Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pirtûka ku qazî mihemed jê re gotî - tirşik
pirtûka ku qazî mihemed jê re gotî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Wextê ku li qada Mehabadê Qazî Mihemed di destê wî de pirtûkek heye û wê radike, dibêje ev qûr'ana me kurdan e. Kesê bizane qala kîjan pirtûkê dike ezê jê re vê pirtûkê (bnr: çavniqandî) diyar bikim.



02.02.2016 00:11 | nejwan

2. Ez baş li ber neketim, tu dê diyar bikî ya diyarî bikî?



Ku tu dê diyarî bikî navê wê Folklora Kurmanca ye, ya Emînê Evdal û Heciyê Cindî ye ku bi hevkariyê stran û destanên kurdan berhev kirine tevî waryantên wan.



Na ku tu dibêjî we navê wê diyar kir û şûnde ez ê jî hew diyarkirina xwe li diyarkirinên we siwar bikim, na yabo heyrano na, jixwe gêjê xewê me, çavên min beloqî bûne, rihê min ji heyatê diçe û ji qewla filankeso ku digot mabûna me ya li jiyanê bi xwe gunehkari ye, hema em li hev neyên xezebê çêtir e vê sipêda xwedê. ;)



02.02.2016 09:00 | aryâspa

3. Dest û tiliyên te saxbe birako lê Min qestûka gotiye ezê diyar bikim anku rave bikim jixwe li jor têra xwe hatiye diyarkirin tiştekî din hewce nake. Ev pirtûk ya heciyê cindî & emînê evdal a bi navê folklara kurmanca ye. rast e welhasil



02.02.2016 14:08 ~14:11 | nejwan

4. pirtûka ku çavkaniya wê çi ye meraq dikim. min bûyerek wisa nû bihîst, berê niha li tu dereke din nexwendibû.



02.02.2016 18:21 | simurg56

5. Weke wesiyetnameya qazî mihemed vé haydariyé jî bé reh û rîşal e, efsaneyek e ku em kurmancén reben bi tiştén wisa nirxén neteweyî ji xwe re pé çé dikin, ber dilé xwe pé xweş dikin, çi bikin em jî wisa ne yadé heyranîno.



02.02.2016 19:31 | aryâspa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûka ku nivîskarên tirşikê herî dawî kirîne
» qazî mihemed
» mihemedê dil şûşe
» jêbirina peyaman ji ber heqaretan
» gotîk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî