Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hûn qurbana zarê xelkê bin - tirşik
hûn qurbana zarê xelkê bin
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ez bawerim ku kesên vî gotinê nebihistiye tune? dê û bavên kurda pir ji vi gotinê hez dike.



12.08.2013 22:33 | spinozaurus

2. belê hûn qurbana zarê xelkê bin! ev gotin wiha dest pê dike û gotina " lawê xelqê mîna cinane" re jî didome...û şîret her diçe dewam dike!



17.10.2013 21:54 | mem alan

3. ''hun bı qurbana zaré xelké bin zaré xelké bun pilot,bun doktor ka hun bun çı , hun ji wek bavéxwe nın ''



17.10.2013 22:02 | brahim

4. topa saddam li zarê xelkê kevê..



17.10.2013 22:09 | tekoşinviyan

5. Her cara ku bavê min vê hevokê bi lêv dikire pey re digo zarê xelqê eynî pîç in pîç! Tiştê pêkenok jî ew bû ku brayê min ê mezin jî digot bavê xelqê eynî pîç in pîç. Ê de tabî piştî vê hevoka brayê min bavê min êdî çi li dora xwe bidîta divirvirandê!



17.10.2013 22:23 | ceso

6. (bnr: zarên xelkê guhê wan dilebitin)



17.10.2013 22:27 | endazer

7. hevoka ku psîkolojiya zarokên kurdan xera kiriye.

malbat dibêjin qey dema wisa bêjin wê yên wan jî hêrs bibin û çavê xwe bidin wan û hewl bidin ku bibin weke wan lê mixabin xuya ye bandora vê peyvê li ser her zarokek kurd neyînî bûye.



17.10.2013 23:24 | simurg56

8. meriv dikare bi vê hevokê bike navenda psîkanalîzma kurdan.malxirabiye,afete,



08.11.2013 23:05 | tivirloismail

9. hûn qurbana zarê xelkê bin. zarokÊ xelkÊ bi qurbanÎya me ve bÛn dewlemend. em hÊ ji bo wan dibin qurban...



09.11.2013 11:32 | xelîlêzer

10. gotina ku xuya ye me hemûyan qurbanê hev û din kiriye. em hemû "zarokên xelkê" yên hev û din in.

loma problem tune hevalno, xwe aciz nekin.



09.11.2013 11:40 | simurg56

11. dê û bavên me hingî dile xwe dibijînin zarokên xelkê, em xwe bi tu gûyî nahesibînin.



01.06.2015 16:41 | ciwanqoser

12. gotina pirahî ji alî dayîk û bavada gava zarokê wan ne serkeftîbin cîyê ku bêjin me ji bû we têr govend negirt dinav cîyada..

kesê ku wisa got ev bersivek xweşe

(bnr: hûn bi qurbana dayikê/bavê xelkê bûno)



01.06.2015 17:02 | shorbevan

13. Min bihîst zarê xelkê dawî de çuvun hîve



30.03.2019 02:06 | monerica

14. travmaya zarokên kurd a ewil. ev zarok kê bûn nizanim lê tim dibûn bela serê min. dêya min kengî ji me aciz bibûya xwe diavêt bextê vê hevokê, nelet li wan! *



24.12.2019 23:31 | xeyda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hûnermedên ku tirşikvan herî zêde jê hez dikin
» qurbana zaroyên xelkê bin
» zarê mala elî yê cindo
» bingehên gramêra kurdmancî

Kategoriyên mijarê:: jiyan zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî