Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 6 peyam
    frida kahlo - tirşik
    frida kahlo
    (2) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. ressameke meksîkayî ye

    di sala 1907'an de xwudê daye

    di şeş saliya xwe de qezayekê derbas dike û lingekî wê seqet dibe

    di sala 1929'an de bi diego rivera'yî re dizewice ku ew jî ressam e

    li jor a nivîna xwe neynikekê daliqandiye û her gav otoportreyan xêz kiriye

    demekî bi lev trokçîyî re jî têkiliyeke taybet daniye

    jiyana vê ressamê gelek tevlihev cuda ye..





    (bnr: tabloyên ressamên herî navdar ên dîrokê)

    tabloyên ressamên herî navdar ên dîrokê/83904



    2016.01.17-16:05 | ferhenga şikestî

    2. Jinên kurd gellek hezdike.Li hemû kovarê tirkada wêne wî karibin bibînin.



    2017.12.04-23:19 | mewijetirs

    3. (bnr: simbêlên frida kahlo)



    2017.12.05-21:06 | cinorek

    4. (bnr: simbêlên şêroyê biro) *



    2017.12.06-00:21 | hozan serhad

    5. Frîda Kahlo wênesazeka Meksîkayî ye. Heya sala 2002’an wekê wênesazsekî bi aliyê zêde kesî ve nedihat zanîn. Piştî ku di sala 2002’an de fîlmeka bi navê “Frîda” hat kişandin, di nav 15 salan de Frîda bû îkoneka bi aliyê girseyan ve tê zanîn.
    Li ser navê wê kartposal û afiş dêr çûn, pirtûk hatin nivisîn, Kafe hatin vekirin. Frîda êdî ji bona gelek jinan nîşaneya femînîzmê, şoreşgeriyê, bedewîyê, bengîtiyê bû.
    Lê bi rastî Frîda Kahlo, nîşaneya şoreşgerîyê, femînîzmê, bedewî û bengîtiyê nîn e, nexêr nîşaneyeka jintiya berhema çanda popûlîst bû. Lewre Frîda xwediyê gelek taybetmendiyên e ku serdema popûlîst van taybetmendiyan li ser navê “jina azad” ve peşkeş dike.
    Ev tîpolojîyeka jinan wiha ye; him modern him arabesk , ji têkiliyên xwe yên bi alkol û mirovên din ve dişibe mêran, xwe çi qasî bişibînê mêran ew qasî azadtir dihesibîne.
    Frîda Kahlo, wekî zaroka malbateka navhalî hate li dinê. Di şeş saliya xwe de şepleya zarokan jê girt û lingekî wê kulek ma. Di dibistaneka Meksîkayêya herî serkeftîtirin de dest bi perwerdeyê kir. Di 18 saliya xwe de qezeyeka trafîkê derbas kir û piştî vê qezyayê di laşê wê de hin kulên bê derman derketin. Di 22 saliya xwe de dibe endama partiya stalînîst ya Meksîkayî ya wekî Partiya Meksîkayê ya Komûnîst tê binavkirin.
    21ê gelawêjê di sala 1929’an de ji wênesazê meksîkayî yî navdar Diego Rivera re dizewice, ku wê demê Diego xwe jî endamê heman partiyê ye.
    Di heman dîrokê de Diego Rîvera ji Partiya Komûnîst a Meksîkayê tê îhraçkirin. Sedema vê îhracê ew e ku Diego alîgiriya sîyaseta dijberî Stalînîzmê dike. Piştî îhraça Dîego, Frîda jî dide li dû wî û ji endamtiya partiyê derdikeve.
    Dîego karekî fermî li Amerîkayê peyda dike û diçe li wir. Frîda jî tevî mêrê xwe koçî wir dike û sê salan li wir dijîn.
    Frîda êdî ji ber têkiliyên mêrê wê yî bi jinan re canzerî dibe, wî terk dike û di sala 1939’an de vedigere. Lê belê salekî şûnda dîsa bi Dîego re dizewice.
    Di çileya sala 1937’an de Troçkîyê wekî kesekî efsûnîyî ji şoreşa Rusan tê zanîn û jina wî Natalîs tên li Meksîkayê. Frîda û Dîego, Troçkî û Natalîayê li mala xwe mêvan dikin.
    Di navbera Troçkî û Frîdayê de evîndarîyeka veşartî dest pê dike, lê gava ku haya Natalîayê ji vê yekê dibe, Frîda têkiliyê dibirre.
    Gor vê hal meselê Troçkî û Natalîa êdî nikarin li mala Frîda û Dîego bimînin û ji malê derdikevin diçin.
    Haya Dîego jî ji vê têkiliyê dibe û piştî demeka kurt Dîego têkiliya xwe ya bi tevgera Troçkîst ve dibirre. Frîda û Dîego dîsa hevdu berdidin.
    Troçkî di 22 gelawêjê sala 1940’an de bi aliyê sîxûrêkî Stalîn ve tê kuştin û piştî vê bûyerê Frîda diçe li Amerîkayê. Li wir bi cara sêyemîn hevserê xwe yî berê, Dîego re dizewice.
    Dîego di sala 1946’an de dîsa bû endamê partiya stalînîst ya wekî Partiya Meksîkayî ya Komûnîst bi nav dikin. Di sala 1954’an de Frîda jiyana xwe ji dest dide.
    Piştî vê kurtejiyanê, ya ku ez fem dikim ew e; Frîda ne keseka wisa ye ku rolên çandî red kirîbe, xwedîyê hişmendî û têgihîştineka sîyasî ya aîdî xwe be, jineka femînîst be.
    Helwesta wê ya sîyasî û hemû jiyana wê tim di bin bandora Dîego da bûye û wê jî daye pey Dîego.
    Têkiliya di navbera wê û Dîego “bikêşeyî” bû. Têkîliya wan di bin bandora bengîtiyê de nîn bû, bêtir di bin bandora nexweşî û rikdariyê de bû.
    Frîda ji roja Dîego nas dike pê de, dide li dû wî û her ku diçe dişibe Dîego.
    Hemû jiyana Frîdayê jî bi dert û kulên wê, hêrs û êşa Dîego ve derbas bûye.
    Meriva dikare heman yekê di wêneyên Frîdayê de jî bibine. Bi gelemperiya wêneyên wê de ew xwe heye.
    Ev yek jî helbet ezperisti/egoîzmeka êdî di radeya megalomanîyê de derdixwe mederê. Frîda, zarokên ku Frîdayê ji ber avêtiye, Dîego, qezyaya trafîkê û hwd…
    Taybetmendiyeka Frîdayê jî ew e ku; di wêneyên Frîdayê xêz kiriye de, Frîda tim bi simbêleka reş ve xuya dibe. Frîda vê taybetmendiya xwe derdixe li pêş ji ber ku li wan salan li Meksîkayê simbêla jinan wekî nîşaneya torinî/esaletê dihat qebulkirin.
    Frîda Kahlo nîşaneya femînîzm, şoreşgerî, bedewî û bengîtiye nîn e. Çanda popûlîst ya serdema wê çi bê Frîdayê jî daye dû wê çandê.



    2018.03.20-02:58 | jifêzagorda

    6. jinika ku qet kêfa min pê ra nay.
    jinika ku keçên kurd ên zanîngehê dixwînin, heyranê wê ne.



    2018.03.20-11:56 | hozan serhad

    7. Ez heyranê wan birûyên xilqandî me. Nameyên ku ji xoşewîstê xwe dîego re nivîsîye gelekî xweş in. Tev mîna helbestan in. Jiyana wê kirine fîlm, ew jî xweş e.



    2018.03.21-00:56 | hêvî

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    sağlık-sen [1]
    sendîqaya alîgirên hikumetê ye ya di warê tendûristîyê de. alternatîf...
    zewaca kurd û tirkan [1]
    Armanca kurdên dixwazin ji nav pergala heyî de asteke xweş ji bona xwe...
    serhed herêma ermeniyan e [1]
    Bi awayekî dîrokî serhed rojavayê Ermenîstana qedîm e lê heke em anego...
    tiştên herî zêde tên ji bîr kirin [1]
    nav Demek mirovek nebînim navê wê ji bîr dikim dema wê dibîni...
    google play [3]
    marketa googleê ya ji bo cîhazên androîd ku li gorî keça min, bi kurdî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » frida kahlo

    Kategoriyên mijarê:: jiyan cand huner
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî