Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
astrofîzîk - tirşik
astrofîzîk
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê ew zanîstî ye ku ezmanê û hemayên ezmanê wekî stêrk, gerstêrk û meteor û galaksiyan vedikole..

her çendîn bi pêş ketibe jî pisporên vî karî dibêjin tiştên ku em ji fezayê hîn bûm wekî di deryayê de dilopeke av e..

kesên ku hînî vê zanîstiyê dibin yan jî pê ve eleqedar dibin an kêm zêde pê re mijûl dibin û serê xwe pê diêşînin, pê diwerqilin ku însan ne tiştekî ewqas girîng e, loma hûnê di rûyê wan însanan de henûniyeke berbiçav bibînin..

dema ev beşa zanîstiyê bi pêş neketibû zanyarên heyî yên vî karî digotin qey dinyayek heye û çend stêrk hene û hîveke dinyayê heye û ew giş di dora dinyayê de dizivirin loma giringiyeke zexîm î dinyayê û me heye, loma insan qurre bû, her tiştî li gorî kêfa dilê xwe dihesiband û tevdigeriya..

çawa ku ev beşa zanîstiyê bi pêş ket û hat dîtin ku em ne bi qasî dilopek in di oqyanûsekê de, hingî qurretiya boş û betal a însanan jî pûç bû..

edît: dê dewam bike, ligel agahiyan



14.01.2016 00:09 ~00:13 | ferhenga şikestî

2.

aqilê meriya disekine ku çiqasî mezine ev kosmos. Roja me tenê stêrkeke ji milyaran stêrk di galaksya me, galaksiya kadînê de ye. û galaksiya kadînê jî tenê yek galaksî ji milaran galaksîyên di kosmosê de ye. zaniyar dibêjin ku qasî hebên qûmê di ser dinyaya me de hene ewqas galaksî jî hene. de îcar hûn û dûrbûna kapasîteya mejiyê we.

em ne tu gû ne, girîngiya me tune. biçûkbûna me û kinbûna emrê me li ber mezinbûna kosmosê û emrê wê nikare were fikrandin, ewqasî ecêbe.



14.01.2016 16:43 | hola êzîda

3. navê zanîsta ku li ser kaînatê kolandinê dike. zanista gelek tişta daye hînkirin û dayezanîn û hêjî dide hînkirîn û ewê hê bide hînkirin jî di derbarê stêrk, gerstêrk, galaksî.. werhasil rîya zanyarên wê gelek dirêj û dûre ewê ti car negihîjin menzîlê.



15.01.2016 01:26 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» astrofîzîkzan

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî