Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
feza - tirşik
feza
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. valahiya mezin a ku li dû teqîna mezin a 13.8 milyar sal beriya niha pêk hatibû..

hemî tiştên ku em hem dibînin hem jî ji bela mezinahiya wê nabînin, di nava fezayê de ne..

mariv dikare bêjê ku tê de bi milyaran galaksî hene, di nava galaksiyan de jî bi mîlyaran stêrk hene, di hin stêrkan de bi hezaran gerstêrk hene, hîva wan hene falan fîlan..

ango gelek mezin e, hin ji wan hê ronahiya xwe jî neşandine..

bi tirkî dibêjin uzay..



09.01.2016 13:42 ~13:44 | ferhenga şikestî

2. kaînat, gerdûn valahî an tijehîya hemû tişta di xwede dihewîne



09.01.2016 17:46 | shorbevan

3. werhasil esman/asîman jî tê gotin jêre.



09.01.2016 18:05 | shorbevan

4. tiştek wisa ye ku mirov çiqas bi 2-3 hevokan bikare rave bike jî fêhmkirina wê û xeyalkirina wê gelek zehmet e.

li gorî teoriya bigbangê, feza hê jî fireh dibe. ji ber ku di destpêkê de tenê nuqteyek bû û bi teqînek mezin dest bi firehbûnê kir, ji ber hêza vê teqînê gerstêrk û stêr hê jî ji hev dûr dikevin. lê dema hêza hevkêşiya gerstêrkan ji hêza teqînê zêdetir bû, ango bandora teqînê kêm bû , wê gerstêrk û hemû tiştên fezayê de dîsa ber bi hev e nêzik bibin û di dawiyê de bibin yek. yanî wê feza dîsa biçûk bibe û belkî bibe nuqteyek.

ev teorî gelek nêzikî rastiyê ye, ji ber ku delîlên ku li gorî vê teoriyê diviyabû hebûna, bi rastî jî hatin dîtin.



09.01.2016 20:27 ~2016.01.10 09:31 | simurg56

5. di kurte-fîlmeke jêr de ji bo ku meriv fÊm bike bê ka çi qasî mezin e û em çi qasî piçûk in, videoyeke baş heye..







10.01.2016 15:31 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» feza

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî