Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 40 peyam
tirşo - tirşik
tirşo
(1) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. giyayek jiber tehma wî tirşe tirşo jêre tê gotin. û hew



nebata carna bi karîyê tê şaşkirin û mal tê xerakirin

riweka di vî wêneyîde ↙



2016.01.22-21:58 | shorbevan

2. piştê wek kezîya keçan çêkirina tirşo , dihêlin ku ber tavê ziwa/zuha be , piştê zuha kirinê jî dibe amûrek bo keledoş a navdar.



2020.04.02-19:53 | brzn

3. li cem me jê re dibêjin tirşok gelek xweş e û ji ber ku tehma wê jî tirş e kurdên me yên serhedî gelek jê hez dikin. dema ez biçûk bûm ber bi meha gulanê dema tirşokê me berê xwe dida çiya û zozanên bilind. pelê tirşokê piçûk in û weke hemû gihayên biharê zû pîr dibin. û gihayek jî heye pelên wê mezin in bêhtir li nava gundan û cihê heywên lê diçêrin tê dîtin. jê dibêjin tirşokê gayê. ji ber ku min zehf ji tirşokê hez dikir dema tirşokê ku tirşok bi dest nediket min tirşokên ga xwarin û piştî demekê pê ketim demeke dirêj min nekarî tirşok bixwim.



2020.04.02-20:08 | roberz

4. (bnr: tirşok) jî dihên gotin.



2020.04.02-20:10 | brzn

5. Ma dimilkî vanî tirşing . Ez nê hêşînayî ra zaf hes kena. Bi varita payîz rey de tirşing mîyanê leman de binê puşê daranê şelbêr û mazêran de xwu merdiman newnena. Heta germê amnanî hêşîn manena. Seba ke tirşing tirş a mi bi sola werde werdinî.



2020.04.03-03:33 ~07:44]| kajav

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
sermayê enqerê [1]
hewayeke wisa sar e ku mîza di mîzdanka mirov de qeşe digre....
nîqaşên pîr û kalan [1]
Niqaşên bêdawî ne. Di malbata me de jî têra xwe diqewimin. Dayika min ...
kêmasiyên tirşikê [2]
mirov nikare peyamekî parve bike. Em bêjin te peyamek xwend kêfa te jê...
ji tirşikvanan pêşniyarên rêzefîlman [1]
(bnr: unorthodox)...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
ez vê stranê diyarî hevalên heps û zindanan dikim : (youtube: o0MIFHLI...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsonek

Kategoriyên mijarê:: nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî