Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
midye - tirşik
midye
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. debara mêrdîniyên li stenbolê ye.

ew qas ku êdî kes midye bikire, ji firoşger dipirse "tu mêrdînî yî?" ez bawer im êdî ji vê pirsê mêrdînî jî kerixîne.

midye xweş e, lîmonê lê bikin û bixwin, zêde jî ser nefikirin ku dilê we li hev nekeve.

piranî li ber behrê tên firotin û dema zabite were cî da dezgeha xwe biçûk berhev dikin û xwe vedişêrîn. wisa lez in ku heta tu berê xwe bizivîrînî û zebiteyan bibînî û meselê fêhm bikî, ev firoşgerên mêrdînî dezgeha xwe jî xwe jî xef dikin û tu di destê te de midye, wisa şaşwaz dimînî.

(bnr: ez ji xwe dizanim)



12.08.2013 17:42 | simurg56

2. yên ku naxwin dilê wan jê hev dikevê, yên dixwe jî jê ter navin



12.08.2013 19:41 | newenda

3. yên nexwin bila nexwin lê bila bela xwe ji yên dixwin berdin. aha tişteke wisa ye.



12.08.2013 21:40 | azadixwaz

4. dû vexwarina alkolan gelek xweş e lê belê beriya wê nayê xwarin.



12.08.2013 22:08 | spinozaurus

5. tû gêllki bıxwê vek mın tûyê jehrbûn bıbî lewre lajwerdê gıran dı nawdê heyı vek çinko,bakır...



04.02.2014 04:05 | hogırekoseri

6. ku dema pêşîn bê xwarin îhtimalek mezin dÊ jê nÊ hezkirin lê paş de ku bê xwarin piranî mirov pir jê hezdike. Bi bîrayê re pir xweş dihere. ew jî hema hema wek dendikan e tu dixwî dixwî lê jÊ têr nabÎ. ew jî mîratek e. pêşniyara min li we pir zêde nexwin hekena hûnê hundirê xwe xerab bixin.



04.02.2014 11:21 | mergehez

7. ku dema pêşîn hati xwarin, ger neyê hezkirin jixwe êdî wê careke din neyê xwarin. yanî mirov an jê hez dike an jî nake.

pênas: xwarineke ku li kolanan tê firotin.



04.02.2014 19:29 | simurg56

8. tişta ku dikare ji aliyê şafiîyan were xwarin e. tew hîn bûm ku şafiî dikarin cureyên din ên bahre jî bixwin.



26.07.2015 23:03 | berxweda

9. (bnr: midyecî)

(bnr: di nav kurdan de kar û pîşeyên popûler)



27.07.2015 09:14 | ceso

10. xwarineka mêrdînîyaye dibe ku febrîqa wan li midyadê be.



27.07.2015 09:23 ~09:24 | shorbevan

11. A ku min bêriyê kiriye. Hingî ku min peyamên li ser xwendin bêtir dilê min çuyê. Xwezî niha tepsikeke biçuk ên hûr û hinekî lîmon hebuye.

Nîşe: ji min yên hûr ji yên gir xweştir in lê yên gir bi buhayeke girantir tê firotin.



27.07.2015 21:36 | azadixwaz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» midyefroş

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî