Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
the hateful eight - tirşik

piştî xelasbûna şerê navxweyî, mêrkujek ku hêvî dike bi mehkûmê girtî pere qezenc bike, xwe di zivistana hişk ya wyomingê de dispêre cihekê lê li vir bi mirovên cûda re rêya wan digihe hev....
(13 şîrove)
the hateful eight
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 8. fîlma quentin tarantino ye. dibêjin gelek xweşik e. lê mixabin ne dikarim herim sînemayê, ne jî li ser înternetê peyda dibe.

dema min temaşe kir ez ê şîrove bikim.

min li beşa sînemayê zêde kir: Here lînkê

Here lînkê



09.01.2016 20:41 ~20:42 | simurg56

2. filma quentin tarantino ya bi qasê reklam û şiroveyên xwe ne xweş e. filmeke hema bêje ji rêzê ya western ango rojavaya hov e. zêde dirêj e lihin deran ez aciz bum. weke hemu filmên western mirov kuştin pir rehet û ji rêzê ye. senaryo hinekî bi kitekit hatiye fikirîn û baş e lê dibe ji ber ku ez zêde ji western hez nakim, li min zêde xweş nehatibe. min 77 puan dayê li beşa filmande. weke li jor jî hatî gotin torrent peyda dibe û ne zêde bêqalîte ye jî.



24.01.2016 22:43 | azadixwaz

3. -Spoiler-

ji bilî çend sehneyên kuştinê, agir berdana li ser hev bi tevahî ji diyalogan pêk hatiye..

Sehneya dardakirina jinê pir xweşiye meriv tê ku bi min di filmdê cihê herî baş ev sehne ye ..heta ku meriv li ber kefxweşiya sehneyê jixwe de diçe..

Meriv bi çi aqilî jinan bi vî avayî hovanê dikûjin, naye fam kirin..

Her çiqas rageşî bi tevahî nehewisiye filmê jî disa ji destpêkê de meriv mereqdar dibe, gelo di dawiyê de dê çi bibe..



02.02.2016 18:53 | havka

4. Ji beriya du hefteyan min ev fîlma heştem a Quentin Tarantino li sinemayê temaşe kir. Weke her car têr xwîn, têr henek, têr soundtrackên xweşik bû. Lê dîsa jî hima wê bêhne meriv tehmê jê seh dike bandora wê weke em bêjin fîlmên hunerî û kûrwate ne dirêj e. Hebe jî dibe ku min serê xwe pê neêşandî be nizanim.



03.02.2016 02:34 | nejwan

5. filmeke ku çi ferq di navbera wê û reservoir dogs de heye nizanim. filmeke fizûlî ye.



20.02.2016 11:57 | nazim tolhildan

6. navê fîlma quentin tarantino a dawîn e. çi ferq di nabera vê fîlmê û reservoir dogs de heye nizanim. yên temaşe nekirine, ji kerema xwe re wextê xwe xerç nakin û temaşe nekin.



31.03.2016 15:02 | nazim tolhildan

7. Fîlmê ku ji bo wî şevadin heta dereng neraketime ye. Listikvanên hilbijartî pir serkeftî bûn, jixwe ew ên pîr pir baş bûn. Jinik jî wisa. Lê ji dîtina mirinê, xwînê û mejî min got bes. Stranên ku derbas dibûn hêja bûn û bawerim di oscarê de jî ji muzika xwe xelatek girt. Dîmenên geleki xweş hebûn *



28.04.2016 23:58 | gulêê

8. filma ji aliyê gelek tirşikvanan ve hatî temaşe kirin lê tenê kesekê tenê puan dayiyê di beşa filmande. (ew kî ye gelo* )

Here lînkê



29.04.2016 18:52 | azadixwaz

9. fîlma ku min niha xilas kirî ye. Senaryoya fîlmê xweşa min çû lê helbet di vê meha remezanê de dîtina ewqas xwîn dilê min hinek li hev xist. Bê wê jî bi baweriya min tenê malek wek mekanbûyîn hêlek din a serkeftinê ye.



Tişta herî xweşa min çû jî helbet girtina derî bû, him jî bi du texteyan *



17.06.2016 19:12 | xewnname

10. fîlm ji gelek milan ve dişibe fîlma 12 angry man ya sidney lumet.. navê fîlmê, heta dawiya fîlmê bikaranîna mekanekî tenê, bi diyalogan teşhîrkirina karakterên fîlmê filan..

wekê fîlmên din yên tarantîno min hej vê fîlmê jî kir, lê dawiya fîlmê zêde ne bi dilê min bû.. mirov dibêje qey tarantîno hemû hêz û enerjiya xwe daye destpêka fîlmê ji bo dawiya fîlmê mecal pê re nemaye, hema ji dest xwe derxistiye û xwe jê xilas kiriye..



18.06.2016 00:28 | endazer

11. dawîya fîlmê zêde li xweşê min neçû. û

di dawîyê de min dît ku Oswaldo Mobray ( tim roth ) dike ku ji cihê xwe rabê. du cara gule berdanê lê xuya dike ku nemiriye. (ev qeşmer di reservoir dog de jî zû ne di mir.) lê xalê me samuel l. jackson û ew ê teredîn (çi bû navê nayê wî bîra min) pê nehesan. ez li benda wî mam lê fîlm xilas. demek kî tarantino abê fînal ji me re hiştiye.



22.10.2016 18:16 ~18:17 | xwelî li ser

12. mirovê ku digot ez bijêrvanê nû me wilo pir xweş abraham lincoln digot min fîlm paş dida û carekî dî temaşe dikir.

Ji xeynî vê di nav fîlmê de wê gîtarê ku jinê sik lê dixe û ji aliyê zilamê porsor(di bîra min de por û rîyê vî wek sor maye) ve hatiye şikandin entîkeyeke ji kevnargehê hatiye anîn. li gorî senaryoyê divê meriv bişkênî lê derhêner û germendeyên fîlmê wilo difikirin ku her hal zilam kevnareyê naşikîne mirov jî xwe bi xwe dibêje ku di senaryoyê de wisa dinivîse ku ev entîke ji layê min ve tê şikandin û her hal bi lasayî re hatiye guhirandin û dema kişandinê gîtarê dişkîne. tiştê ku dibê pê gîtarê dibê û gîtarê kevnare bi wî awayî tune dibe.

Pişt re kevnarxane ji sedemê ziyan danîna berhemên dîrokîyê doz diveke li karbidestên fîlmê, ê dî çava dawî bûye haya min jê nîne.



23.10.2016 02:57 ~03:10 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» the purge: anarchy
» hateful eight

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî