî tayt li xwe bikin.



Jin û mêrê ku li deverên sar dijîn vê bi kar bînin dê baş be ; lê ji jinan bêhtir mêr vê tiştê dikin. Û dibe ku hinek jin hemberê mêrên pêcemeyên li bin pantor xwe dikin jî derkevin.



08.01.2016 13:37 | hêja hûner

2. (bnr: di bin pantorde li xwe kirina pantor)



pîjemayên gelek feydeya wan heye jibû parastina sermayê hinek ji wan hene piçek tengin sebra meriv di wande nayê lê yên fireh jî meriv qelew didin nîşandan û devzendika wan carna ji ya pantor dibihire hinek ecêb tê dîtin lê meriv germ dihêlin pîjemanên fireh dibe ji tayta çêtirbin jibû tendûrîstîyê.



08.01.2016 15:55 | shorbevan

3. taktîkek baş e li dijî cemidînê lê hinek zehmet e.

cihê ez lê dixebitim jî carina dibe 15 derece, loma mirov gelek dicemide. û mirov nikare cilên stûr jî li xwe bike. min 2-3 caran lixwekirina pêcemayên zirav ceriband lê vê carê jî mirov xwêdan dide û nerihet dibe. yanî kêr min nehat.



08.01.2016 22:57 | simurg56

4. (bnr: ew ez im)

dema ku ez di bin pantora xwe pîjama li xwe dikim, xwe ewledar hîs dikim, dibêm qey bazeke mezin ez girtime di bin perrên xwe*

serê sibehê dema meriv diçe kar gelek dicemide, bo wê ev rêbaz gelek bi kêr tê, lê dema derbasî karî dibî îja ji german dibehicî, dîsa jî ji dewsa ku meriv dicemide, bibehice baştir e..



08.01.2016 23:03 | ferhenga şikestî

5. kirina qet kêfa min jê re nayê. ez heft salan li enqerê jiyam lê min qet tişteke wisa nekir, kî bike bila bike lê li min pir ecêb e.



10.01.2016 01:08 | azadixwaz

6. Ew gorî pêceme diguhere. Heger pêcemeyê wek pantorbe ez dikarim bêjim pirsgirêkek a mezin heye.



10.01.2016 01:29 | berfo

7. aktîvîteya ku mamê min havÎnê jî dike *



10.01.2016 11:29 | brusk56

8. Ku mirov here mevaniyê hewceyê pêcemeyên xwediyê malê namîne.. Pantorê xwe bêxe û xwe bike nav ciyan



11.01.2016 04:39 ~04:54 | hêja hûner

9. Di zivistanê tişta ku ez 3-4 hefteyan dikim e. Li Amedê zivist nêzikê meheki dijwar derbas dibê. Piştî wê mehê jî êdî serma zêde namînê. Ez jî di wê meha sar de di bin pantolon de pîjema li xwe dikim.



28.02.2016 23:34 | nan û av

10. di randewuyê de dibe mesele. piştî xwarinê di tiwaletê de derxistin û ji-holê-rakirina wê gelek zehmet dibe. * * hevalên min ên keçik dizanîbûn ku ez di bin pantorê derpî li xwe dikim. yekî ji trakyayî, digot, ka hela rê min de, ji bo min jî ne mesele bû, derpiyên zerespî didît hema digot, "welle ez bizanîbama tu yê qebûl bike, min ê bixwesta bi te re bizewicim" manyaqeke bû, kêfa wê ji vî cûre zilaman dihat. *

Here lînkê



13.01.2018 20:22 ~2018.01.14 00:05 | biruya hayao miyazaki

11. Yên ku henekê xwe pê tînin, bira herin serhedê, li wir ne tenê zivistanê de, havînê jî tê xwe kirin.



13.01.2018 20:45 | mîr

12. tiştek gelek artîstîke.



13.01.2018 23:56 | aqilkêm

13. Li serhedê zivistanê de du heb, havînê de hebekî tê xwe kirin *



14.01.2018 23:08 | mîr

14. (bnr: qûna xwe ji derd û kedera parastin)



15.01.2018 10:19 | tililili

15. 4 salan li Qersê mam min nekir, hatim li Berlînê dîsa nakim. Heya sibîryayê rê ya wê heye, em ê binêrin çi'ka ça' dibe da...



04.03.2018 02:16 | jifêzagorda

16. îsal min derpî di bin pantor de li xwe nekir. rewşa hewayê ya stenbolê sax nebe. bira dev ji lîstikên germbûna global berde û hema nebû di adarê de berf bîne. wa! gelo rewşa hewayê û bandora germbûna global çawa ye li bajarên kurdan? min nedît ku yekî-ê qal kiriye. gelo em ji bo jiyîna vê pirsgirêkê jî di paş de mane! *



04.03.2018 12:02 | biruya hayao miyazaki

17. Nîşana mirovên go xerabî ji wan nayê ye.



05.03.2018 07:11 | gumgumok

18. Rojên pêşî ên li Mosko min pêceme di bin pantor/şal de li xwe dikir lê belê paşê min dît ewqas jî ne sar e. û di vê seqemê de li xwe nakim, bawerim min qeysa xwe girtiye li ber sermayê.



05.03.2018 22:55 | gulêê

19. Di van rojên qerisî de wek heyat e ezbenî.*

Ne pêceme lê taytên ziraf û termal ên ku pirr rihet û germ in li xwe dikim û ji vê rewşê jî heb fedî nakim.

Lixwemiqatebûn kengî ve bûye tiştek jê-şermkirinê.:/



09.12.2019 12:44 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» binnivîsa kurdî
» pantorên skinny
» xweziya min bi dilê we

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî