Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ilmê hedîs - tirşik
ilmê hedîs
(3) (6) (1)
di mijarê de bigere

1. ilmê çîrokan e.

wexta dibêjin 'ilm' bi rastî mabesta wana ezimandina çîrokan e. li gor wana pêxember bixwe gotibû hedîsan nenivsînin. lê çi bûye êdî kes nizane piştî mirina mihemed pêxemberî bi 200 salan ,qey pêxember ji gora xwe rabuye û nivîsandina hedîsan emr kiriye.

bi rastî herkes dizane lê li xwe mikur nayên. dînê îslamê ji wan re giran hat nedikarîn hevdû bixapînin loma ji bo veşartina ayatên xwedê çîrok berhev kirin tesnîfa wan çêkirin bi roj û şev bêyî ku bêhna xwe vedin xebitîn. û ji herkesî re gotin 'mêze hûn nikarin quranê fêm bikin, heger rêberekî we tine be hûnê kafir bibin bla bla'

xwedê kitêbek şand û ji însan re got nexwînin. na heger we xwend fêm nekin. na heke we fêm kir pê emel nekin. aha ev e îlmê hedîsan.







11.01.2016 22:34 | derqamij

2. erê wılla tu rast dıbêjî cenabê pêxember bı rastî jî dı pêşÎya rîsaletê bixwe jî got xedîsa nenıvîsın lê sedemê vê ew bu ku bila xedîs nekeve pêşîya ayetên qur anê, gotınên xwedê ji ber ku hingê qur an bi gıştî nehatıbu nazilkırın. lê di dawîya rîsaletê yanî di dema ku qur an bi gıştî nazÎl bu hingê pêxember(salav jı wîre) destur da jı bo ku eshabî xedîsa binîvisîn hetta ji wan re jı bo jıberkırına xedîsa dua dıkır jı xwedê ra . wek çawkanî bınêrın pırtuka Muhammed Hamîdullah a bı navê "muhtasar hadîs tarihi". ger hun di îddiayên xwe de bawer bın bo mın delîla bînın qala pırtuka bıkın ezê bı rêzdarî pêşnîyarên we bînım ber çav û ew pirtukÊn ku we pêşnîyar kır ezê bi dılxweşî bixwînîm. lê eger delîlê we nebe û hûn bi awayeke rasyonalist îddîayên xwe li ser temelekê ava neken, gotınênên we analîzên we bê bingeh dımîne.



12.01.2016 16:33 | azad30

3. (bnr: hedith),(bnr: hedîs),(bnr:حديث)

bawer dikim ne kurmanc ne jî zaza ji bo vê peyvê 'xedîs' bikar naynin. Bibore mebesta min ji ber vî tîştî malumatfiroşî û tehkîr kirin nine, bes zelalkirina peyvan e da em ji hev baştir fêm bikin.



te ji min delîl xwestiye ilmê hedîs/83686. ez nikarim ji quranê dîtir delîlek binivsînim.

ji bo yên ku dixwazin bi hedîsan quranê rave bikin û bi vî awayî hukmê beşer tevlî gotina xwedê dikin.

1-(bnr: hûd 1)

2-(bnr: araf 52)

3-(bnr: fussîlet 3)

4-(bnr: qemer 17)

5-(bnr: qemer 22)

6-(bnr: qemer 32)

7-(bnr: qemer 40)

8-(bnr: enam 126)

9-(bnr: enam 114)

10-(bnr: nehl 89)

11-(bnr: rûm 58)

12-(bnr: zumer 27)

13-(bnr: îsra 9)

14-(bnr: îsra 41)

13-(bnr: îsra 89)

14-(bnr: nûr 34)

15-(bnr: kehf 54)

16-(bnr: yûnus 37)

17-(bnr: maîde 3)



xwedê hez ke ez ê van ayatan(delîlan) rojekê li tirşikê bi kurmancî binivsînim. heger vana bîdî ber argûmanên hedîsperestan bawer dikim rêya rast wê xuya bike.

û heger na tu ji xwe re weke delîl li kitêbên beşer digerî, misilmanên ku quranê ji xwe re dikin rêber û bi nav û deng in, herwiha kitêbên xwe hene ev in. (bnr: abdulaziz bayindir) (bnr: bayraktar bayrakli) (bnr: edip yuksel) (bnr: caner taslaman) (nebêjin navê vî zilamî neçê ye, zilamê bi heft mêran e) (bnr: mustafa islamoğlu).



12.01.2016 20:54 ~20:55 | derqamij

4. ma hedîs ne pestgotin û hezeyanên muhammedê sapixî bûn? her wiha kuro dîne here rûnê û serê me bi îslama rezîl ve neêşîne. herin doza xwe cihek din berdewam bikin.



12.01.2016 21:10 | wiha wilo wisa

5. bırayê derqamıj ez jı ber pêşnîyarên te bı dılxweşîm inşaallah ezê lı wan binêrım. ez jî ji te tıştek dixwazım ku tu jî qur an ê bı tenê rîya meal ê nexwîne. jê ra xwendîna tefsîr û hedîs jî lazım ın. jı kerema xwe ra tu lı wan bınêre da ku em mabestu hevdu baştır fam bıkın.



em nıha nîqaşê li ser hedîsa bidomîbnın nîqaşa tefsirê jî em pîstî xedîs ê bikin.



bibore lê ew ayetên ku te pêşbiyar kır ezê piştÎ tewlîbuna cenaza hevalê xwe Ê ku iro li qoser Ê hate kuştın bixwînim. ew dewleta munafıq û zalim rê nedete me ku em 2 roj bê cenaze û kuştın bıjîn.



13.01.2016 11:46 ~12:19 | azad30

6. li gorî islamê hinek zındî hene ku ji wan re însan naête gotin wek zaliman wek mûnafık an navê wan dı îslamê de "beşer e" yanî ew kesên ku taybetîyên ku insanê jı heywanan veqetînin di rûhê wan de tuneye wek daîş wek hîzbullah u helbet wek "wıha wılo wısa" .





13.01.2016 11:59 ~12:20 | azad30

7. birayê derqamij min ew ayetên ku te wekî pêşnîyar nivîsandîye xwend. lê min tu ayetek li dijî hebûna hedîsa de delîlek nedît ango bi aşkîra tê da xedexeyek li ser xedîsa tune ji xwe ew ayetên ku te neqilkirî mûteşabîhin ango hewcedarîyê şîroveyê ye bê îlîm bê zanîneke berfireh bi min mirov nikare ji wan ayetan de delîlek li dijî ilmê hedîsê bibîne.



êê te çi kir ew pirtûkê kû min wekî çavkanî nîşan da te xwend an jî di encama lêkolînên te de te çi dît tu dikarî bi me re parve bikî da ku em jê agahdar bin.



17.01.2016 20:48 | azad30

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ilmê sosyalîzmê xebata têkoşînê
» hedîsên cenabê pêxember

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî