Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
paşeroj - tirşik
paşeroj
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. * rojên ku hêj nehatine

* rojên pêş me



bi tirkî: gelecek, gelecek günler

bi îngîlîzî: future, coming days



îşareta dema bê dike. lê mixabin li bakurê kurdistanê ev peyv şaş tê bikaranîn. li şûna vê peyvê pêşeroj tê bikaranîn. Hal ev e ku pêşeroj îşareta dema borî dike. rojên derbasbûyî, rojên borî...



çima wisa ye?



di zimanê erebî û farisî de em dibînin ku zerf/hoker du cure ne. di kurdî de jî bi vî awayî ye

1. zerfên cî

2. zerfên zeman



*** *** *** *** ***

1. dema ku "pêş û paş" wek zerfên cî bête bikaranîn hingê



pêş dibe pêşber, pêşber, berî (yanê bi tirkî: ön; bi îngîlîzî: front) û paş jî dibe pişt, paş, para (bi tirkî: arka; bi îngîlîzî: back )



wek mînak:



* Heso di erebê de pêşiya min rûniştibû.

* Wextê ji nişka ve hîşyar bûm, min got, kuro ev kî ye xwe paş min veşartiye.



2. lê gava ku pêş û paş ji bo zerfên zemanê (hokerên demê) bêtin bikaranîn hingê beravajî vê rewşê ye.



pêş di zerfên zemanê de dibe dema borî, zemanê berê... û herwiha paş jî dema ku hêj nehatiye jiyandin.



ji bo ku baş bête têgihîştin em ê bi çend mînakan ve rave bikin:



* kal û bavên me pêşiya me jiyabûn.

* em a niha şîvê dixwin 10 saetê din em ê paşîvê bixwin.



(bnr: pêşeroj)



06.02.2016 15:24 | tu qurbana zarê xelqê bî

2. (bnr: pêş)

(bnr: paş)



06.02.2016 17:36 | hola êzîda

3. (bnr: şev)

paşîya rojê, ji rojên bihîrînere(yên li dawîyê manere) tê gotin.



07.02.2016 00:05 | shorbevan

4. ji bo rabirdûyê yanî demên derbasbûyî û mazîyê jî tê bikaranîn û bikaranîna wisa rasttir e.

weke din serê mirovan tevlîhev dibe. lê di berhemên klasîk yên kurdî de çawa hatiye bikaranîn, nizanim.



07.02.2016 11:43 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşeroj

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî